* Derket holê ku Endamê DAIŞ'ê Yunus Emre Sakarya yê ku DYA bi bultena sor a înterpolê li wî digeriya û xistibû lîseya "Terorîstê Kurevî yê Bi Taybet Hatiye Diyarkirin" di operasyona “Bagera Cizîrê" de ji aliyê QSD'ê ve dîl hatiye girtin. Derket holê ku Sakarya, li gel amîrê ku li Serokatiya Daîreya Tevgera Polîsan li Enqereyê bi rêya şirketekê piştgiriya lojistîk a eskerî ji DAIŞ'ê re dişand.
* Piştî parêzeran ji bo îşkencekirina 3 welatiyên li Erdîşê hatibûn binçavkirin û îşknecekirin gilî kirin, Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê nivîs ji Fermandariya Cendirmeyan a Erdîşê re şand û xwest îhtimala ku delîl winda bibin heye û ji ber vê xwest demildest agahî bên şandin.
* Hewldanên TSK û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ya li qada Bradostê, bi bertekên jin, ciwan û pêşmergeyên kedkar, vala derket. Piştî Rêveberiya Barzanî, di bazirganiya petrolê ya bi Tirkiyeyê re bi 26 milyar dolaran ket bin deynan, herêm ji TSK û MÎT'ê re vekir û bedel da Tirkiye û destkeftiyên Kurdan pêşkêşî Tirkiye kir.
* Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya HDK'ê Tîmûr Taşdemîr, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Heskîfê ku dê ji ber Bendava Ilisûyê di bin avê de bimîne û ji bo vê bang li parêzvanên jiyanê kir.
* Şaredariya Alîgayaê 179 karker ji kar avêtibûn. Ji van karkeran karkerên jin bilêv kirin ku di şevekê de ji karê xwe yê bi salan hatine avêtin û gotin: "Di vê krîza aborî de em bi awayekî neheq bê kar hatin hiştin. Em karê xwe dixwazin."
* Li Dêrsimê, malbatên ku di sala 1993'yan de gundên wan hatin şewitandin û bi darê zorê koçber bûn, 26 sal şûnde dixwazin vegerin gundên xwe. 3 malbat 2 meh in ji bo vegerin gundên xwe serî li saziyên fermî didin.
* Serokê Sîteya Pîşesaziya Tirmilê ya Mêrsînê Îlhan Çokgun, diyar kir ku di şeş mehên ewil ên salê de nêzî 25 esnafên sîteyê top avêtine û got: "Per bi mirovan re nemaye. Ji ber krîzê mirov nikarin wesayîtên xwe jî tamîr bikin. Esnaf ketine heyra kelandina quşxaneya xwe ye êvarî."
* Wê galaya belgefîlma "Gîtmek" ku behsa jiyana kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane dike, li Amedê pêk bê. Wê malbatên ku di komkujiya 5'ê Hezîranê ya Qada Îstasyonê, 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê û Pirsûsê de xizmên wan hatin kuştin tev li galayê bibin.
* Wê belavkarê rojnameyê girtiyê nexweş Nîzamettîn Yilmaz, sibê careke din derkeve pêşberî dadger.
* Bavê 5 zarokan Şehmûs Orkmen ku dema di karê MARSÛ'yê de dixebitî qeyrana dil derbas kir û ket nav nivînan, paşê ji kar hatibû avêtin. Lê belê her çend 60 ji sedî rapora wî ya astengdariyê heye dîsa jî daxwaza wî ya ji bo teqawidbûyînê nehat qebûlkirin.
* Qeymeqam Zafer Sag ku 48 milyon deyn xistin stuyê Şaredariya Hezexê, bi hinceta "ewlehiyê" nahêle rêveberiya HDP'î kevirên parkeyî li kolanên xirabe bi cih bike.
* Danişîna doza Karsaz Osman Kavala ya ji doza Gezî tê darizandin wê li Kampusa Girtîgeha Silivrî bidome. (10.00)
* Konferansa Herêma Ege wê bi tevlêbûna Hevkerokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî li Navenda Kongre ya Tepekule pêk bê. (11.00)