BEDLÎS - Şaredariya Bedlîsê ya AKP'î, li bajêr tabeleyên bi kurdî daxistibûn. Lê piştî bertekên raya giştî şaredarî tabelayên li têketina bajêr hatibûn daxistin ji nû ve daliqand. Lê belê di tabelayan de nivîsa kurdî şaş hatiye nivîsandin. Li ser tîpa "x" kumik hatiye bicihkirin.
Di hilbijartina 31'ê Adarê de AKP'ê şaredariyên Bedlîs û Tetwanê bi dest xistibûn. Lê belê piştî hilbijartinê şaredarên AKP'î tabeleyên bi kurdî yên li bajêr û navçeyê daxistibûn. Lê belê piştî raya giştî bertekên tund nîşan dan şaredarî mecbûr man tabelayên bi kurdî ji nû ve daliqînin. Tabelayên bi kurdî yên li têketina Bedlîsê hatin rakirin vê carê bi zaravayê kirmanckî û kurmancî yên kurdî, bi îngilîzî, tirkî û erebî hatin daliqandin. Li ser tabelayê bi çar ziman "hûn bi xêr hatin" hatiye nivîsandin.
Lê belê di tabelayan de nivîsa kurdî şaş hatiye nivîsandin. Li ser tîpa "x" nîşaneya kumikê hatiye bicihkirin.