ÎZMÎR - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran ya Îzmirê, têkildarî cînayetên kar ên penaberan daxuyanî da û diyar kir ku penaberên ji şer direvin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. ÎSÎGM'ê ani ziman ku di sala 2019'an de 49 karker û di 7 salên dawî de herî kêm 485 penaber li Tirkiye di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran ya Îzmirê, diyar kir ku penaberên ji ber şer, tundî, bêedaletî û neheqiyê ji cih û warên xwe koç dikin di nava şert û mercên herî xerab de kar dikin û jiyana xwe ji dest didin. Meclîsê, têkildarî cînayetên kar ên penaberan daxuyanî da û diyar kir ku penaberên ji şer direvin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Meclisa ÎSÎG'ê ya Îzmirê, anî ziman ku di sala 2019'an de 49 karker û di 7 salên dawî de herî kêm 485 penaber li Tirkiye di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Di sala 2011'an de piştî li Sûriye şer dest pê kir, Tirkiye bû welatê herî zêde koçber ji derve pêşwazî kirin. Li gorî daneyên Midurê Giştî yê Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir ya 16'ê Gulana 2019'an, 3 milyon û 606 hezar û 737 penaberên ji Sûriye hatine Tirkiyeyê. Tevî penaberên ku ji welatên Asya û Afrika hatine ev hêjmar 4 milyon penaberan derbas dike.
Wekî Meclîsa ÎSÎG'ê li gorî daneyên di destê me de di sala 2013'an de herî kêm 22, di sala 2014'an de herî kêm 53, di sala 2015'an de herî kêm 67, di sala 2016'an de herî kêm 96, di sala 2017'an de herî kêm 88, di sala 2018'an de herî kêm 110, di 5 mehên ewil ên sala 2019'an de jî 49 penaber di qezayên kar de jiyana xwe ij dest dan. Karkerê penaber heri zêde di karê înşaetê, çandinî, şaredarî û tekstîlê de jiyana xwe ji dest didin. Di dema dawî de li Enqereyê 5, li Kocaeliyê 4 penaber li kargeriya lê kar dikirin di şewata avahiyê de jiyana xwe ji dest dan."