STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, piştî dengê xwe avêt sindoqê daxuyanî da. Temelî, anî ziman ku ew dê di rêya sêyemîn de meş û tekoşîna xwe berdewam bikin û rêya rizgarkirina ji dubendî û cudakariyê rêya sêyemîn a demokrasiyê ye. Temellî, destnîşan kir ku wê ji 24'ê Hezîranê û şûnde têkevin rêyek dûr û dirêj a aştî û demokrasiyê. Bila her kes heqîba xwe amade bike. Bila aştî, demokrakî vîna yekîtiya gelan têxin heqîba xwe. Em dê di welatê hevpar de heta komara demokratîk ava bikin rêya têkoşîna xwe berdewam bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, li Dibistana Seretayî ya Halîl Vedat Firtinali ya Yenîkoya Bakirkoyê çû ser sindoqê û dengê xwe avêt. Endamên MYK'e yên HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî li gel Temellî çûn ser sindoqê û piştre gel silav kirin. Temellî anî ziman ku di di salek dawî de gel li dijî geşedanên çar salên dawî bi awayekî ji dil bertekên xwe nişan dan û wiha got: "Em vê nerazîbûn û bertekê demek dirêj e tînin ziman. Tirkiye di nava bêhiqûqî û bêedaletiyek mezin re derbas dibe. Tirkiye ketibû bin tercîdekê. Feraseta yekperest, rejîma otoriter, bêhiqûqî rewa kir û feraseta OHAL'ê li Tirkiye ferz kir. Gel di 31'ê Adarê de bi awayekî pir cîddî îtîraza xwe anî ziman. Me jî wekî HDP'ê ji bo rêyek nû ya Tirkiye stratejiya xwe danî holê. Ev rêya sêyemin e. Em ê meşa xwe ya rêya sêyemîn berdewam bikin. Em di 24'ê Hezîranê de dikevin rêyek dûr û dirêj. Bila her kes heqîba xwe amade bike. Bila aştî, demokrakî vîna yekîtiya gelan têxin heqîba xwe. Em dê di welatê hevpar de heta komara demokratîk ava bikin rêya têkoşîna xwe berdewam bikin."
Temellî, anî ziman ku wê piştî sibê dest bi rêyek dûr û dirêj a rêya seyemîn bikin û wiha bi dawî kir: "Em ê dest bi rêya demokrasiyê bikin Emê di rêya aştî û demokrasiyê de gihandina hev berhdewam bikin. Bêtir demokrasî, bêtir aştî, bêtir edalet. Heta Komara Demokratîk bê avakirin em ê di vê rêyê de meşa xwe berdewam dikin. Têkoşîna têkoşîna edalet ê ye. Ji bo makeqanûnek ku mafê hemû bawerî, ziman, çand û gelan biparêze bê avakirin têkoşîna me wê bidome. Têkoşîna me ya xet û rêya siyemîn a Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk wê berdewam bike."