Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin

  • rojane
  • 10:33 23 Hezîran 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin. Pêşbirka ku ji beşên “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkator” û “Nûçeyên Jinê” pêk tê dê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve organîzekirin.
 
Ji bo bîranîna Nivîskar û rewşenbirê Kurd Musa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser kar jiyana xwe ji dest dan, ji sala 1993'an heta niha her sal “Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter" tên li dar xistin. Îsal jî pêşbirga Rojnamegeriyê bi zimanê Kurdî û Tirkî dest pê kir. Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku dê îsal cara 27’emîn bê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirka ku sala par ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hatibû li dar xistin, îsal dîsa ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Serlêdan heta 10’ê îlona 2019'an jî dikarin bên kirin. Pêşbirka ku ji “Nûçeyên Kurdî", “Nûçeyên Tirkî", “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz “Nûçegihantiya Jinê” bi giştî ji 5 beşan pêk tê. Encama pêşbirgê wê di 18’ê îlona 2019'an de bên eşkerekirin.
 
Piştî lijneya bijartinê guncav bibîne wê xebatên serkeftî bi texdîr û pesnê bên nirxandin. Berhemên ku ji bo xelatê bên şandin, wê dîsa paşve neyên şandin. Wê di rojnameyê de bên weşandin. Şartnameya pêşbirkê ku ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve hatiye weşandin wiha ne;
 
ŞARTNAMEYA XELATÊN ROJNAMEGERIYÊ YÊN ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYA AZAD Û MUSA ANTER A 2019'AN
 
* Rojnameya Yenî Yaşam îsal ji bo Musa Anter û xebatkarên çapemeniya azad ên li ser kar şehîd ketin, pêşbirga “Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter” a her sal tê amadekirin li dar dixe.
Zimanê pêşbirgê bi kurdî û tirkî ye. 
 
Pêşbirk di 5 kategoriyên cuda yên ‘Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, "Nûçegihantiya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" “Wêneyê Nûçeyan” û “Karîkatûr” de tê lidarxistin.  
Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Kesê dibe yekem xelatê digire. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne.  
Beşdar tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekî beşdar bibe. 
Ji bo her beşê xelata berhemê 5.000 TL ye.
Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, dê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî liber çavan bên girtin û wisa bên kirin
Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û dê karibin di rojnameyê de bên şewandin.
Divê berhem herî dereng di 10’ê îlona 2019’an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 18'ê îlona 2019'an de bên aşkerakirin. 
Pêwiste ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo an jî bi awayek tahaûdî bêne şandin. Ji windabûna berhemên ji bilîvan rêyan, birêyek din hatibinşandin winda bibin, berpirsyar kesê ku berhem şandiye ye.  
 
ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ  
 
* Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin bicih bînin, dikarin tevli pêşbirkê bibin.  
 
* Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam nikarin tevli pêşbirkê bibin. Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin dê an nehatibin weşandin û an jî piştî 10’ê îlona 2017’an hatibin weşandin.  
 
* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de xelat û mansiyon negirtine tevli pêşbirkê bibin. Piştî 10'ê Îlona 2018'an û şûnde divê hatibin weşandin. 
 
* Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, dê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê. 
 
* Ger beşdar berhema ku aydî wî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, dê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpêkiriye bê dayîn.  
 
* Hemû beşdar ku berhemên xwe bi şînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin. 
 
* Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û demakişandin/xêzkirina wê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV’a tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin.  
 
* Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê. 
 
 
Beşên Nûçeyên Kurdî  Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên Jinê:
 
* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.  Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.  
 
Wêne: 
 
* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin. 
 
* Divê berhemên ku di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha bin: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be.  
 
* Ku jurî pêwîstî bibîne, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze. 
 
* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê li ber çavan neyên girtin.  
 
Karîkatûr: 
 
* Pêwîst e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.  
 
* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berhem orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.   
 
*Pêwîst e ku ebadên karîkatûrê A4 (21x29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin. 
 
LIJNEYA HILBIJARTINÊ 
 
Nûçeyên Tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatih Polat, Faruk Eren, Îbrahim Varli, M. Ferhat Çelîk.
 
Nuçeyên Kurdî: Suna Tunç, Ramazan Umar, Semiha Alankuş, Ferid Demirel, Mehmet Ali Ertaş.
 
Nûçeyên Jinê : Nevin Cerav, Mehveş Evin, Melis Alphan, Necla Demir, Beritan Elyakut.
 
Wêne: Mustafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk, Nazmi Belge.
 
Karikatur: Dogan Guzel, Gulay Batur, Îmam Cîcî, Sefer Selvi. S
 
Navnîşana ku beşdar berhemên xwe bişînin wiha ye. 
 
Web: yeniyasamgazetesi.com e-posta: yeniyasamgazetesi@gmail.com
Telefon: 0 212 252 83 99 
Fax: 0 212 252 83 90
Navnîşan: Taxa Şehit Muhtar, Bekar Sokak No: 7/3 Beyoglu/Stenbol
 
Weşanên ji çanda Çapemeniya Azad tên ji sala 1993’yan heta niha Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter didin. Xelat îsal dîsa ji hêla Rojnameya Yenî Yaşam ve tê dayîn. 
 
 
 

Sernavên din

25/06/2019
15:05 Temellî: Em li dijî faşîzmê têbikoşin û muzakereyê bi hev re rêxistin bikin
14:33 Îmîr: Sedema mirinên Dîcleyê kanên qûmê ne
14:32 Can Atalay: Gezî heviya azadî, edalet û wekheviya vî welatî ye
14:09 6 kes li Qersê hatin binçavkirin
14:03 MA Musîc konsera mezûniyetê li dar dixe
13:25 HDP’iyan malbata Îbrahîm Layik ziyaret kirin
13:04 Rûsya: Di demeke nêz de sewqiyeta S-400'an a ji bo Tirkiyeyê dest pê bike
13:00 Di 33 saliya xwe de bi hezaran hezkiriyên xwe hişt û çû
12:49 Beriya hevdîtina Erdogan û Trump xebatkarê sefaretxaneya Amerîkayê hat berdan
12:30 Dozger ji bo polîsê ku 5 sivîl kuşt pêdivî bi lêpirsînê nedît
12:20 Îranê bersiv da biryara danekirina DYA'yê
12:09 Li Farqînê, ajokarê li zarokekê xist û kuşt hat berdan
11:47 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Akbiyik binçavkirin
11:46 Nexweşxanê rapora ji sedî 87 astengdar, piştî 4 salan sifir kir!
11:45 Parêzer ji bo biçim Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Motorîn 23 qurîş, çay jî ji sedî 15 giran kirin
10:44 Kesê dersa Ol dida ji ber tecawîzkirina zarokekê 9 salî hat girtin
10:35 Gelo Kurdistana Federe bedelê 26 milyar dolar dide Tirkiye!
09:26 Cenazeyê Hazal Aslan piştî 40 mehan hat veşartin
09:25 Li Edeneyê 7 ciwan hatin girtin
09:24 Qeymeqam nahêle Şaredariya Hezexê kevirên parkeyî bi cih bike
09:23 Karkerê nexweş ket û ket nav nivînan nayê teqawidkirin
09:23 Ji ber ketiye greva birçîbûnê dozger dixwaze girtiyê nexweş Yilmaz bê cezakirin
09:22 Wê galaya belgefîlma Komujiya Pirsûsê 'Gîtmek' li Amedê pêk bê
09:21 Li sîteya pîşesaziyê ya Mêrsînê di 6 mehan de 25 esnaf top avêtin
09:21 Piştî 26 salan dixwazin vegerin gundê xwe
09:20 Karkerên jin ên ji Şaredariya Alîagayê hatin avêtin: Em karê xwe dixwazin
09:19 'Divê parêzvanên jiyanê ji bo Heskîfê têbikoşin'
09:18 Dozgeriyê belgeyên îşkenceyê xwestin: Dibe delîl bên windakirin
09:17 Hevkarê DAIŞ'ê yê ji Enqereyê alîkariya lojîstîkê da DAÎŞ'ê di destê QSD'ê de ye
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2019'AN
24/06/2019
22:52 Tabelayên bi kurdî ji nû ve hatin daliqandin
15:56 Dayika 56 salî hefteyekê di bin çavan de hiştin: Kodê te çiye?
15:23 Peymana 3 hekîman fes kirin
14:58 Aksakoglu: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin
14:44 Cenazeyê Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin
14:37 Kubîlay: Divê Tirkiye vegere polîtîkayên aştiyane
14:23 Qamyona ka lê barkirî qelibî
14:12 Rêveberekî DBP'ê hat binçavkirin
14:07 Kavala yê 20 mehin girtî ye. Îdîaname xizmeta bêîtîbariyê dike
13:42 Bachelet: Divê dewletên têkildarî DAIŞ û mabatên wan ên li Sûriye berpirsiyar tev bigerin
13:41 Ciwanê ku bi avê re çû hê jî nedîtine
13:26 Danişîna Doza Geziyê dest pê kir
13:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da
13:09 KESK: Rejîma yek zilamî hejiya
10:29 Zarokê di bin wesayîtê de ma jiyana xwe ji dest da
10:16 Samî Tan û Aslihan Yildirim bûn hevserokên PEN’a Kurd
09:48 Dayika wî dafdan erdê û wî jî binçav kirin
09:40 Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr encamanên ragihand
09:01 Li Heskîfê şikefta dîrokî xistin bin betonê
09:01 Li bazara zad a Rihayê bêdengî heye
09:00 Zarok li gel mûçeyên kêm jî di karên zor de dixebitin
09:00 30 salin sera kirê dike û debarê dike
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2019'AN
23/06/2019
21:55 Li Qamişlo teqîn: Welatiyek birîndar bû
21:50 Serokê YSK’ê Guven: Piştî pêvajoya îtîrazê em ê mazbatayê bidin
21:21 Erdogan têkçûna Bînalî Yildirim qebûl kir
20:52 Îmamoglu li 28 navçeyan bû yekemîn
19:49 Îmamoglu: Carek din hat dîtin ku pêdivî bi demokrasiyê heye
19:25 Bînalî Yildirim: Rikberê min Îmamoglu li pêş e
19:24 YSK: Qedexeya li ser weşanê rabû
19:08 Cenazeyên du birayên hev ku fetisîn hat dîtin
19:04 ANKA: Sindoq ji sedî 55 vebûn: Namzetê CHP'ê Îmamoglu ji sedî 11 li pêş e
18:20 Li Peyasê nêzî hezar donim genim şewitî
18:19 Li Mêrdînê 4 ciwan hatin berdan
17:59 Serokê Desteya Hilbijartinê ya Stenbolê spazma dil derbas kir
17:59 Li Stenbolê jimartina dengan dest pê kir
17:41 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê kurd destûrê nedin êrîşan
17:11 Li Stenbolê sindoq hatin girtin, deng dayîn bi dawî bû
16:50 Li Edenê zilamekê xwişka xwe kuşt
16:09 Bertek nîşanî xemsariya AFAD’ê da: Cenaze bi saetane di avê de
15:35 Ciwanê ket Çemê Dicle ber avê ket û winda bû
14:58 Cenazeyê ciwanê ket Çemê Avaşîn hat dîtin
14:51 Abullah Gul: Înşellah wê her tişt pirr xweş be
14:49 MEBYA-DER'ê 1'emîn kongreya asayî li dar xist
14:10 Bûldan a dengê xwe da: Dê ji sindoqan azadî û aştî bipijiqin
14:09 Karkerê ji 70 metreyî ket jiyana xwe ji dest da
13:42 Li gundê Entaxê agir bi zeviyên çandiniyê ket
13:32 Ekrem Îmamoglu: Her tişt wê pir xweş bibe
12:56 Bînalî Yildirim raya xwe da: Biryara gelê Stenbolê ser seran ser çavan
12:10 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Batûfayê bombe kir
12:09 Walîtiya Bedlîsê li gundên Tetwanê qedexe îlan kir
11:58 ÎSÎG: 485 penaber bûn qurbanên cînayetên kar
11:52 Cenazeyê Ozcan ê ber ava Dîcle ket hat dîtin
11:46 Temellî: Em derdikevin rêyek dirêj a rêya sêyemîn
10:33 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
09:57 4 roj in welatiyê fetisî hêj nehatiye dîtin
09:11 Romana Hesen Ildiz 'Qal' derçû
09:09 Der barê ciwanên hatin îşkencekirin de lêpirsîn
09:08 Piştî 7 salan der barê 101 personelên şaredariyê de biryara neşopandinê
09:08 Dadgehê biryara Şaredariya Sûrê ya ji bo wergirtina avahiyên şaredariyê sekinand
09:06 Dozgerî: Turk li gor qanûnê tev geriyaye
09:05 Aysû: Bi çandiniyeke organîk dest bi hilberînê bikin
09:04 'Sivîlan dişînin Atmeyê, milîtanan dişînin Îdlibê'
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
08:23 Li Sîlopî bi hezaran ciwan tevlî şahiyê bûn
08:17 Hilbijartina li Stenbolê dest pê kir hilbijêr diçin ser sindoqan
22/06/2019
21:06 Komeleya Ekolojiyê: Warê me talan dikin
16:16 'Gelo çima girtiyekî nexweş ê 74 salî girtî ye?’
16:02 ‘Girtiyê nexweş Akay serbest berdin'