EDENE - Li korîdora Edliyeya Edeneyê, ciwanên HDP'î yên li dijî ferzkirina kelemçekirina ji paşve derketibûn hatibûn derbkirin. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi îdiaya "Berhingariya li karmendê peywirdar û zirardayîna li mal" lêpirsîn da destpêkirin.
Di 17'ê Hezîranê de li Edene, antalya, Nîgde û Mêrdînê gelek endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê hatibûn binçavkirin. Di operasyonên hatin kirin de 5 jê zarok 31 kes hatibûn binçavkirin. Kesên ji bo dema binçavkirina wan bê dirjêkirin di 20'ê Hezîranê de anîn Edliyeya Edeneyê. Lê belê li korîdora edliyeyê polîsan kelemçekeirina ji paşve li wan ferz kiribû, lê ji ber ciwanan ev yek qebûl nekiribû hatibûn derbkirin.
Ji ber li dijî vê liv û tevgera polîsan derketibû Parêzer Ozgur Yakût jî hatibû derbkirin û binçavkirin û paşê hatibû berdan.
HEM HATIN ÎŞKENCEKIRIN HEM DER BARÊ WAN DE LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN
Yakût û Baroya Edeneyê, di 21'ê Hezîranê de li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyê polîsan kirin. Serdozgeriyê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin lê belê bi îdiaya "Berhingariya li karmendê peywirdar û zirardayîna li mal" lêpirsîn der barê ciwanên hatin derbkirin de da destpêkirin.
Di çaçroveya lêpirsînê de îfadeya hin ciwanên di binçavan de hat girtin. Ciwanên raporê ji Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê girtin, îdiaya pê tên tawanbarkirin redkirin û diyar kirin ku ew hatine îşkencekirin
Hat destnîşan kirin ku mil û piyên ciwanên hatine îşkencekirin reş bûne û serê hinan jê jî werimiye. Yek ji kesên hatibû îşkencekirin jî Rêveberê DBP'a Edeneyê Halît Şaşmaz e. Parêzerê Şamaz Beyhan Guneylî, bilêv kir ku serê muwekîlê wî werimiye, mil û piyên wî reş bûne û saziya tiba edlî hin derman danê. Guneylî, got: "Lêpirsîna hatiye destpêkirin dijî hiqûqê ye. Ev ne edalet e. Muwekîl hatine derbkirin lê belê der barê peywirdarên dewletê de tiştek nehatiye kirin. Ev berdewamiya polîtîkaya bêcezatiyê ye. Em ê polîsan gilî bikin."
MA / Hamdullah Kesen