MÊRDÎN – Wezareta Karên Navxweyî, ji bo tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Najarê Mezin a Mêrdînê, bi hinceta "peywira xwe ji bo xirabiyê bi kar tînin" û "kanûna îhaleyê bin pê dikin" lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê belê dozgeriyê der barê vê lêpirsînê de biryara neşopandin da û diyar kir ku Ahmet turk û rêveberên MARSÛ'yê li gor qanûnê tev geriyane.
Mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî, di 12'ê Kanûna 2015'an de, der barê Serokê Desteya Rêveberiya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û 20 rêveberên wê de bi îdiaya di îhaleyan de nelirêtî kirine dest bi lêkolînê kiribûn. Mufetîşan, derpêş kiribû ku di îhaleyan de bêsiûliyek heye.
Li ser vê mufetîşan mijar ji wezaretê re vegot. Wezaretê jî bi îdiaya "peywira xwe ji bo xirabiyê bi kar anîne" û "kanûna îhaleyê bin pê kirine" der barê Turk û 20 kesî de lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê hîn lêpirsîn dewam dikir Wezareta Karên Navxweyî di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyê kir. Îdiayên ku mufetîşan ragihandin, ji bo tayînkirina qeyûm wekî hincet hatin nîşandan.
Lê belê ji bo lêpirsîn bê sekinandin Turk û ên pê re serî li Daîreya 1'ê ya Şûraya Dewletê dan û daîreyê dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şand. Dozgeriyê diyar kir ku kesên lêpirsîn der barê wan de hatiye destpêkirin li gor qanûnê tev geriyane û tu tiştekî li dijîq anûna îhaleyan nehatiye kirin.
MA / Ahmet Kanbal