HATAY - Hat diyarkirin ku sivîlên ji ber şertên şerê li Îdlê direvin, nahêlin di sînor re derbas bibin û li Kampa Atmeyê tên bicihkirin. Milîtanên OSO û El Nusra yên sînor derbas dikin jî dîsa dişînin herêma şer.
Ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha, welatê zêde tesîr ji vî şerî girtiye yek jê jî Tirkiye ye. Ji ber vî şerî Tirkiye bû xeta derbasbûyîn ya komên selefî û radîkal. Li Tirkiyeyê jî bajarê ku herî zêde tesîr ji vî şerî digire Hatay e û navçeyên wê yên nêzî sînor Yayladag, Kirikhan û Reyhanli ye. Li gorî daneyên 16'ê Gulana 2019'an ê Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê, li Tirkiyeyê 3 milyon û 606 hezar û 737 sûriyeyî dijîn û ji evana 426 hezar û 869 jê li Hatayê ne. Saziyên civaka sivîl ên Hatayê jî bilêv dikin ev hejmar ne rast e, li Hatayê hejmara sûriyeyan 240 hezar û 464 e. Sedema ku hejmar zêde tê nîşandan jî ew e ku pareke zêde ji fonên Yekîtiya Ewropayê bê girtin.
Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku berê zêde penaberên sivîl derbas dibûn, lê belê niha jî sedema sereke ya liv û tevgera li ser sînor endamên OSO'yê ne.
SVÎLAN DIŞÎNIN KAMPÊ
Nûnerekî sazoya civaka sivîl ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin, got: "Piştî şer li Îdlibê dest pê kir ji herêma Efrînê bi sedan OSO'yî şandin herêmê. Ev endamên OSO'yê yên nikarin xwe li ber êrîşên hewayî yên Rûsyayê û êrîşên bejahiyî yên hêzên rejîmê ragirin ber bi Tirkiyeyê direvin. Hefteya borî me hevdîtinek bi Walîtiya Hatayê re çêkir. Ji bo penaber derbasî hêla Tirkiyeyê nebin dev ji polîtîkaye deriyê vekirî hatiye berdan û sivîlên tên Tirkiyeyê jî hemû li Kampa Atmeyê tên bicihkirin."
Tê gotin nifûsa vê kampê 200 hezar derbas kiriye.
KOMÊN ÇEKDAR SÎNOR DERBAS DIKIN
Nûner, hevdîtina ku bi walîtiyê re çêkirine jî parve kir û li gorî tiştên ji wan re hatiye gotin, herî zêde komên çekdar sînor derbas dikin û ên tên jî piranî endamên OSO û kêm be jî yên El Nusrayê ne.
Nûner, bilêv kir ku ew çûne navendên paşvegerînê yên girêdayî Îdareya koçberiyê ya Hatayê ne, lê belê mirov nikare li van navendan gavekê jî bavêje. Nûner, destnîşan kir ku her çend dîwar li ser sînor hatibin çêkirin jî derbasbûyîn nayê astengkirin û ên li ser xeta sînor dijîn hin jî li navendn paşvegerînê tên ragirtin û piştî demekê wan dişînin Îdlibê.