* Hat diyarkirin ku sivîlên ji ber şertên şerî yên li Îdlê direvin, nahêlin di sînor re derbas bibin û li Kampa Atmeyê tên bicihkirin û her wiha milîtanên OSO û El Nusra yên sînor derbas dikin jî dîsa dişînin herêma şer.
* Serokê Giştî yê ÇÎFTÇÎ-SEN'ê Abdûllah Aysû, destnîşan kir ku wê bi kooperatîfvaniyeke rasteqîn wê çandinî bandora li ser guherandina avhewayê kêm bike. Her wiha Aysû, ji dêvla çandniya endustriyel, çandniya roganîk û bêderman pêşniyarî cotkaran kir.
* Wezareta Karên Navxweyî, ji bo tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Najarê Mezin a Mêrdînê, bi hinceta "peywira xwe ji bo xirabiyê bi kar tînin" û "kanûna îhaleyê bin pê dikin" lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê belê dozgeriyê der barê vê lêpirsînê de biryara neşopandin da û diyar kir ku Ahmet turk û rêveberên MARSÛ'yê li gor qanûnê tev geriyane.
* Meclîsa Şaredariya Sûrê, ji bo saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatibûn girtin û tehsîsî qeymeqamtî û diyanetê hatibûn kirin wergire biryar girt, lê belê dadgehê biryar da sekinandin.
* Hevşaredarê HDP'î yê Akdenîzê yê berê M. Fazil Turk jî di nav de der barê 101 personelên şaredariyê de bi îdiaya "binpêkirina qanûna îhaleyê, bi vî awayî avakirina rêxistina sûcî û endamtiya vê rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî 7 salan der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn.
* Li korîdora Edliyeya Edeneyê, ciwanên HDP'î yên li dijî ferzkirina kelemçekirina ji paşve derketibûn hatibûn derbkirin. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi îdiaya "Berhingariya li karmendê peywirdar û zirardayîna li mal" lêpirsîn da destpêkirin.
* Hesen Ildiz piştî pirtûka xwe ya ewilî Tirspîvan (Belkî, Çîrok. 2015), niha jî bi romanekê derdikeve pêşiya xwîneran. Qal, ji Weşanên Peywendê derçû.
* Li Stenbolê piştî YSK'ê hilbijartin beta kir, wê dubare gel biçin ser sindoqan û hilbijartina Stenbolê nû bibe. (08.00-17-00)
* Komeleya Piştevanî û Alikariya Xizmên Windakiriyên li Warê Şaristanê (MEBYA-DER) wê li Tesîsên Demîrok a Îstasyona Amedê kongreya xwe pêk bînin. (10.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî wê li Dibistana Seretayî ya Halîl Vedat Firtinali ya Yenîkoya Bakirkoyê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî wê li Dibistana Murat Kuluk a Bakirkoyê dengê xwe bide. (08.00-13.00)