STENBOL - Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 378’an de çalakiya "Runiştina F" berdewam kirin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Soydan Akay ê nexweş û xwest Akay bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê û xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 378'an de li Qada Galatasarayê xwestin çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. Lê polîsan dîsa destûr neda çalakiyê û çalakî asteng kirin. Li ser astengiya polîsan komîsyona ÎHD’ê û xizmên girtiyan li pêş avahiya ÎHD'ê ya li Taksimê daxuyanî dan. Xizmên girtiyan di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Mafê dermankirinê nayê astengkirin" û “Bila girtiyê nexweş Soydan Akay serbest berdin" vekirin. Xizmên girtiyan vê hefteyê di çalakiya Rûniştina F de bal kişandin ser rewşa Soydan Akan ê bi nexweşiya Hepatit B, dil, romantikê û xwestin serbest bê berdan.
LI RIHAYÊ GIRTIYEKÎ KRÎZA DIL DERBAS KIR Û JIYANA XWE JI DEST DA
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Hatice Onaran daxuyanî da û wiha got: "Li girtîgehan binpêkirinên li dijî mafên mirovan berdewam dikin. Girtîgeh bûne qadên binpêkirina mafan. Mafê girtiyan ên ragihandin û agahiyê ji destê wan hatiye girtin. Her roj darbest ji girtîgehan derdikevin. Herî dawî di 18'ê Hezîrana 2019'an de li Girtîgeha Tîpa T-2 a Rihayê girtiyekî krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da."
Onaran, da zanîn ku di hucreyên 8-10 kesan de herî kêm 2-3 qat zêde girtî dimînin û wiha lê zêde kir: "Di van şertan de girtî nikarin paqijiyê bikin. Dîsa di pergala nefesê de nexweşî çê dibin. Hin girtîyên ku nikarin bi serê xwe pêdiviyên xwe bibînin nayên berdan. Girtiyên ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî bi salan e sewqê dixwazin, lê sewqa wan nayê kirin. Akay 26 salin girtî ye û pirsgirêkên tenduristiya wî heye. Akay tevî gelek nexweş e jî bin şertên giran de dijîn. Akay, di sala 1993'an de dema hat binçavkirin rastî îşkenceya giran hat. Piştre girtin û şandin girtîgehê. Li girtîgehên Aydin, Îzmir, Sêrt, Amed, Maltepe û herî dawî li Girtîgeha Silivrî ya hêjmar 9'an dimîne. Ji Nîsana 2018'an heta niha di hucreya yek kesî de girtî ye.
Li girtîgeha Silivrî li ser girtiyên din jî polîtikayên tecrîdê tên meşandin. Hevdîtinên bi girtiyan re di bin qeydan de tên kirin. Hemû name û daxwaznameyên ku Akay ji îdareyê re dinivîse nayên bersivandin û daxwazên wî tev bê bersîve dimînin. Nameyên ji wîre tên şandin jî nadin wî. Di bin tecrîdê de tê girtin."
Onaran, da zanîn ku li gel pênaseya nexweşiya pençeşêrê lê kiriye jî nayê berdan. Li gorî agahiyên malbatê dane nayê dermankirin û kontrolkirin. Li gel malbat, parêzeran serî li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan jî daye, Akay, hêj di hucreya yek kesî de û di bin tecrîdê de girtî ye. Akay di bin rîskê de dijî. Ji ber vê yekê an girtiyên din divê bibin cem wî an jî wî bibin cem girtiyên din û tecrîdkirina Akay bi dawî bibe. Em bang li rayedaran dikin ku girtiyên nexweş derman bikin û serbest berdin."
Çalakî bi diruşmeyên "Tecrîd dukuje û piştevanî dide jiyandin". “Soydan Akay serbest berdin" û “Tedawî maf e. Nayê asteng kirin" bi dawî bû.