AMED - 10'emîn Kongreya Pena Kurd bi beşdariya nivîskarên kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Oldenburgê dest pê kir.
10'emîn Kongreya Pena Kurd ku bi dûrişmeya "Berxwedan Jiyan e" tê lidarxistin, li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê dest pê kir. Kongre îro heta saet 16:00'an wê berdewam bike û di kongreyê de ji bo diyarkirina rêveberiya nû dê deng bidin. Li gorî agahiyên ku hatin bi destxistin dê ji her çar parçeyên Kurdistanê 80 endamên Pena Kurd di kongreyê de dengê xwe bidim û rêveberiya nû hilbijêrin.
Li aliyê din dê piştî kongreyê li ser berxwedana di neynika wêjeya kurdî jî de konferansek bê lidarxistin.