MÊRDÎN – Karkerê Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê Îbrahim Layik ê ji Nisêbinê, piştî Şîrketa kar ÎGA ew ji kar avêt, dawî li jiyana xwe anî. ÎGA daxuyanî da û got "Îstifa kiriye". Malbatê bertek nîşanî daxuyaniya "Îstîfa kiriye" da û got: "Şîrket dixwaze ser sûcê xwe bincil bike. Tu rastiya vê yekê tune ye. Piştî niqaşê ÎGA xwestine daxwaznameya îstifayê bide îmzekirin.
Di 17'ê Hezîranê de karkerê Balafirgeha Stenbolê yê Îbrahîm Layik ku di Şîrketa ÎGA de dixebitî, piştî şîrketa ÎGA ew ji kar avêt dawî li jiyana xwe anîbû. Malbatê piştî cenazeyê Îbrahîm Layik girtin li Nisêbînê defin kirin. Şirketa Ewlehiya Balafirgeha Stenbolê (ÎGA) têkildarî Îbrahîm Layik daxuyanî da û îdîa kir ku derxistina kar a Layik teqez bêbiniye û got: “Rehmetî beriya bûyera xemgîn li ser daxwaza bi daxwaznameyek nivîskî serî li Miduriyeta Çavkaniyên Mirovan a ÎGA da û xwest îstîfa bike. Tevî ku me wî qanih kir jî sedemên malbatî ji bo îstîfa xwe da nîşandan. Daxwaznameya wî ya îstîfayê hêj li Miduriyeta me ya Giştî ya Çavkaniyên Mirovan e.”
Îbrahîm Layik beriya dawî li jiyana xwe bîne, di hesabê xwe yê medya civakî de got: “Ji ber em kurd in, her tim li dijî me dijminiyê dikin. Belkî bi vê tişta ez ê bikim re hin tişt biguherin. Bijî kesê ku bi kêfxweşî bêje ez kurd û tirk im. Heqê xwe helal bikin.” Birayê Layik Omer Layik, diyar kir ku beriya birayê wî dawî li jiyana xwe bîne şîrketê dawî li karê wî anîye û li ser vê yekê dawî li jiyana xwe anîye. Omer, da zanîn ku şîrket dixwaze ser sûcê xwe veşêre û wê bûyerê heta dawî bişopînin.
Birayê Layik Alî Layik ku li heman Balafirgeha Stenbolê kar dike têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: "Ew di vardiya rojê de dixebitî. Ji ber vê yekê ez baş ne xwedî agahî me. Bi qasî ji min re gotin ez xwedî agahî me. Mirina birayê min ji bo min pir bi guman û bi fikar e. Heta niha birayê min rastî tu pirsgirêkên neyînî nehat. Qata tu pirsgirêkan nekir."
Birayê Layik Ahmet Layik jî anî ziman ku li pişê wî şopa birînê hebû û wiha got: "Mirina birayê min bi şik û guman e. Me bihîst ku birayê min û rêveberên şîrketê niqaş kirine. Li gorî me kuştina birayê min hêj bi guman e. Em dixwazin bûyer ronî bibe. ÎGA daxuyanî da û got "Îstîfa kiriye." Ev agahî ne rast e. Dixwazin ser bûyerê veşêrin. Dixwazin sûcê xwe bincil bike. Hêj dîmemên kamerayê nehatine temaşekirin. Daxuyaniya şîrketê me tatmîn nake. Ji bo şîrketa wan rex nebe dixwazin ser rastiyê bincil bikin û veşêirin. Ez dixwazim mirina birayê min bê ronîkirin. Hêj dîmenên kamerayê nehatine temaşektirin. Dema ez biçim Stenbolê ezê li Miduriyeta Polîsan îfade bidim û bixwazim kamera bên temaşekirin. Ez ê heta dawî şopdarê vê dozê bim.
MA / Ahmet Kanbal