ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqerê Betul Koca, diyar kir ku du kesên jê re gotin ku ew ji MÎT’ê hatine, gef lê xwarin û got: “Kesên ne ji wan bin ‘terorîst’ îlan dikin. Niha vê siyasetê bi rêve dibin. Vê siyasetê pir qirêj bi rêve divin. Hewl didin, mirovan birizînin û bikin ajan. Lê ezê tu carî serî ne tewînim.”
Di rojên derbas bûyî de, du kesên xwe weke endamên MÎT’ê dan danîn, gef li endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê Betul Koca xwarin. Koca derbarê gefa li wê hat xwarin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: “Ev demek dirêje, ez rastî tacîz û gefên wiha têm.”
Koca, diyar kir ku ev konsept bi îlankirina OHAL’ê re belav bûye û wiha bilêv kir: “Piştî 7’ê Hezîranê di êrîş û zextên li ser gelê Kurd û kesên bi gelê Kurd re têkoşîna xwe bi rêve dibin, zêdetir bûn. Din ava salekê de polîsan 4 caran bi ser mala min de girtin û bi hinceta tevlî çalakiyan bûme, binçav kirim. Di serdegirtinên malê de polîsna dest danîn sser telefon û bîlgiseyara min. Dema ku telefona min li Şaxa Miduriyeta TEM’ê bû, polîsan di raybera telefona min de komek WhatsApp avêkirin û ji bom in bêqîmet bikin peyam ji komêre şadin.”
‘KESÊN BIYANÎ EZ ŞOPANDIM’
Koca, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dûre tacîz û gefên li dijî min zêdetir bûn. Li cihê kar, mal û cihê ez lê rûdiniştim, kesên biyanî ez dişopandim. Ligel hemû binçavkirin û serdegirtinan jî tu doz derbarê min de nehatin vekirin. Dibe dosyekê vekirî bihêlin û îdîanameyekê tê de bi cih bikin. Dixwazin bi vî awayî civakê yek bi yek teslîm bigirin. Di serdegirtina ewil de dayika min binçav kirin. Dema dagirkirina Efrînê bû. Dayika min 6 rojan dibin çavan de hiştin. Dayika min dem bi dem tevlî çalakiyên jinan dibû û piranî diçe mîtîngên 1’ê Gulanê. Ez wisan difikirim ku ji ber min dayika min binçav kirin. Ez jî li malê bûm, tenê li odeya min lêgerîn kirin û dûre dayika min binçavkirin.”
‘DU KESN PÊŞIYA MIN GIRTIN’
Koca, da zanîn ku ji ber çalakiyên kolanan hat binçavkirin û wiha bilêv kir: “Rojekê dema ji malê deketim du kesên xwe weke endamên MÎT’ê nîşan dan, pêşiya min girtin. Xwestin bi min re bi axivin. Dema ku min bertek nîşan da, ji min re gotin ‘Me dikarî bû ku em wesayîtê bînin ber malê û te lê siwar bikin. Lê ev hişyariye. Ji 15 mehan dest pê dike.’ Bi vî awayî gef li min xwarin. Dûre min ev yek ji cihên pêwîst re parve kir. Piştî vê bûyerê 4 roj şûnde roja rojbûna min bû. Bi şîfreyê deriyê derve yê avahiya lê rûdinim ve dikin, dikevin hûndirê avahiyê, gulekê û qûtiyekê datînin ber malê. Li ser jî ‘sersal te pîroz be’ nivîsandibûn. Dûre çawan ku ji malê derketim, pêşiya min birîn. Dîsa du kes bûn. Yekê ji wan got wan gul û qûtî danîn e. Ji ber ku min bertek nîşan da, ji min re gotin ‘Em vê dosyeyê digirin, emê bi vî awayî neyîn.’ Piştî bi numareyên veşartî li min geriyan. Min xeta xwe guhert. Dûre li ser hesabên min ên civakî peyam ji min re şandin.”
‘EMÊ VAN ÊRÎŞAN TÊK BIBIN’
Koca, da zanîn ku wê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daye û wiha dawî li axaftina xwe: “Di heman demê de min serî li dozgeriyê jî da. Wezîrê Kurê Hûndir Suleyman Soylû heye. Kesên ne ji wan bin ‘terorîst’ îlan dikin. Niha vê siyasetê bi rêve dibin. Vê siyasetê pir qirêj bi rêve divin. Hewl didin, mirovan birizînin û bikin ajan. Lê ezê tu carî serî ne tewînim. Em qet netirsin û bi piştevahiyê bersivê bidin van êrîşan. Bi têkoşîna jinan emê li dijî vê hişmendiya serdest a zilam, bi sekna xwe bersiv bidin. Tehemûlê vê nakin. Ji jinan pir ditirsin. Emê weke jin baweriya xwe bi hêza xwe bînin û dengên xwe bilindtir bikin.”
MA / Dîren Yurtsever