STENBOL - Welatî Rawşan Doner û Emîne Erbek ên ji ber polîtikayên şer xizmên wan hatin kuştin û koç kirin diyar kirin ku ji salên 90’an heta 2019'an rûyê gelek rayedar û erkên dewletê hatin guhertin, lê feraseta wan nehat guhertin. Doner, diyar kir ku eskeran di salên 90'i de bi ser gundê wan de girt û xalê wê Mela Îbrahîm Doner li mizgeftê kuştin.
Li bajarê Kurdan di salên 1990’an de ji ber şerê heyî bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi sed hezaran welatiyên Kurd ên xanî û gundên wan hatin şewitandin neçar man koçber bibin û li metrepolan bi cih bibin. Welatiyên ku gundê wan hatin şewitandin û neçar man koç bikin li metrepolan jî rastî hezar zor û zahmetiyên din hatin. Welatiyên koçber diyar kirin ku pir zor e ku mirov li welatê xwe koçber be. Welatiyan diyar kirin ku ev zor û zahmetiyê dîtine û hatiye serê wan di tu dîn û mezheban de tune ye.
ZEXTÊN BÊ NAVBER HEYE
Yek ji malbatên ku di salên 1990'an de ji cih û warên xwe koçber bûne, malbata Doner e. Malbata Doner di sala 1990’an de gundê wan Uskunduz ê Hîzana Bedlisê hat şewitandin û hatin li Stenbolê bi cih bûn. Ji malbata Doner Rawşan Doner, di 28'ê Îlona 1990'an de xalê wê Îbrahim Doner, di 24'ê Adara 1994’an de mamê wê Hurşît Doner hatin kuştin. Doner, anî ziman ku ji salên 1980'an heta niha dewlet bi rêk û pêk li ser wan tundiyek bi sîstemakitîk dimeşîne û wiha got: “Wê demê ez hêj 6 salî bûm. Di salên 1980'an 8de xalê min Îbrahim Doner meleyê qadro yê dewletê bû. Fermandarê Tugaya Bedlisê Tuggeneral Tahmaz Korkmaz bû. Korkmaz, bi fermana korgeneralê Amedê gelek zilm li me kir. Tuggeneral bang li xalê min kir û xwest di xutbe û rojên cejna de li gorî daxwaza wan nezîheta bikin. Wê demê xalê min bi zimanê kurdî weaz û nezîhet dikirin. Di şeva darbeya salên 80'î de dîsa xalê min ji malê birin û girtin. 9 mehan li Girtîgeha Eskerî ya Xerpêtê hat girtin. Me got êdî carek din emê nebînin. Di serdema darbeya 80'ê de dîsa bi ser mala me de girtin. Gelek caran bi ser mala me de girtin û di çelê zivistanê de em li ser berfê dirêj kirin."
LI MIZGEFTÊ KUŞTIN
Doner, da zanîn Xalê wê Mela Îbrahim Doner di 28'ê Îlona 1990’an de roja înê dema bi ser gund de gritin, ew li mizgeftê kuştin û wiha got: “Dema eskeran bi ser gund de girt, mizgefta gund dorpêç kirin. Li mizgeftê xalê min Mela Îbrahîm kuştin. Bi zanebûn ev yek kirin. Piştî xalê min kuştin 4 sal şûnde di 24'ê Adara 1994’an de dîsa bi ser mala me de girtin û mamê min Hurşît Doner binçav kirin. Ji ber bi şev û roj mala me di bin dorpêça eskeran de bû em nikaribûn derkevin derve. Di saetên serê sibê de li jêra gund mamê min bi yek guleyê kuştin. Gule berdabûn serê wî.
’XWESTIN EM DI 24 SAETAN DE GUND VALA BIKIN'
Doner, destnîşan kir ku ji ber zextên dewletê qebûl nekirin, eskeran xwest di nava 24 saetan de gund vala bikin û wiha lê zêde kir: “Ger ku me di nava 24 saetan de gund vala nekiribûya, çawa xal û mamê min qetil kirin wê em ji qetil kiribûna. Piştre gundê me şewitandin. Destûr nedan ku em nivînên xwe jî bi xwe re bînin. Piştî em sirgûn bûn jî me ziman, çand û nasnameya xwe parast. Em Kurd in û niha li Tirkiye dijîn. Em tu carî dest ji nasnametiya xwe ya Kurd bûnê bernadin. Em naxwazin kesên din vê êşê bijîn."
Doner, bang li hemû gelê Kurd kir û wiha berdewam kir: "Ger ku em îro nebin yek wê dîsa bûyerên salên 90’î bînin serê me. Gelê me wê dîsa rastî zilm û zordariyê bê. Niha dewlet hêj bi heman polîtîka û ferasetê tev digere. Erkdar û rayedarên dewletê hêj xwedî heman feraset, bîrdozî û koltux in. Polîtikayên salên 90’î yên şer, zirgûn, koçberî didome. Hêj mirovên me ji ber zilmê koç dikin. Niha li Xakurkê heman tişt dibin.
‘XWESTIN SÛC BAVÊN STUYÊ PKK’Ê'
Yek ji malbatên ku koçber bûn jî malbata Kaya ye. Malbata Kaya ji Basa koç kirin. Ji malbata Kaya Emine Erbek diyar kir ku gundê wan hat şewitandin û neçar man koç bikin û wiha got: "Wê demê dewletê xwest em bibin cerdevan. Mamê min Halît Kaya ji ber zextên dewletê cerdevanî qebûl kir. Bi ser gund de girtin û mamê min binçav kirin. Bavê min wê demê li gundekî din bû. Piştî bavê min Ahmet Kaya bihîst ku mamê min hatiye binçavkirin çû qereqolê. Li qereqolê bavê min binçavkirin û piştre li wir qetil kirin. Piştre bavê min û mamê min jî di navde 11 mirov xistin dolmîşê û tevî dolmîşê şewitandin. Eskeran 11 mirov di dolmîşê de qetil kirin û piştre xistin stuyê PKK'ê. Gotin PKK’ê ev kiriye. Bi vê yekê xwestin pêvajoya agirbestê ku PKK'ê dabû destpêkirin xelas bikin."
Erbek, anî ziman ku ji bo koçber nebin gelek li ber xwe dan û wiha bi dawî kir: "Piştî gundê me şewitandin, ez 2 birayên min, xwişk û dayika min çûn li gundekî din. Lê ji ber ku ew gund jî cerdevan bûn em qebûl nekirin. Em çûn kijan gundî ji ber zextên dewletê em qebûl nekirin. Piştî me cih li gundan nedît, ji neçarî me berê xwe da Stenbolê û em hatin li Stenbolê bi cih bûn. Mamekî min li Sîlopî bû. Lê ji tirsa ku wê wan jî qetil bikin li me xwedî derneketin. Xalê min xwest li me xwedî derkeve, lê dewletê gef li wî xwarin. Piştî em hatin li Stenbolê bi cih bûn em rastî gelek zor û zilmê hatin. Tevi hemû zext û tundiyê me vîn û nasnameya xwe parast. Dema ez hatin Stenbolê ji ber ku min bi Tirkî nizanebû û ez bi Kurdî di axivîm der û dorê qerfên xwe bi min dikirin. Lê dîsa me dest ji çand û nasnameya xwe berneda. Em li vîn û nasnameya xwe xwedî derketin. Tevî hemû zilm û zora me dît, dîsa em ji yana hevpar, edalet, wekhevî û aştiyê dixwazin. Ez îro bûme Dayika Aştiyê. Em dixwazin rê li pêş mirin, koçberî û şer bigirin. Em dixwazin rêya edalet, wekhevî û aştiyê vekin. Em dixwazin dîsa vegerin gundên xwe. Tenê carekê be jî em dixwazin ax, dar û baxên xwe bêhn bikin."
MA / Naci Kaya