DERSIM - 'Zinare Ko Bermenî (Aglayan Kayalar)' ku li Geliyê Pîlemûriyeyê yê Dersimê ne bûne çavkaniya turîzmê ya bajar.
Bajarê Dersimê ku bi jiyana çolistanî û floraya nebatan balê dikişîne ser xwe, bi xwezaya xwe jî çavê mirovan diqemîşîne. 'Zinare Ko Bermenî (Aglayan Kayalar)' ku li ser rêya Geliyê Pîlemûriyeyê yê Dersimê ye turîstan cezb dike. Gelek kesên ku tên bajêr heta 'Zinare Ko Bermenî' nebînin ji bajêr venaqetin. Kesên ku tên vir wêneyên xwe li ber 'Zinare Ko Bermenî' dikişînin û ji ber vê yekê li ser rê di trafîqê de pirsgirêk dertin.
HAVÎN ZIVISTAN AVÊ DINIQUTÎNE
Derbarê 'Zinare Ko Bermenî' gelek tişt bên gotin jî ji ber ku havîn û zivistanê avê diniqutîne piraniya gel jê re dibêje 'Zinare Ko Bermenî' Li gorî hîn angaştan tê gotin ku 'Zinare Ko Bermenî' ziyaret e. 'Zinare Ko Bermenî' ku zivistanê dibe bûz û dîmenên xweş dide, havînan jî weke dilopên baranê avê ji keviran dizê û dibe şirîna wê.
EM JI TRABZONÊ HATIN: DÎMEN MUEZEM E
Şeyma Peker û Mûrat Aksû ku ji Trabzonê ji bo gerê hatine Dersimê ji bo dîmen kişandinê serdana 'Zinare Ko Bermenî' jî kirin. Şeyma Peker diyar kir ku cara yekemîn tê Dersimê got ku xweşikiya 'Zinare Ko Bermenî' çavan diqemişîne. Mûrat Aksû jî diyar kir ku 'Zinare Ko Bermenî' dîmeneke muezem çêkirine û divê herkes bê bibîne. Veysel Kizilkaya ku ji Enqereyê hatiye jî got ku 'Zinare Ko Bermenî' mafê xwezayê dide.
MA / Semra Turan