AMED - Ji ber qeyrana aborî û şertên demsalê, îsal şelengo jî bi derengî ketin bazar û ser dezgehan. Îsal fiyetên şelengoyan jî li gor par bihatir e.
Ji ber qeyrana aborî û şert û mercên demsalê, îsal şelengo (ecûr dereng hatin bazar û ser dezgehan. Her wiha îsal fiyetên acûran jî li gor par bihatir e. Şelengo , li Mêrdîn, Riha û Amedê tên çinîn. Cotkar bi 6 lîreyan didin esnafan û esnaf jî bi 8 TL'yan difiroşin.
Alî Karahan ku 20 sal in şelengoyan difiroşe, bilêv kir ku îsal li gor berê ji sedî 50 eleqeya ji bo şelengoyan kêm bûye û got: "Par me kîloya wan bi 3 lîreyan dikirî, lê îsal biha ne. Gelê me pir acûran dixwe û her wiha ji bo gelek nexweşiyan jî baş e û pê dolme, cacik û tirşî jî tê çêkirin. Lê gelê me ji ber qeyrana, wek berê pir nakirin."
Karahan dest nîşan kir ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî daxwaza ji bo acûran zêde ye û got: "Du meh emrê acûran heye, wê heta meh û nîveke din jî hebin."
Bazarvan Mehmet Halît Bîçer jî bilêv kir ku axa Mêrdînê warê acûran e û got: “Li Mêrdîn, Riha û Dîlokê, nava acûr tê derxistin û tê hişk kirin. Li Amedê jî xwê lê tê kirin û paşê tê xwarin."
Bîçer jî bal kişand ser rewşa aborî û diyar kir ku îsal acûr biha bûne.