STENBOL - Li Navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê 4 karkerên penaber ên li kargeriyekê dixebitîn şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. 6 karker jî birîndar bûn.
Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku li Navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê di kargeriyekê de şewat derket. Di şewatê de 4 karkerên penaber şewitîn û jiyana xwe ji dest dan û 6 kerker jî birîndar bûn.
Walîtiyê da zanîn ku saet di 03.15'ê şevê de li taxa Cumhuriyetê li ser rêya Hadimkoy a Navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê, agir bi fabrîqaya ku hilberîna malzemeyên plastik dikir ketiye. Di şewitandina fabrîqeyê de 4 karkerên biyanî jiyana xwe ji dest dane û 2 karkerên fabrîqeyê û 4 xebatkarên agirkujê birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.
Di betlaneya Cejna Remezanê roja 6'ê Hezîranê de jî li Kocaelî agir bi fabrîqeyekê ketibû û 4 karkerên biyanî di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn.