HDP: Daxuyaniya Ocalan û siyaseta HDP'ê hev temam dikin, di stratejiya hilbijartinê de jî guhertin nîne

  • rojane
  • 14:01 21 Hezîran 2019
  • |
img

ENQERE - Hevserokên HDP'ê piştî daxuyaniya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya parêzeran da û raman û tespîtên xwe parve kirin daxuyanî da û wiha got: ''Daxuyaniya Rêzdar Ocalan û siyaseta ku heta niha HDP dike li hev dikin. Di stratejiya me ya hilbijartinê de tu guhertin çênebûye." 

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî piştî daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi rêya parêzeran xwe da raman û tespîtên xwe bi rêya daxuyaniyek nivîskî ragihandin.
 
HDP'ê di daxuyaniya xwe de xeta ''Rêya Sêyan'' tê destnîşankirin û daxuyaniya Ocalan û siyaseta ku heta niha HDP'ê kiriye li hev tên. Hevserokan diyar kirin di stratejiya hilbijartina Stenbolê ya HDP'ê de tiştek neguheriye û her wiha di gavên taktîk de jî tiştek neguheriye.
 
'DAXUYANIYA OCALAN BI MANEYEKE DÎROKÎ YE'
 
Daxuyaniya HDP'ê wiha ye:
 
''HDP partiyeke wiha ye ku sembola siyaseta demokratîk û muzakereyên demokratîk e. Daxuyaniyên Rêzdar Ocalan ên têkilî HDP'ê, di ser hesapên siyasî yên rojane yên partiya desthilatê û polemîkên hilbijartinê re ne û xwedî wate û giranbûneke dîrokî ne.
 
HDP bi giştî li ser çanda lihevkirina demokratîk veguherandina demokratîk a civakê dide ber xwe. Ji bo hevalbendiya demokratîk, ji bo serkeftina têkoşîna demokrasî û aştiyê hewl dide. Ji ber van sedeman jî em daxuyaniyên  Rêzdar Ocalan ên bi heman çarçoweyê ji bo serkeftina demokrasî û aştiyê em pir jiyanî û girîng dibînin. Em bendewar in ku desthilat û muxalefet, hemû derdorên civakî jî, li ser çareseriya arîşeyan bi vê nêzîktêdayina demokratîk bin.
 
DIVE MIROV NEKE AMÛRA POLEMÎKAN
 
Gotinên ku  Rêzdar Ocalan ên bi çarçoweya dîrokî gotî, ku Ocalan di girtîgeha girava Imrliyê bi defetên pir kêm e ku bikaribe ramanên xwe par ve bike û hê jî di nav şertên tecrîdê de ye, dema ku bi alîgirî an bê alîgirî, bi niyetekê an jî bê niyetekê bike amûra hesabên siyasî yên rojane û polemîkên hilbijartinê, di serî de çareseriya demokratîk pirsgirêka Kurd, wê çareseriya li ser zemîna siyaseta demokratîk a pirsgirêkên civakî qels bike, ziyanê bigihîne têkoşîna demokrasî û aştiyê.
 
OCALAN YEK JI MÎMARÊ RAMANGERIYA DAMEZIRÎNER A HDP'Ê YE
 
Divê neyê jibîrkirin ku Rêzdar Ocalan her wiha yek ji mîmarê ramgeriya damezirîner a HDP'ê ye, ku HDP di têkoşîna demokrasiyê û aştiyê de bi pozîsyoneke polîtîk a girîng e. Helwesta berjewendîxwaziya rojene û derî sincî ya li bara Rêzdar Ocalan, ku Ocalan yek ji girîngtirîn muxatabê çareseriya demokratîk a pirsa Kurd û aştiya civakî ye, wê ziyanê bigîne têkoşîna aştî, dadmendî, wekhevî û azadiyê ya Tirkiyê.  Ji bo hevalbendiya destûrî ya demokratîk, ku li ser hîmê welatiyê wekhev peymana civakî wê bide ber xwe û ji bo çanda lihevkirina demokratîk ra û rîşalên xwe bi kûrahiyê ve berde, aliyên xwe çi dibin bila bibin, bi nirxên hiqûq, dadmendî, nirxên gerdûnî û li ser hîmê siyaseta azad, divê her kesek helwesta xwe diyar bike.
 
 
DERÎ ETÎKBÛNA AA'YÊ
 
Helwesta sersar a AA'yê ku mîna ajansa desthilatê dixebite, ji bo ku mirov bibîne ku sincê çapemeniyê çawa davêjin ber piyan, ibret e. Helwesta AA'yê çespandina pênebaweriya li hiqûqa Imraliyê û binpêkirina wê ye. Metneke bi berpirsyariya dozgeriyê û rêveberiyê, hê negihayî muxatabên xwe, dayina nav destê AA'yê, çespandina derhiqûqî û dersinciya 20 salan e. Raya giştî ya demokratîk divê dêhn û bala xwe bide ser vê rewşa kêfî. Hewldana Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Erdogan, a di ser metneke wiha re, ku bi rengekî derî sinc hatiye parvekirin, ya bi mebesta ku partiya me û Rêzdar Ocalan bîne pêşberî hev, nîşan dide bê ka çendî bi refterên pragmatîs e û çendî bêgav maye.
 
STRATEJIYA RÊYA SÊYAN
 
Weke ku Rêzdar Ocalan di Stratejiya Rêya Sêyan de, ya ku wî hilberandiye, û di bangê de diyar kir, HDP di siyaseta dubendî de, ya di navbeyna Hevalbendiya Cumhur û Hevalbendiya Milet de ne alî ye. Mirov nikare ji nedîtî ve were zimanekî navtêdar û dubendiyê çêdike û her tiştî bi ''reş-spî'' bi nav dike, di ser dijberiyan re tê avakirin, li gel stratejiyeke rageşiyê tê domandin, şêwazeke siyasetê ya ku bi doqikê destan tê kirin, pirsgirêka Kurd jî di nav de, hemû pirsgirêk kirine rewşeke kronîk û derfetên çareseriya demokratîk ji holê rakiriye, her ku diçe derfetên jiyana hevpar tine dike. Li şûna zimanekî bi kuşpeneyî û ya xwe bi ser yê dî dixe, ku mohra xwe li pêvajoya beriya hilbijartinê dayî, li şûna siyaseteke navtêdar û dubendiyan çêdike, serwerkirina zimanekî qanîkirinê û şêwaza siyaseta demokratîk, çareserkirina arîşeyan a bi azîneya danûstandinên demokratîk, hewldana ku mirov çanda lihevkirina demokratîk geş bike, wê bie gava destpêkê ya iklimîke siyasî ya nû.
 
HDP RÊYA SÊYAN E
 
Perspektîfa siyasî ya berfireh a daxuyaniya Rêzdar Ocalan têra xwe zelal e û gotiye, ''rêya sêyan hûn in''. Ya ku HDP jê re ''rêya sêyan'' dibêje, rêya demokrasî, rêya aştiyê ye. Rêyeke wiha ye ku hemû derdorên civakî li ser para demokrasiyê digihijin hev.
 
DAXUYANIYA OCALAN BI SIYASETA HDP'Ê RE LI HEV DIKE
 
HDP, ji kûderê tê bila were, li dijî zilm, neheqî û zordariyê ye.  Em HDP bi stratejî û taktîkên polîtîk ku heta niha me şopandî, bi qelskirina desthilata AKP'ê, ku AKP her ku dibe xwedî hêz dibe xwedî karekterê olîgarşîk, hewl didin ku vegerînin ser nirxên demokratîk. Stratejiya me her wiha ew e ku hemû hêzên muxalîf ên civakî, di serî de li ser pirsa Kurd, li bara hemû arîşeyên Tirkiyê bikişîne ser bihistyariya demokratîk. Ji ber vê, daxuyaniya Rêzdar Ocalan û siyaseta ku heta niha HDP'ê kirî, li hev tên. Rêzdar Ocalan jî, HDP jî li ser şêwaza siyaseta demokratîk radiwestin û pêşniyar dike ku çareseriya arîşeyên siyasî û civakî yên Tirkiyê, li ser hilbijartina Stenbolê, ku geşedaneke rojane ye, neyên nirxandin.
 
STRATEJÎ Û TAKTÎKA HILBIJARTINÊ NEGUHERÎ YE
 
Di stratejiya hilbijarinê û gavên taktîk  ya HDP'ê de, ya li ser hilbijartina Stenbolê,  ku HDP di nav du blokên dîrokî de ne alî ye û stratejiya Rêya Sêyan bi rengekî biryardar û lê rawestiyayî didomîne, ti guhertin nîn e.''

Sernavên din

23/06/2019
09:04 'Sivîlan dişînin Atmeyê, milîtanan dişînin Îdlibê'
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
08:23 Li Sîlopî bi hezaran ciwan tevlî şahiyê bûn
08:17 Hilbijartina li Stenbolê dest pê kir hilbijêr diçin ser sindoqan
22/06/2019
21:06 Komeleya Ekolojiyê: Warê me talan dikin
16:16 'Gelo çima girtiyekî nexweş ê 74 salî girtî ye?’
16:02 ‘Girtiyê nexweş Akay serbest berdin'
15:35 Komîsyona Jinê ya Navenda ÎHD'ê: Li Xelfetê îşkenceya zayendî hat belgekirin
15:34 Koçyîgît: Stratejiya HDP'ê fêrbûnan guhert
15:33 ‘Divê girtiyê nexweş Abdulazîz Ozdemîr li nexweşxanê bê dermankirin’
14:59 Duyemin Serokê TTB'ê Çerkezoglu: Şer îro jî pirsgireka tenduristiya civakî ye
14:43 Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ahmet Ustun pirsîn
14:36 ‘Walî bi qedexeyan nikare ser rastiyan bigire'
13:46 70'yemîn Kongreya TTB'ê dest pê kir
13:43 Kaftancioglû: Tifaqa Stenbolê dê qezenc bike
13:25 Hevserokên HDP’ê dê dengên xwe li Stenbolê bidin
13:12 Çîçek: Stratejiya me ya Îtîfaqa Demokrasiyê wê gelê Tirkiyeyê bi ser bixe
12:32 Polisan li Mêrdînê 4 cîwan binçav kir
12:24 Parêzerê navbênkarî kir kuştin
12:23 Qaymeqamiya Derikê bernameya îmzekirinê ya Nivîskar Mehdî Perînçek qedexe kir
12:07 Hejmara kesên li Sîwereg hatin binçavkirin derket 6’an
12:07 ‘Biryara ji bo Abdullah Altûn, ji bo mexdûrên DGM'ê emsal e '
11:11 10'emîn Kongreya Pena Kurd dest pê kir
10:51 Pêşengên eşîrên Reqa: Banga Ocalan çareseriya Tirkiye û Sûriyeyê ye
10:42 Malbata Layik: ÎGA dixwaze sûcê xwe bincil bike
10:41 Koca ya MÎT’ê gef lê xwar: Emê bi piştevahiya jinan van êrîşan têk bibin
10:15 Xalê min di mizgeftê de kuştin
09:38 250 parêz dê ji Îzmîrê ji bo ewlekariya hilbijartinê biçin Stenbolê
09:35 Li Dersimê 'Zinare Ko Bermenî' cezb dikin
09:23 Bijîşk henekê xwe bi girtiyê çavên wî kor bûn, kir: Bi şev li stêrkan mêze bike!
09:13 Ji 10 keyayên ji peywirê hatibûn girtin 6 jê vegeriyan ser karê xwe
09:12 'Divê ser skandala tecawizî ya li Agiriyê neyê girtin'
09:12 Dema şelengoyan dest pê kir
09:11 Dest ji Stenbolê berdan hatin Westanê: Divê jin dest ji axê bernedin
09:11 Nivîskar Îlhamî Çinar di greva birçîbûnê de romanek nivîsand
09:10 Êşa xwe bi çêkirina berhemên hunerî re dixeritîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
08:38 4 penaber li Stenbolê şewitîn û mirin
21/06/2019
17:00 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
16:59 Taş: Îşkenceya li kurdan tê kirin ji nedîtî ve tê
16:09 Baroya Amedê komkujiya Sîweregê şermezar kir
14:52 Hat angaştkirin ku Zulfîkar Îzol li Meclisê bi parlamenterên AKP'ê re hevdîtin kiriye
14:28 Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çûn Qendîlê
14:25 Li Amedê tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat şermezarkirin
14:03 Li Enqereyê 5 ESP'î hatin binçavkirin
14:01 HDP: Daxuyaniya Ocalan û siyaseta HDP'ê hev temam dikin, di stratejiya hilbijartinê de jî guhertin nîne
13:59 Turk: Em alîgirê demokrasiyê ne
13:25 Temellî: Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, dê di 23’yê Hezîranê de jî eynî be
12:51 Operasyona li Xakurkê bi ser neket!
12:24 ÎGA’yê ji bo Layik daxuyanî da: Me wî ji kar dernexistiye
12:23 Li Tirkiye pirsgirêka penaberan: Em li ser bombeyê rûniştine
12:12 Cenazeyê du kesên ber lehiyê ketin hat dîtin
12:11 'Her Mal Dibistanek' xelat girt
11:23 Dîlan Îzol dike hawar û qîrîn: Gefên li ser me dewam dikin
10:59 Dema dixwestin biçin Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
10:35 Taşçier bangî Barzanî kir: Divê em li dijî ‘Bira kujiyê’ rawestin
10:34 Koçbera Şêx Mexsûd: Me jiyana xwe li pey xwe hişt û hatin
10:07 Ocalan: Divê HDP rêya xwe biparêze
09:50 Doza "biçûkxistina Serokkomar" li berdevkê OGÎ'yê Boltan hat vekirin
09:36 Parêzerê birayên Yildirim: Dema bersûc polîs û leşker bin berteka dewletê diguhere
09:27 Omer Ocalan: Dewlet ji nû ve eşîrparêziyê gûr dike
09:26 Endama Parlementoya Ewropayê Ward: Bendava Ilisûyê çênekin, guh bidin gelê xwe
09:25 Komeleya jinan girtin, lê deyn negirtin
09:24 Daneyên dawî yên Lêkolîna Avrasya: hilbijêrên AKP'î kêm dibin, ferq dê mezin be
09:23 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Zext û zoriyên li ser rojnamevanên kurd zêdetir in
09:21 Ligel bertekan dîsa li ser hewzeya Ava Asiyê Santrala Enerjiyê ya Biyokutle çêdikin
09:15 Ji ber krîzê êdî mirov ji bo dawetan zêran kirê dikin!
09:14 Bi 100 dolarî wan dişînin şerê Îdlibê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
20/06/2019
18:12 Ji Sêweregê bang kir: Dewlet û peywirdarên wê li kuderê ne?
16:38 TJA: Pirsgirêk bi bombebaranê û binavkirinê çareser nabe
16:37 Şaredariya Hewagê jî dest bi rakirina lewheyên Kurdî kirin
16:36 Dozger xwest rojnameger Akin bê cezakirin
15:39 Gunay: Hûnê têkildarî kuştina 2 sivîlên li Hezexê daxuyanî bidin?
15:30 Dayika Ekîn Wan bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin
15:18 Partiyên kurd operasyona Xakûrkê şermezar kirin: Siyaseta eskerî çareseriyê li pêş naxe
15:02 Boraya Wanê: Sînorê Îran û Wanê bûye gora penaberan
15:02 UNHCR: 70 milyon û 800 hezar mirov bêwar in
14:15 Ji Baroya Dersimê daxuyaniya 'ekîba profesyonel'
14:01 Personelê ewlekariyê Îbrahîm Layik hat definkirin
13:57 Mijara êrîşa zayendî ya Muftiyê Hezro birin meclîsê
13:42 Ji ÎHD’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Divê hemû dewlet çareseriyê hilberînin
13:41 HDP’ê banga ‘dengê stratejîk’ li hilbijêrên xwe kir
13:29 Li Siwêregê hejmara girtiyan derket 5'an
13:08 Rayedarên MEB’ê ji dayika zaroka wê rastî tecawîz hat re gotin: Ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne
13:02 Temellî: Divê her kes bi Ocalan re hevdîtin bike
12:39 'Derbarê Zulfîkar Îzol ê AKP'î û birayên wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin heye?'
11:56 Zilamê ku ji girtîgehê bi destûr derket 2 jin kuştin
11:43 Derbarê serokê TÎP'ê Baş de fezleke hat amadekirin
11:21 Altun ê 24 sal in girtîbû piştî biryara AYM’ê hat berdan
10:32 Li dijî Buroya Hiqûqê ya Gel operasyon: 7 binçav kirin
09:59 Polîsê ku Recep Hantaş kuşt hat berdan
09:58 Bavê birayên Yildirim: Sûcdar hatin xelatkirin
09:51 Di roja penaberan de gelê Dîlokê û penaberên Sûriye hev hembêz kirin
09:29 Ji bo neyên binçavkirin xwe li Newala Qoriyê veşartin
09:12 Genç: Kurd dê li Stenbolê li vîna xwe xwedî derkevin
09:12 Ji kuçeyên dîrokî yên Sûrê heta nava dîwaran çîroka azadîxwazekî: Zulkuf Gezen
09:12 'Wê AKP nikaribe Stenbolê bi dest bixe'
09:11 DMME'yê di doza KCK'ê de Tirkiye mehkûm kir
09:10 Koçeran berê xwe dan zozanên Serhedê