HEWLER - Hat angaştkirin ku ji ber tu pêşveçûn di operasyona bi navê "Pençe" ya TSK'ê de çênebûye, TSK'ê danîna leşkeran a Xakûrkê rawestandiye. Çavnakiyên li herêmê ragihandin ku windahiyên mezin ên leşkerî çêbûne û operasyon bê encam maye.
Hêzên Leşkerî yên Tirk (TSK) operasyona bi navê "Pençe" ku di 27'ê Gulanê de li dijî herêma Xakûrkê ya Herêma Federal a Kurdistanê dabû destpêkirin, bi bombebarankirina sînorkirî ya derdora Çiyayê Şekîfê didomîne. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ji ber bertekên gelê herêmê û windahiyên mezin, TSK'ê danîna leşkeran a Xakûrkê daye rawestandin.
Tê gotin ku danîna leşkeran û bombebaran daîmî ya bi balafiran a TSK'ê ya li dijî Çiyayê Lelîkan û herêmên Ziraran, Kiwêrt, Şekîf, Gura Seva û Evdil Kovî jî bê encam maye. TSK ku ji ber şerên dijwar di danîna leşkeran de bi ser neket, hewl da bi pêşmergeyên KDP'ê re tevbigere. Tê ragihandin ku vê helwdana TSK'ê jî ji ber bertek û çalakiyên mertalên zindî ya ciwan û jinên herêmê vala derketiye.
Çavkaniyên herêmî ragihandin TSK ku di danîna leşkeran de bi ser neketiye, leşkerên xwe yên ku daniya hin herêman jî neçar maye ku timik cihê wan biguherîne.
Heman çavkanî destnîşan dikin ku bomberana giran a herêmê, şewitandin zeviyan û xebata hevpar a rêxistina îstixbaratê ya KDP'ê Parastin û MÎT'ê encam negirtine.
Her wiha çavkaniyan diyar kir ku TSK'ê heta niha tu qotî nekiriye bin kontrola xwe û pêşmergeyên KDP'ê jî tenê li navçeya Sidêkanê bi cih bûne.
MA / Erdogan Altan