ÎZMÎR - Parezerê Komîsyona Îltîça û Koçberyê yê Baroya Îzmirê Alî Deman Guler, diyar kir ku li Tirkiye 4 milyon penaber dijîn û wiha got: "Ev nifûs bi qasî nefûsa welatekî Ewropa ye. Bi rêbaz û polîtikayên heyî rewşa penaberiyê bêtir dixe talûkeyê. Wekî ku em li ser bombeya li ber tekînê rûniştine.
Her sal bi sed hezaran mirov ji ber şerê li ser ruyê cûhanê rû dide û krîza aborî ji cih û warên xwe koç dikin. Di salên dawî de hêjmara kesên koç dikin qat bi qat zêde dibe. Di nava welatên cîhanê de herî zêde koçber li Tirkiye dijîn. Herî zêde Tirkiye malovaniya penaberan dike. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir ya 16'ê Gulana 2019'an bi awayekî fermî li Tirkiye 3 milyon û 606 hezar û 737 welatiyên Sûriye dijîn. Dîsa 365 hezar penaberên ji welatên din hatine li Tirkiye dijîn. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî di 2001'an de biryar da ku 20'ê Nîsanê Roja Penaberên Cîhanê bê qebûlkirin. Ji ber vê yekê li Tirkiye her sal di navbera 14-21'ê Heziranê de "Hefteya Koçberiyê" balê dikişînin ser rewşa penaberên cîhanê.
Têkildarî rewşa nebaren û koçberan Parezerê Komîsyona Îltîça û Koçberyê yê Baroya Îzmirê Alî Deman Guler, diyar kir ku li Tirkiye 4 milyon penaber dijîn û wiha got: "Ev nifûs bi qasî nefûsa welatekî Ewropa ye. Bi rêbaz û polîtikayên heyî rewşa penaberiyê bêtir dixe talûkeyê. Wekî ku em li ser bombeya li ber tekînê rûniştine." Guler, da zanîn ku îro li cîhanê 70 milyon mirov bê cih û bê war in û wiha got: "20 sal berê 70 milyon koçberê niha kêmî 35 milyon mirov bûn. Hêjmara penaberên cîhanê sal bi sal qat dibe û zêde dibe. Zagonên heyî bersîvê nade pêwistiyên penaberan. Wisa xuya ye ku ew qas mirov li cih û warên xwe nikarin bijîn. Nikarin çareseriyê bibînin. Şerê Sûriye 8 sal berê dest pê kir. Di encama şer de di nava welatê cîhanê de herî zêde Tirkiye koçber vehewandin. Herî zêde penaber hatin Tirkiye. Niha 4 milyon penaber li Tirkiye hene. Piraniya vana penaberên ji Sûriye hatine. Berê jî ji Iraq, Îran, Pakîstan, Filistin û welatên Efrîqeyê dihatin vir. Tirkiye di sala 1951'an de li hemberî berpirsiyariya penaberan Peymana Cenevre ya Statuya Hiqûqî ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî îmze kiribû. Lê heta niha Tirkiye ji bo penaberan çareseriyek mayinde pêş nexistiye.
Guler, destnîşan kir ku Tirkiye êdî bûye welatê tampon u wiha lê zêde kir: "Bi taybetî piştî di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa (YE) de peymana "Paşve Şandinê" hat îmzekirin, pirsgirêka penaberan asê ma. Li Tirkiye tu ewlehî û pêşeroja penaberan tune ye. Mafê penaberan nayê parastin. Penaber bi kedek pir erzan û bê sîgorta dixebitin. Ji bo bijîn neçarin karê herî zor û dijwar bikin. Ev bandorê li ser piyasa kar ji dike. Penaber di bin standartên herî kêm yên li Tirkiye de dijîn."
BI SED HEZARAN ZAROKÊN PENABER LI TIRKIYE JI DAYIK BÛN
Guler, da zanîn ku piştî koçberiya zêde bi sed hazaran zarok li Tirkiye ji dayik bûn û pêşeroja van zarokan tune ye. Guler, destnîşan kir ku ev zarok wê 10 sal şûnde rastî pirsgirêkên gelek mezin bên û wiha bi dawî kir: "Zarokên penaber, ji zimanê zikmakî zêdetir fêtî zimanê Tirki dibin. Piştî temenê 18 salî wê bibînin ku li Tirkiye tu şert û merc nayên avakirin. Wê nikaribin kar bibînin û nikaribin ji mafê perwerdehî û tenduristiyê sûdê bigirin.
Divê di serî de îktîdar bi taybet vê meseleyê bigire dest û çareser bike. Divê mile hiqûqi ava bike. Divê hikûmet bi hevkarî û alîkariya baro, rêxistinên civakî, saziyên demokratîk, komele, ode û hêzen neteweyî bi hevre li çareseriyê bigerin. Divê partiyên siyasî ji tenê ji bo dengan û hilbijartinê nêzî penaeran nebin. Em wekî baroya Îzmirê bang li her kesî dikin ku tev li niqaşên çareseriyê bibin.
‘142 HEZAR PENABERÊN LI VIR HEMBAJARIYÊN VÎ BAJARÎ NE
142 hezar penaberên li Îzmirê dijîn tev welatiyên vî bajari ne û Belgeya Vîzyona Paytextê Mafên Mirovan a Îzmirê ewil Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Tunç Soyer îmze kiriye."