MÊRDÎN – Ramazan Toksoy û Abdulsamet Akgul ên ku derbarê wan de biryara girtinê hat derxistin û dema hewl didan biçin Iraqê di bombebarana helîkoptêran de jiyana xwe ji dest dan. Kurapê Toksoy got: “Li vir behr tune bû bifetisin. Dema dixwestin sînor derbas bikin hatin bombebarankirin.”
Li Newala Qoriyê ya di navbera navçeya Kerborana Mêrdînê û naçveya Hezexê ya Şirenxê de roja 16’ê hezîranê di navbera esker û endamên HPG’ê de pevçûn qewimî. Piştî pevçûnê helîkoptêran herêm bombebaran kir û di bombebaranê welatiyên sivîl ên bi navê Ramazan Toksoy (45) ê bavê 5 zarokan û Abdulsamet Akgul (36) jiyana xwe ji dest dabûn. Heta niha hêj rayedaran ji bo her du welatiyan daxuyanî nedaye. Cenazeyê her du welatiyan jî li gundê Werzîkê ya girêdayî Kerboranê hatin veşartin.
Wextê pevçûnê her du welatî çima li wir bûne jî pir tê meraqkirin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarê her du welatiyan de lêpirsîn dide destpêkirin û derket olê biryara binçavkirinê hatiye derxistin. Beriya bûyerê jî bi demek kurt cendirme bi ser mala her du welatiyan de digirin lê ji ber ne li mal in nayên binçavkirin. Her du welatî ji bo neyên binçavkirin xwe li herêmê veşartine. Ji ber ku hûrguliyên dosyeya lêpirsîna derbarê wan de hatiye amadekirin eşkere nebûn, hat zanîn ku her du welatî biryara bi meşê biçin Herêma Federe ya Kurdistanê. Hewldana çûyîna Toksoy û Akgul a ji bo sînor derbas bikin nîvco ma û bûn hedefa bombebaranê. Piştî ku Ajansa Mezopotamyayê bûyer ji raya giştî re ragihand, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay bûyerê bir Meclîsê.
ŞÊNIYÊN GUND: DI BOMBEBARAN DUYEMÎN DE HATIN KUŞTIN
Kesên diçin taziyeya Akgul û Toksoy li bûyerê dipirsin. Li gorî vegotina gundiyan; pevçûn saet di 09.00’an de dest pê dike û nêzî 4 saetan didome. Gundiyan ragihand ku piştî serpelek eskeran di pevçûnê de hat kuştin, helîkoptêr dest bi bombebaranê dikin û demek bombebaran disekine û şûn ve cihek din bombebaran dike. Gundiyan da zanîn ku di wê kêliyê de ji wan re hat ragihandin ku 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Gundiyan got piştî bombebarana duyemîn dîsa ji wan re hat ragihandin ku 5 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Gundiyan diyar kir ku wan nizanibûye yên jiyana xwe ji dest dane kî ne û hînbûn ku ji yên jiyana xwe ji dest dane Toksoy û Akgul jî di nav wan de ne, fêm kirine ku sivîl hatine kuştin.
SIVÎLÊN HATIEN BOMBEBARANKIRIN 5 KES IN GELO?
Gundiyan da zanîn ku 3 cenazeyên din jî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin aîdî sivîlan e. Tê îdakirin ku yek ji van cenazeyan aîdî welatiyek ku ji gundê Hermes a navçeya Kercewsa Êlihê ye û her du cenazeyên din jî aîdî du welatiyên ji gundê Bafê ya girêdayî navçeya Hezexê ne.
AKGUL BI RÊYA ÎŞKURÊ KAR DIKIR
Abdulsamet Akgul bi rêya ÎŞKUR’ê di bin banê Serokatiya Karên Diyanetê li mizgefta gund wek xebatkarê paqijiyê dixebitî. Sîgorta Akgul hebû û mûçeyê wî ji aliyê ÎŞKUR’ê ve dihat dayîn. Akgul beriya niha jî gellek caran hatiye binçavkirin. Herî dawî Akgul ji bo îfade bide çûye Karakola Cendirmeyan a gund û piştî îfade daye hatiye berdan.
'DI BINÇAVAN DE ÎŞKENCE LÊ KIRIBÛN'
Birayê Akgul, Mehmet Reşat Akgul anî ziman ku beriya niha li qereqolê îşkence li birayê wî hatiye kirin û got: “Îşkence lê kiribûn. Diranek wî şikandibûn. Em dizanin binçavkirin çi ye û çawa ye. Ji ber vê yekê ji bo encamên lêpirsînê fêr bibe ewilî xwe veşart û paşê biryara dê biçe Iraqê da. Birayê min serê sibehê çû û carek din venegeriya. Birayê min tiştek xerab nekiribû. Lê wî kuştin. Ez dixwazin ew kesên bûne sedema kuştina birayê min derbixin holê. Ez bang li Komeleya Mafên Mirovan dikim ku li meseleyê bipirsin û dixwazim ji berpirsiyaran hesab bê xwestin.”
'ÎNSANÊN BÊÇEK BOMBEBARAN KIRIN'
Ramazan Toksoy ê bavê 5 zarokan jî li gund bi karê cotkariyê re mijûl bûye. Toksoy jî wek Akgul gellek caran hatiye binçavkirin û wî jî terkkirina gundê xwe tercîh kiriye. Kurapê Toksoy, Suleyman Toksoy jî wiha got: “Derbarê wî de biryara girtinê hat derxistin. Wî jî biryara xwe da ku biçe Iraqê. Dema şer qewimî em li gund bûn. Her du jî sivîl bûn. Li ser wan çek jî tune bûne. Em ê li heqê xwe bigerin. Em baş nizanin mesele çawa qewimiye. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin çi qewimiye derkeve holê. Nexwest biçe Ewrûpayê û noqî ava behran bibe. Li vir behr tune bû bifetisin. Dema dixwestin sînor derbas bikin hatin bombebarankirin.”
MA / Ahmet Kanbal