AMED - Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, bang li Serokê Kurdistana Federe Neçîrvan Barzanî kir ku li dijî operasyona “Pençe” ya Tirkiye dewam dike, sekna xwe diyar bike û got: “Li Başûrê Kurdistanê di navbera KDP û YNK’ê de şerê ‘Bira kujiyê’ rû da. Bi hezaran pêşmerge hatin kuştin. Em naxwazin di nava partiyên Kurdan û Kurdan de ‘Bira kujî’ rû bide.”
Operasyona “Pençe” ya Tirkiyeyê bi dixwaza “Serweriya xwe li ser axa Iraqê bide avakirin” di 27’ê Gulana 2019’an de, li herêma Biradost a Herêma Kurdistana Federe da dest pê kirin, 26 rojin bi şer û pevçûnan û bombebaranê dewam dike.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier, operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê nirxand û bêdengiya Rêveberiya Herêma Kurdistana Irakê (IKBY) û hikumeta Navendî ya Iraqê rexne kir.
‘OPERASYONA PENÇE, OPERASYONA DAGIRGERIYÊ YE’
Taşçier, diyar kir ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistana Federe ev 25 salin operayonên xwe berdewam dike û wiha axivî: “Tirkiye herêmê tim bi balafirên şer bombebaran dike. Lê ligel vê jî heya niha tu encam bi dest ne xistiye. Ev dagirkeriye û hewl didin herêmekê kontrol bikin. Ev dagirgeriyek mîna ya Efrînê ye. Ji ber vê divê gelê Başûr, Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe, partiyên siyasî yên herêmê û saziyên civaka sîvîl, li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin.”
‘PIRSGIRÊKA KURDISTANÊ YE’
Taşçier, anî ziman ku bapîrê Serokê Herêma Kurdistana Federe Neçîrvan Barzanî, Mele Mustafa Barzanî di sala 1945’an de bi 2 hezar pêşmergeyan re ji Kurdistana Federe derbasî bajarê Mahabadê yê Îranê dibin û li vê derê parastina Komara Kurdistana Mahabad dikin û wiha got: “Bajarê Mahabat li Rojhilat bû û Mele Mûstafa ji bo parastina wê çû bajêr. Ji bo vê yekê jî ma be ev dagirkerî nayê qebûl kirin. Divê rêveberiya Kurdistana Federe û hikumeta Iraqê li dijî vê dagirkeriyê rawestin. Divê hemû partiyên siyasî yên li Kurdistana Başûr dij vê dagirkeriyê derkevin. Ev ne tenê pirsgirêka partiyekê ye. Ev pirsgirêka Kurdistanê ye. Bi hezaran salin Kurd li ser vê erdnigariyê dijîn. Ger em dagirkeriya Tirkiyeyê, yan jî dewletek din qebûl bikin, kîjan parçe dibe bila bibe, dê ji bo tevahiya Kurdistanê bê qebûlkirin. Hemû parçeyên Kurdistanê, Kurdistane. Ji ber vê divê helwestek hevpar pir girînge.”
‘BARZANÎ DIVÊ JI BO BERJEWENDIYÊN NETEWA KURD TEVBIGERE’
Taşçier, da zanîn ku Neçîrvan Barzanî li gorî polîtîkayên demî tevdigerin û wiha pê de çû: “Ev yek zirarê dide yekitiya gelê Kurd. Divê Barzanî ji bo berjewendiyên netewa Kurd tevbigere. Dema ku DAIŞ’ê êrîşê Kerkukê kir, PKK li dijî êrîşan rawestiya û destûr neda ku DAIŞ Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji ber ku ev pirsgirêkek neteweyî ye. Polîtîkayên Barzanî bi revê dibe, dê veguherin ‘bira kujiyê.’ Li Başûrê Kurdistanê di navbera KDP û YNK’ê de şerê ‘Bira kujiyê’ rû da. Bi hezaran pêşmerge hatin kuştin. Em naxwazin di nava partiyên Kurdan û Kurdan de ‘Bira kujî’ rû bide. Em li dijî ‘bira kujiyên.’ Pirsgirêka gelê Kurd a bingehîn, Yekitiya Neteweya Kurde û divê patiyên Kurdan ji bo xizmeta yekitiya neteweyî polîtîkayan bi rêve bibin. Divê ne bira kujî, Kongreya Yekitiya Netewaya Kurd pêk bê. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, di çarçoveya tifaqa neteweyî de peşmerge derbasî Kobanê bûn. Vê hêzek mezin da gelê Kurd û DAIŞ têk bir. Ji ber vê yekê di rojên wiha de divê gelê Kurd bibin yek û li dijî dagirkeriyê têbikoşin.”
'DIVÊ HELWESTA XWE DANE HOLÊ'
Taşçier, bal kişand ser bêdengiya rêveberiya Herêma Kurdistana Ferdere û hikumeta Iraqê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi dema ku Kurd bibin yek, wê demê dê li Rojhilata Navîn bibin xwedî statu. Rêveberiya Federe êrîşên li dijî Kerkukê yên piştî biryara referandûmê dîtin. Wê demê çar dewlet Kurdistan kirin çar parçe, li dijî Kurdan bûn yek. Tirkiyeyê, bi birçîbûnê gef li Kurdan xwar û ambargo danî ser Kurdan. Îranê Haşdî Şabîî kir dewrê. Sûriyeyê û Iraqê jî êrîşî Kerkûkê kirin. Ji ber vê bi taybetî Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe, divê li dijî vê dagirkeriyê helwest û sekin nîşan bide. Îro nûnertiyek heye û diviya bû Barzanî heya niha cîhan rakira ser piyan. Lê bêdeng dimien. Ev nayê qebûl kirin. Divê demildest helwesta xwe dane holê.”
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç