ŞIRNEX - Parêzer Rojhat Dîlsîz ê biryara beraet û birîna cezayê bi pere yên polisên ku li Silopyayê bûn sedema mirina birayên hev Mûhamed û Fûrkan Yildirim îttîraz kir, anî ziman ku dema bersûc dibin polîs û leşker, dewlet hemû mekanizmayên xwe dixe dewrê û ji bo parastina bersûcan tişta ji dest tê dike.”
Li navçeya Silopya ya Şirnexê di 3'ê Gulana 2017'an de panzerek ket mala du birayên hev Mûhamed (7) û Fûrkan (6) Yildirim û bû sedema mirina wan. Rûniştina biryarê ya doza polisê ajokarê panzêrê Omer Yegît û serbaz Mûrat Maden ku Yegît peywirdar kiribû, pêr li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê hat dîtin.
Dadgehê ji ber sûcê "Bi qusûr bûye sedema mirinê" 2 sal û mehek ceza li bersûc Yêgît ku di rûniştina yekemîn de tehliye bibû birî. Dadgehê dûre ev ceza wergerand 19 hezar TL'î. Dadgehê derbarê serbaz Maden ê ku bi heman sûcdariyê dihat darizandin jî, biryara beraatê da.
'JI BO KU FAÎL DERNEKEVIN HOLÊ BI HEVRE TEVGERIYAN’
Ji parêzerên malbata Yildirim ku ji serî de doz şopand parêzer Rojhat Dîlsîz, derbarê biryara cezayê li polîsan hat birîn de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: “Bi vî cezayî bersiûc xelat kirin.”
Prz. Dîlsîz, diyar kir ku ev dosya dikarîbû bibe mînake erênî û wiha bilêv kir: “Lê dadgehê bi biryara da ev yek ji holê rakir. Weke hemû dosyayên me heya niha şopandin, ji dema ku bûyer pêk hat û heya roja îro, ji bo ku faîl dernekevin holê bi awayekê hevpar tevgeriyan. Dadgehê jî li gorî vê yekê biryar da.”
'ME SERÎ LI DADGEHA ÎSTÎNAFÊ DA’
Dîlsîz, diyar kir ku wan difikirî ku bersûz bên cezakirin û wiha got: “Em dihizirîn ku di vê dosyeyê de dixistina ceza neyê kirin. Lê di biryara hat dayîn de, ji bo ajokarê bû sedema mirina 2 zarokan tenê ceya pere yê 19 hezar TL hat dayîn. Dema ku bersûc dibin polîs û leşker, dewlet hemû mekanizmayên xwe dixe dewrê û ji bo parastina bersûcan tişta ji destê tê dike. Di dijî biryarê me serî li dadgeha îstînafê da. Ger rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bibin jî, ji bo ku darizandinek adîlane çêbe, em ê heya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) yê biçin.”
MA / Gokhan Altay