HATAY - Tê gotin piştî endamên OSO'yê yên ji bo li dijî HTŞ'ê şer bikin şandin Îdlibê direvin, valahiye çêbûye û ji bo ev valahî bê helkirin ji navendên paşvegerînê yên Hatayê, bi 100 dolarî belgeyan bi penaberan didin îmzekirin û wan dişînin Îdlibê.
Piştî şerê Sûriyeyê dest pê kir, Hatay û navçeya wê Reyhanli veguherîbû binkeya komên îslamîparêz. Niha jî tê gotin li navendên paşvegerînê sûriyeyên temenê wan di navbera 16-25 salan de dişînin Îdlibê. Tê gotin ji navendan her hefte herî kêm 150-200 kes di Deriyê Sînor ê Zeytîndaliyê re diçin Îdlibê û wan li Noqteyên Çavdêriyê yên Tirk bi cih dikin.
BELGEYAN DIDIN ÎMZEKIRIN
Tê gotin di demên dawî de endamên OSO'yê yên ji Efrînê ji bo li dijî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ/El Nusra) şer bikin dişînin Îdlibê, lê belê endamên OSO'yê direvin. Tê gotin ji bo ev valahî bê helkirin belgeyan bi penaberên li navendên paşvegerînê ne didin îmzekirin û wan dişînin Îdlibê. Li gorî agahiyên ji çavakaniyên herêmî bi dest ketin, penaberên vê belgeyê îmze dikin tê qeydkirin ku bi dilê xwe çûne.
BI 100 DOLARÎ DIŞÎNIN
Nûnerên STK'ê çûn Şaxa Navenda Paşvegerînê ya Îdareya Koçberiyê ya Hatayê û hevdîtin bi hin penaberan re çêkirin. Nûnerekî STK'ê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, naveroka hevdîtina xwe ya bi ciwanekî 18 salî re parve kir û got: "M.A. ku nêzî 4 meh in li navendê tê rawestandin, got jê xwestine bi beramberiya 100 dolarî biçe Îdlibê. Gef lê xwarine ku ger qebûl neke wê wî bişînin kampa Atmeyê ku li ser sînorê Îdlib û Tirkiyeyê ye."
Nûner, diyar kir ku li heman navendê penaberekî din jî ji wan re gotiye ji bo derbasbûyîneke bi dildariyî belgeyan bi wan didin îmzekirin û her kesî dişînin Îdlibê. Nûner, got: "Bi ciwanekî temenê wî 21 salî ye belgeyê didin îmzekirin û paşê bi xisûsî pê re diaxivin. Di hevdîtinê de jê re dibêjin 'Me ev belge bi te da îmzekirin. Lê tu yê biçî li Sûriyeyê li hemberî rêxistinên terorî şer bikî. Em ê beramberî vê mehê 100-150 dolarî bidin te. Hûn ê bi vê belgeyê bi awayekî dildariyî derbasî Sûriyeyê bibin.' Bi vî awayî gelek ciwanên sûriyeyî dişînin şerê Îdlibê."
HEFTÊ 150-200 KESÎ DIŞÎNIN
Nûner, bilêv kir ku der barê van derbasbûyînên dildariyî de wan hevdîtin bi Walîtiya Hatayê re çêkiriye û walîtiyê ji wan re gotiye her hefte 150-200 kes bi vî awayî derbasş Sûriyeyê dibin û ên derbas dibin jî temenê wan di navbera 16-25 salan de ye. Nûner, diyar kir ku wan ji walî re gotiye ev yek çawa pêk tê û walî jî gotiye: "Ev kes bi xwsteka xwe diçin. Ji ber tiştekî didlariyî ye em nikarin tiştekî bikin. Em jî hewl didin ku bi awayekî ewle derbas bibin." Her wiha nûner, bilêv kir ku wan îdiayên li navendên paşvegerîşê jî ji walîtiyê pirsî ne lê belê walîtiye qebûl nekiriye.
DIÇÛN ŞÛNA OSO'YIYÊN DIREVIN
Nûner, da zanîn ku kesên ji Tirkiyeyê ber bi Îdlibê ve tên şandin hin jê di Deriyê Sînor ê Zaytîn Daliyê re û hin jê jî di Deriyê Sînor ê Cîlvegozluyê re tên şandin û got: "Di demên dawî de jin milîtanên OSO'yê yên ji Efrîn, El Bab, Cerablûs û Ezazê ji bo li hemberî El Nusrayê şer bikin ber bi Îdlibê ve tên şandin, tev li nav refên El Nusra dibin. Hin jê jî ber bi Tirkiyeyê ve direvin. Bi vî awayî şûna OSO'yên direvin tê tijekirin."