RIHA - Heyeta ku ji parlementerên HDP'î û hiqûqnasan pêk dihat, ji bo bûyera ji ber erdan pêk hat û 6 kes jiyana xwe ji dest dan çû Sêwregê. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş, ji bo bûyera qewimî got: "Berî kû bûyerê bi vî rengî biqewimin, ev dewlet li kuderê ye, peywirdarên vê dewletê li kuderê ne?"
Parlementerên HDP'ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş, Omer Ocalan û Ayşe Suruc jî di nav de heyeta ji rêveberên partiyê yên navçe û bajaran û jiqûqnasan pêk dihat, ji bo bûyera ji ber erdan qewimî û 6 kes jiyana xwe ji dest dan, çû navçeya Sêwreg a Rihayê konê şînê yê li Taxa Areşê hat danîn.
Heyet ewilî çû Taxa Areşê, tev li şîna Zozan Îzolê bû. Di şînê de Nîmetûllah Erdogmûş axivî. Erdogmûş, bal kişand ser bûyera îkenceyê ya li Xeleftiyê û diyar kir ku di meha Remezanê de ew bi bûyerên nexweş re rû bi rû mane lê belê tu muxatab nedîtine.
Erdogmûş, bilêv kir ku ew wek heyeta HDP'ê çûne sekreteriya Serdozgeriya Sêwregê, lê belê nikaribûne hevdîtin pêk bînin.
'KÊR GÎHAŞT HESTÎ'
Erdogmûş, diyar kir ku aştî û aramiya civakiyî hatiye dînamêtkirin û bi vê bûyera dawî ya li Sêwregê êdî kêr gihaştiye hestî. Erdogmûş, bang li hikûmetê kir û got: "Em bang dikin. Eger em dewleta hiqûqê bin, eger li Rihayê belavkarên edaletê hebin, divê niha demildest sûcdar û kiryar bên darizandin. Asta mexdûriyetê diyar e. Bila li ber vê mexdûriyetê kes xwe li ker û lalîtiyê daneyne."
‘DEWLET LI KUDERÊ YE'
Erdogmûş, anî ziman ku ew ê wek HDP'ê tim ziamn, çav û guhê van mexdûriyetan bin û got: "Em wek siaysetmedarên HDP'ê di her kêliyê de dewletê hîs dikin. Dewlet, li her derê me ye. Berî kû bûyerê bi vî rengî biqewimin, ev dewlet li kuderê ye, peywirdarên vê dewletê li kuderê ne?"
Paşê HDP'î û parêzer çûn Taxa Çeltîkê û hevdîtin bi kesên xizmên xwe windakirine re çêkirin. Paşê heyet derbasî Taxa Karakoyûnê bû.