DERSIM - Baroya Dersimê ji bo dîtina Engîn Eroglû daxwaz kir ku bi ekîbin profesyonel xebatên lêgerînê bêne kirin.
Baroya Dersimê ji bo Engîn Eroglû ku di 15'ê Hezîranê de li gundê Yaylagunu yê navçeya Pilûr a Dersimê li ber sewalan winda bûbû, daxuyaniyeke nivîskî da. Baroya ragihand ku têkildarî mijarê bi Walîtiya Dersimê û Miduriyeta Bobelatê ya Bajar re hevdîtinan kirine û bi xebatkarên Miduriyeta Bobelatê ya Bajar re li qeraxê Mûnzûrê vekolînan kirine û vê bangê kir: "divê beşdarbûna lêgerînê ya sazî û dezgehên fermî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, rêveberên herêmî û dildarên bê zêdekirin, berdewamkirin û koordînasyon veguhere hewldaneke encamgir.
EKÎBÊN PROFESYONEL
Baroyê di daxuyaniya xwe de bal kişan ser hewldanên AFAD, ÛMKE û mirovên dildar ên saziyên ku ji bajarên din hatine û ev tişt ragihand: "Ev helwdan girîng in lê divê bi ekîbên profesyonel xebatên lêgerînê bêne kirin. Divê di dûrahiya 45 kîlometreyan a ji cihê bûyerê heta navenda Dersimê de timik kontrol bêne kirin û gerînekên avê yên li qeraxê keviran ên gelek bi dar baş bên vekolînkirin."