STENBOL - Hilbijêrên Stenbolê diyar kirin ku wê dengên Kurdan careke din encama vê hilbijartinê diyar bike û gotin: "Wê AKP nikaribe Stenbolê bi dest bixe."
Ji hilbijartina Stenbolê re tenê çend roj man. Stenboliyan, bilêv kir ku ew ê destekê bidin Namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû.
Ahmet Şakar Guneştepe, bilêv kir ku di hilbijartina 31'ê Adarê de AKP li Gungorenê zêde deng winda kirine û wê ev di 23'yê Hezîranê de jî dewam bike. Guneştepe, bal kişand ser hilbijêrên HDP'î û rola kurdan û got: "Bînalî Yildirim li Amedê dibêje 'mebûsê Kurdistanê û Lazîstanê.' Bi vî awayî dixwaze dengên kurdan bigire. Kesên heta niha zilm li kurdan dikirin niha jî ji bo dengên kurdan bigirin van tiştan dibêjin."
‘WÊ NIKARIBIN'
Gunşetpe, destnîşan kir ku wekî şaredariyên herêmê qeyûm tayînî Stenbolê jî kirine û got: "Hema çend gav şûnde standa AKP'ê heye. Li wê standê kartên 150 lîreyî yên A-101 û BÎM'ê belav dikin û dixwazin mirovan ber bi xwe ve bikişînin. Lê wê nikaribin Stenbolê bi dest bixin. Hilbijartina Stenbolê ji bo paşvebirina bloka AK-MHP'ê firsendek e."
‘JI BO DEMOKRASIYÊ'
Karkerê tekstîlê Selman Aykût jî, bilêv kir ku ji bo demokrasiyê ew ê dengê xwe bide Îmamoglû. Aykût, diyar kir ku ew HDP'î ye û got: "Kurd bidin kîjan partiyê wê ew partî bi ser bikeve. Stenbolî xwe di nav rêveberiyê de nabînin. Ew ji bo dengên kurdan bigirin dibêjin 'Kurdistan'. Lê ne samîmî ne."
‘GUHERÎN DIVÊ'
Hava Derîn a 80 salî jî diyar kir ku li Stenbolê pêdivî bi guherînê heye û got: "Erdogan nîvserokomar e. Nêviyê Tirkiyeyê li hêlekê nêviyê din jî li hêlekê. Divê hemû yek bin. Ciwan betal in. Loma pêdivî bi guherînê heye."
Xwendekar Mûrat Polat jî bilêv kir ku îktîdar ji bo daxwazên ciwana nabe bersiv û got: "Loma divê AKP biçe. Lê AKP têkçûyînê qebûl nake."
‘WÊ KURD DIYAR BIKIN'
Xwendekarê lîseyê Ahmet Şeyhbedrettîn jî got: "Wê kurd encama vê hilbijartinê diyar bikin."