STENBOL - 100 melayên Kurd ên ji bajarên cuda hatin, ji bo Namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû bi ser bikeve, derî bi derî digerin.
Melayên kurd jî ji bo hilbijartina Stenbolê tev dgerin. Melayên kurd ku 20 roj berê ji bo destekê bidin Namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû hatin Stenbolê. Melayên hatin Stenbolê derî bi derî digerin û ji hilbijêrên kurd ixwazin biçin ser sindoqan.
Yek ji van melayan jî Enver Emîrkûlû ye. Emîrkûlû ji Kopa Mûşê ye û di sala 1995'an de mecbûr maye ji gundê xwe koç bike û li Enqereyê dijî. Emîrkûlû, bilêv kir ku neheqî li Îmamoglû hatiye kirin û ji bo vê nêzî 100 mela hatine Stenbolê û semt bi semt ji bo hilbijartinê dixebitin.
Emîrkûlû, anî ziman ku divê her ks li dijî neheqî û bêhiqûqîtiyê dengê xwe bilind bike. Emîrkûlû, bilêv kir ku ji ber zilam li kurdan hatiye kirin qebûl nekiriye mecbûr maye perwerdehiya xwe ya medreseyê di nêvî de bihêle û piştî vê koçber bûye. Emîrkûlû, got: "Teqez divê mirovên me li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin. Ev ji bo mirovahiyê jî wisa ye, ji bo ola Îslamê jî wiha ye. Hz. Elî dibêje 'ê li ber zilmê bêdeng bimîne şeytanê bêziman e.' Ji bo vê em jî li dijî zilmê bêdeng nebûn û em ê nebin jî."
'EM LI DIJÎ ZILMÊ TÊDIKOŞIN'
Emîrkûlû, got: "Kî mafdar e, kî neheq e, her kes dizane. Eger Bînalî Yildirim ne bi 13 hezar dengan lê bi 13 dengan jî bi ser biketana wê hilbijartin ji nû ve nehata çêkirin. AKP, îtiraz kir û cardin deng dan hejmartin. Ji bo her tişt aşkere bibe û neheqî çênebe me dengê xwe dernexist. Lê di jimartina dawî de Birêz Îmamoglû bi 13 hezar dengî bi ser ket. Paşê ev jî qebûl nekirin û biryar dan ku hilbijartin ji nû ve çêbibe. Me 44 melayên kurd jî biryar girt ku em vê neheqiya li Ekrem Îmamoglû hatiye kirin qebûl nakin. Loma em li vira ne. Tevî melayên li Stenbolê em 100 mela dixebitin. Ji bo li dijî zilmê em bitêkoşin m hatin."
Emîrkûlû, bilêv kir ku di sala 1994'an de wexta neheqî li Erdogan hat kirin jî ew bêdeng nemaye û got: "Çawa niha ji bo Îmamoglû bi şev û biroj dixebitim wê çaxê jib o Erdogan jîx ebitîm. Em ji bo tu partiyan naxevitin. Em li dijî bêhiqûqîtiyê derdiekvin. Wê çaxê wexta neheqî li Erdogan hatibû kirin em li mala xwe digiriyan. Ji ber zilm tê kirin em li ber dikevin."
Emîrkûlû, destnîşan kir ku di dema xebatên hilbijartinê de AKP ji gel re dibêje 'ger hûn dengê xwe bidin partiyeke din hûn ê biçin dojehê", lê belê ew li dijî vê jî tev digerin. Emîrkûlû ku got "Têkoşîna li dijî zilmê peywira her kesî ye", bal kişand ser hedîsên Hz. Muhammed û got: "Pêxemberê me, dibêje 'Eger hûn li dijî zilmê li ber xw enedin, li dijî zaliman li ber xwe ndin hûn jî dibin şirîkê zilma zaliman.'"
'DIVÊ KURD DENGÊ XWE BIDIN ÎMAMOGLÛ'
Emîrkûlû, bang li kurdên li Stenbolê dijîn kir û xwest dengê xwe bidin Îmamoglû û got: "Ji bo em nebin şirîkê vê zilmê, vê neheqiyê, divê em ji bo mirovahiyê û ji bo hiqûqê dengê xwe bi kar bînin."
MA / Selman Guzelyuz -Sadiye Eser