MEXMÛR - Aqûbeta du welatiyên wargeha penaberan a Mexmûrê yên asayîşa PDK’ê ku ew di 13'ê heziranê de li Hewlêrê binçav kiribûn nayê zanîn.
Welatiyên wargeha penaberan a Mexmûrê Bêwar Emîn Tahir û Osman Nadir Hacî, piştî di 13’ê Hezîranê de çûn nexweşxaneyê, li Hewlêrê ji aliyê asayîşa HDK'ê ve hatin binçavkirin. Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê 6 rojin agahî ji welatî Bêwar Emîn û Osman Nadir Hacî nayê girtin. 2 welatiyen çûn nexweşxaneyê, piştî tehlîl û rontgenên pêwîst yên li nexweşxaneya Media Center girtin, çûn bazara Hewlêrê, piştî wê êdî agahî ji herduyan nayê girtin. Heta niha hem rêveberiya Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Mexmûrê serî ji bo aqûbeta 2 welatiyan fêr bibin, serî li qeymeqamiyeta Mexmûrê, Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, NY û Asayîşa Giştî ya Hewlêrê dan. Lê heya niha tu zanyariyek nedane malbatan. Gumana malbatan heye ku Parastina ser bi PDK’ê û asayîşa Hewlêrê ew girtibin
Rêveberiya Mexmûrê diyar kirin ku berpirsyariya sereke ya ewlekariya penaberên wargehê dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî (NY) û gotin ku heya niha NY van berpirsiyariyên xwe bi cih ne aniye.
Bêwar Emîn Tahir endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrêye û ji aliyê rêveberiya Hewlêrê û asayîşê û NY ve jî tê naskirin.