EDENE - Polîsan li Edeneyê bi ser malbata Kiliç de girt û Reber Kiliç binçav kirin. Polîsên ku di serdegirtina malbatê de gef li endamên malbatê xwarin, li kolanê jî gefa "Ezê we tevan bikujim" li welatiyên kolanê xwar.
Polîsan, di şeva 18'ê Hezîranê de li Taxa Kuçukdîkîlî ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi ser malbata Kiliç de girt û Reber Kiliç binçav kirin. Polîsên ku bi tundiyê Reber Kiliç binçav kirin li dervê malê jî gefa "Ezê we tevan bikujim" li welatiyên kolanê xwar. Polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de li dijî meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Edeneyê operasyon dabû destpêkirin şevê din bi ser malbata Kiliç de girtin û Rêber Kiliç binçav kirin. Polîsan di serdegirtinê de li Rêber Kiliç dan û bi lêdanê binçav kirin. Polîsan piştre li kolanê jî gefa kuştinê li welatiyan xwar. Dema gel li hev kom bû, polîs gule berda hewa û got: "Ez ê we tevan bikujim".
Welati Yildirim Şahin ku polîsan bi qundara çekê lê da krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê. Şahîn ê rakirin nexweşxaneyê anjio bû. Niha dermankirina Şahin didome.
Bavê Kiliç Suphî Kiliç, anî ziman ku dema kurê wî li mala birayê xwe bû, polîsan bi ser mala birayê wî de girtiye û binçav kirine. Polisan dema bi ser male de girt, derî şikandin û alavên malê belav kirin. Polîsan di 17'ê Hezîranê de jî bi ser malê de girtibû. Lê wê demê ji ber ku kurê min ne li malê bû ew binçav nekiribûn. Şevê din dîsa bi ser mala kurê min de girtin û kurê min Rêber binçav kirin. Polîsan li herdu kurê min xist. Dema me bihîst em jin û zarok bi hawarê çûn. Dema em çûn nêzî malê, polîsan çek li me kişandin. Ev di dîmenan de jî xuya dibe. Yên ku polîsan li wan dan û birîn bûn çûn nexweşxaneyê û wê rapora lêdanê bistînin
Em ê der barê polîsan de serlêdana sûc bikin."
MA / Hamdullah Kesen