ŞIRNEX - Qeymeqamê Cizîrê destûr neda ku Mevlude Gizleyici ya 2 pitikên wê yên cêwî ji ber bijîşkê pispor li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tune bûn jiyana xwe ji dest dan, dozê veke. Bavê 2 pitikên çêwî Şukru Gizleyicî helwesta Qeymeqam îtîraz kir û got: "Ger ku sûc li holê tune be, çima destûr nadin em lêpirsînê vekin."
Sala par li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Feyruz Pulat a 8 meh ducanîbû, ji ber li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bijîşkên pispor tune bû, 2 zarokên xwe yên cewê winda kirin. Dayik Mevlude Gizleyici ku li taxa Cûdî dijî, dema çû nexweşxaneyê ji ber bijîşk tune bû, pitikên wê di 10'ê Çile de ji ber tedawiya şaş jiyana xwe ji dest dan. Dayik Gîzleyîcî ji ber "Mudaxaleya dereng" û "Tedawiya şaş" 2 zarokên xwe yên cêwî winda kir.
Gîzleyicî, piştî 2 zarokên xwe yên cêwî winda kir, der barê xebatkarên tenduristiyê de li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê serlêdana sûc kir. Gîzleyîcî piştî li serdozgeriya Komarê ya Cizîrê serlêdana sûc kir, Qeymeqamê Cizîrê bi hinceta "Kêmasiya malzemeyê teknîkî tune" destûr neda lêpirsînê. Gîzleyîcî bertek nîşani helwesta qeymeqam da û wiha got: "Dema ez çûn ocaxa tenduristiyê bijîşk bêyî muayîne bike ez sewqî Polîkilînîka Zayîna Jinan a Lezgîn kirim. Li vir jî bi heman rengî bêyî min muayine bike bijîşk ez sewqî Beşa Kardiyoloji kirim. Bijîşkê Kardiyolojî ku navê wî nayê bîra min îlacek ji min re nivîsî. Piştî min ev îlac xwar dest û ruyê min reş û şîn bûn û werimîn. Di saetên êvarî de ez bê hal bûm û çûm Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li vir bijîşkê beşa Lezgîn tenê serum girê da. Bijîşk got tu nexweşî tune ne. Di saetên serê sibê de dîsa bêhal bûm û dîsa ez rakirim Nexweşxaneya Cîhanê ya Êlihê. Li vir diyar kirin ku Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tedawiya şaş kiriye. Bijîşkê vir got 'Ger ku di wext de mudaxale hatiba kirin zarokên de jiyana xwe ji dest nedidan.' Li ser vê yekê min serlêdana sûc kir.
Lê Qeymeqamê Cizîrê Faîk Arican serlêdana me bi hinceta "Kêmasiyên tibbî tune" red kir.
Hevjînê Gîzleyîcî Şukru Gîzleyîcî jî piştî îtîraza Qeymeqam Arican, bi rêya parêzeran li Dadgeha Îdarî ya Herêma Amedê îtîraz kir. Şukru Gîzleyîcî jî bertek nîşanî helwesta Qeymeqam da û got: "Ger ku sûc li holê tune be çima serlêdana sûc red kirin. Çima ser mijarê vedişêrin. Zarokên min dîsa paşve venagerin. Lê divê zarokên din ji ber vê sersariyê jiyana xwe ji dest nedin."