ÎZMÎR - Li Peravê Derya Ege ji sala 2015'an heta niha di 4 salên dawî de nêzî 2 hezar û 500 penaber fetisîn. Parêzer Azad Ozturk, anî ziman ku kaçakvaniya penaberan ji bo kesên ser rêwî, polîs, esker û personelên peravê bûye deriyê rantê.
Li herêma Derya Spî her sal bi hezaran penaber di keştiyan de noqî avê dibin. Bi sedan penaber di deryaya Ege de difetisin û bi sedan jî bi derfetên xwe an jî bi alîkariya tîmên rizgarkirinê yên peravê tên xelaskirin. Tenê di 4 salên dawî de nêzî 2 hezar û 500 penaberên noqî avê bûn fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Parêzerê ku li Navçeya Bodrûmê ya Mugla demek dirêj e li dozên penaberan dinere Prz. Azad Ozturk, diyar kir ku ji ber bûyerên li Rojhalata Navîn û Tirkiyeyê, bi hezaran penaber koçî Tirkiye dikin an jî ji Tirkiye koçî welatên Ewropa dikin û wiha got: "Penaberên ku dixwazin di tevahiya herêma Egeyê re derbasî qadên din bibin, bi awayekî bê ewle derbas dibin. Gelek penaber Bodrumê wekî korîdorê dibînin û hewl didin ji vir derbas bibin. Gelek penaberên di vire derbas bûn jiyana xwe ji dest dan. Li gorî dosyayên ez dişopînim û qeydên ketine lêpirsinên Midûriyeta polîsan, ji 2015'an heta niha li Peravên Deryaya Egeyê jin û zarok jî di navde 2 hezar û 500 penaberên noqî avê bûne jiyana xwe ji dest dane."
‘POLÎS Û ESKER JÎ DI NAVA VÊ ŞEBEKEYÊ DE NE'
Prz. Ozturk, destnîşan kir ku di salek dawî de 300 penaberên noqî avê bûn jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Di 3 mehên dawî de nêzî 900 penaberên ku xwestin bi keştiyan bi qaçaxî derbas bibin hatin girtin. Penaber rêya bê ewle û talûke didin pêş çavê xwe û tevî hemû talûkeyê dîsa derbas dibin. Kesên bi navê Ser Rêwî, polîs, esker û tîmên rizgariya peravê jî di navde ji bo her rêwiyekî 3-5 Euro distînin. Di nava vê şebekeyê de taksîvan jî hene. Gelek kesên din jî di nava vê tora qaçaxvaniya penaberan de hene. Dema ev dozya tên lêkolînkirin jî bi navê "Biryara veşarî heye" dozya ji raya giştî tên veşartin. Ev herêm bûye deriyê rantê. Li ser penaberan rant tê kirin. Hem ji bo kaçakvanên penaberan û hem jî ji bo esker û polîsan bûye deriyê rantê. Di nava vê tora şebekeya kaçakvaniye de polîs, esker, tîmên ewlehiya peravê û gelek kesên din hene. Ev karê qaçaxvaniyê bi organîze tê kirin. Ji ber biryarên hikûmetê stendine û helwesta Yekîtiya Ewropa penaber terkî qedera xwe hatine kirin. Bodrum, ji bo penaberan bûye xet û rêya karwanan. Rêborî ye. Ji ber ku di aliyê erdnîgarî de rêya herî nêzî Yunanîstanê vir e. Li vir ji otelvanan heta qeyikvan û teksîvanan tev di nava tora bazirganiya qaçakvaniya penaberan de hene."
Li gorî Xala 179'an a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) sûcê qaçaxvaniya koçberan ji 3 salan heta 8 salan e. Ozturk, herî dawî wiha got: "Ji ber ku ceza li gorî qanûnan nayê birîn û çav li vê qaçaxvaniyê tê girtin, ev bazirganiya li ser penaberan berdewam dike. Kesên ji vê torê tê girtin jî piştî 6 mehan girtî dimîne serbest tên berdan. Cezayê wî 8 sal bin jî tenê 2 - 3,5 sal ceza digirin. Ev dibe sedema berdewama ranta bazirganiya penaberan. Li aliyê din penaberên ku di rêde tên binçavkirin jî rastî gelek zor û zahmetî tên. Kesên tên binçavkirin nêzî 6-7 mehan doza wan berdewam dike. Kesên tên binçavkirin bi temanî têkiliya wî û derve qut dibe. Ji ber ku rêya ku xwe bigîne derdorê tune ye."
MA / Esra Solin Dal