* Li Kazanliyê, serevanên ku zebze diçandin, niha ji ber maliyeta wan kêm e erê xwe dan xox, nektarî û mûzan. Cotkaran, got: "Qet nebe em ê hew deyndar bibin. Qezenca mûz hindik e, lê bêmesref e."
* Helbetsvan-nivîskar Ayhan Erkmen ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakiyî çîrokên kurdî vedibêje, diyar kir ku çîrok ruhê mirov baş dike. Ji bo ev çand bidome wê Erkemn gund bi gund bigere û çîrokan vebêje.
* Di dema qeyûmê Şaredariya Colemêrgê de, li qeraxa robar selexane û axur bi 320 milyon TL'yî hatibûn çêkirin. Lê bêyî bên vekirin û dest bi kar bikin rûxiyan.
* Li Peravê Derya Ege ji sala 2015'an heta niha di 4 salên dawî de nêzî 2 hezar û 500 penaber fetisîn. Parêzer Azad Ozturk, anî ziman ku kaçakvaniya penaberan ji bo kesên ser rêwî, polîs, esker û personelên peravê bûye deriyê rantê.
* Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Dîlokê Abdulkadîr Denîz, bilêv kir ku cotkar dizanin şewitandina pirêzeyê zirar e, lê belê ji ber rewşa aborî dişewitînin. Denîz, diyar kir ku eger dewlet bi hîbeyê makîneya perçekirina priêzeyê bide cotkaran û mazotê bi erzanî bide wê rê li ber şewitandina pirêzeyan bê girtin.
* Hevjînên hev Hasna Tahhan û Muhyîddîn El Bedîncîkî ku ji Helebê koçî Dîlokê kirin, niha bi xetatiyê wê texrîbata şerî ya li ser xwe davêjin.
* Parlementerê HDP'ê yê berê Ferhat Encu ku nêzî 3 salan di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê de ma û hat berdan, diyar kir ku ji ber Komkujiya Roboskiyê bûye rojev ev ceza lê hatiye birîn û got: "Li hemberî roboskiyan kîneke wî ya cuda hebû. Ev kîn jî di şexsê min de derket holê."
* Hat derpêşkirin ku Heyet Tahrîr El Şam (HYT/El Nusra), ji ber pevçûn û bombebarana li Îdlibê 4 meh in civênên xwe li navçeya reyhanliyê çêdike. Tê diyarkirin ku li Eywana Dawetê ya Cemesî û lojmanên MÎT'ê dicivin.
* DMME’yê ji bo betalkirina wekîltiya 4 HDP’iyan ên berê ji Tirkiyeyê parastinê xwest.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê bi akademîsyên danezana aştiyê ya binavê "Em nabin hevkarên vî sûcî" îmze kirin û doz derbarê wan de hat vekirin re, li Otela Hîll a Taksîmê bi civive. Temellî dûre, dê li Qada Sûltanbeylî bi gel re bên cemhev. (14.00-19.00)
* Rûniştina dumeyên a danişîna doza darizandin Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dê li Kampusa Girtîgeha Sîncan a Anqerê bê dîtin. (10:00)
* Danişîna doza darizandina 22 rojnamegerên di serdegirtina rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin de, hatin binçavkirin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* 12'emîn danişîna derbarê kuştina Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Gezî de jiyana xwe ji dest da hat vekirin, dê dli 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna biryarê ya derbarê 2 polîsên li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi panzêrê ketin malekê û du birayên hev Yildirim kuştin de hat vekirin dê bê dîtin. (10.30)
* Danişîna doza derbarê polîs Sûleyman Esenboga yê di 28'ê Tebaxa 2015'an de, li navçeya Qoser a Mêrdînê bi îdîaya guh neda hişyariya "Reweste" Mazlûm Tûran ê 16 salî kuşt de hat vekirin, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ji nû de dest pê bike. (11.00)
* 12'emîn danişîna Hevşaredara navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya berê Sara Kaya ku qeyûm tayînê cihê wê hat kirin û girtin, dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin.(14.00)
* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di çarçoveya "Rojên Hey jê Hebûna Hewzeya Gola Wanê" dê komxebata Gola Wanê li Otela Elîte World li dar bixe. (10.00)
* Biryara serbest berdana Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî yê li Fakulteya Beytarî ya Zanîngeha Enqerê erkdar bû, di 3’yê Nîsanê de tundî li bijîşka klînîka taybet VCOM a dixebitî Ç.B. kir û dûre êrîşa zayendî pêk anî, dê li ber Rektoriya Zanîngaha Enqerê bê şarmezarkirin. (12:00)
* Rêxistina Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) ya Amedê, bi armanca serdegirtina ETHA û binçavkirin endamê wê şermezar bike, dê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* HDP û HDK, bi şîara "Dest nedin Heskîfê, bilê Dîcle azad bi herike" dê li Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)