ENQERE – Meclîsa Ciwanên HDP’ê têkildarî binçavkirina endamên xwe daxuyanî da û got: “Zextên li me tên kirin hêceta têkoşîna me ye.”
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binçavkirin û girtina li dijî endamên xwe daxuyaniya nivîska ya bi sernavê “Kes nikare siyaseta şoreşger a ciwanan asteng bike” weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku polîtîkaya tunekirinê ya salên 90’î ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê domandin û roj naçe ku faşîzm êrîşî aliyên muxalîf, parêzvanên maf û yên li ber xwe didin dike û dixwaze teslîm bigire.
Dewama daxuyaniyê wiha ye: “Em wek Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji roja dest bi rêxistinbûyîna xwe kiriye, her tim pêkanînên binçavkirin, revandin û ferzkirina sîxûriyê û hwd. li dijî me pêk hatin. Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî her polîtîkayên zextê pergala rêxistinbûyîna xwe parastiye û sekna xwe li dijî faşîzmê zelal kiriye. Pêla binçavkirina li dijî endamên me yên li Edeneyê mînaka dawî ye. Em êrîşên faşîst ên li dijî endamên xwe ji Gezî, Sûr û Cizîrê nas dikin. Van êrîşên faşîst çawa ku duh bêencam man dê ji niha şûn ve jî bêencam bimînin. Têkoşîna demokratîk a ciwanan bi binçavkirin, girtin û polîtîkayên şerê taybet dê paş de nexîne. Bingeha me ya bîrdozî û dîrokî xurt e. Koka me digîhîje 38’an, sêdaran, Denîzan, Zîndana Amedê û Mazluman. Van êrîşên faşîst dibin hêceta xûrtkirin û mezinkirina têkoşîna me. Em bang li ciwanan dikin ku cihê xwe di nava rêxistinbûyîna ciwanên HDP’ê de cih bigirin.”