MÊRDÎN – Malbata Îbrahîm Layik ê ku li Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê dixebitî û piştî wêneyê xwe di medya civakî de parve kir û hat îdakirin ku xwe întîxar kiriye gotin ew ji cînayeta kar bi guman in û rewşa derûniya zarokê wan baş bûye.
Personelê ewlekariyê yê Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê Îbrahîm Layik di hesabê xwe yê medya civakî de vê parvekirinê kir: “Ji ber em kurd in, her tim li dijî me dijminiyê dikin. Belkî bi vê tişta ez ê bikim re hin tişt biguherin. Bijî kesê ku bi kêfxweşî bêje ez kurd û tirk im. Heqê xwe helal bikin.” Hat îdakirin ku Layik piştî vê parvekirina nivîsa bin wêneyê bi çav hêsir întîxar kiriye. Di mirina Layik de nediyarî didome. Karên otopsiya cenazeyê Layik li Stenbolê didome û darbarê kuştinê de hin angaşt derketin pêş. Malbata Layik ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
‘DERÛNIYA WÎ BAŞ BÛ’
Birayê Layik, Omer Layik da zanîn ku dê piştî kar û barên otopsiye cenaze bibin Nisêbînê û li Goristana Hecacan veşêrin û piştî ku di hesabê wî medya civakî de meseleyê dîtine xwestine xwe bigîhîninê lê xwe negihandinê. Layik anî ziman ku ew nizanin bûyer çawa qewimiye û got: “Em ji cînayeta kar bi guman in. Birayê min ne kesek ku întîxarê bikira. Ew toximê vê axê ye. Bi peyama parvekir re dibe ku bi întîxarê dinixîmînin. Lê em dîsa nikarin gunehê tu kesî bixin stûyê xwe. Lê gumanên me di vî alî de ne. Halê dinyayê ye. Ji bo berjewendiyê ka çi nayê kirin.” Layik destnîşan kir ku rewşa derûniya birayê wî baş bûye û wiha got: “Ji me re qet behsa tiştên li balafirgehê hatine serê wî nekir. Jixwe kesek di halê xwe de bû. Ne kesek ku tevlî tiştan bibûya. Pirsgirêka wî bi kesî re tune bû.”
'BÛYERÊ BI DU ŞIKLÊN CUDA RAGIHANDIN’
Layik anî ziman ku jê re bi du şiklên cuda yên wek “Di bin serwîsa kar de maye” û “Xwe ji cihek bilind avêtiye” bûyerê ragihandine û wiha got: “Li gorî ku xwişka min wî di nava kefen de dîtiye serê çavê wî bixwîn bûne. Laşê wî xera nebûye. Rewş wilo ye. Em ê cenazeyê xwe bînin Nisêbînê. Em li bendê ne ku otopsî xilas bibe.”
MA / Ahmet Kanbal