AMED – Dadgeha Îstînafê biryara beraetê ya doza komkujiya Lîcê li gorî hiqûqê dît.
Li Navçeya Licê ya Amedê di 22'ê Cotmeha 1993'an de 16 sivîl û eskerek hatibû kuştin. Wê demê piştî Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin hat kuştin, eskeran Lice şewitand û 15 welatî kuştin. Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Albay Eşref Hatipoglu ku ji kuştina 15 welatiyan hat darizandin, dadgeha herêmî der barê wî de biryara beraetê dabû. Piştre doz biribûn Dadgeha Îstinafê. Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî hiqûqî dît.
1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê, diyar kiribû ku bûyer ne yek alî ye û aliyê wê ne tenê esker e. Dadgehê biryar dabû ku şer derketiye û idîa kiribû ku îdîayên der barê Albay Eşref Hatipoglu ne şênber in. Dadgeha Cezayen Giran a Îzmirê der barê Hatipoglu de biryara beraatê dabû. Li ser vê biryarê Dadgeha Îstînafê ya 1'emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêma Îzmirê jî heman biryar da û biryara dadgeha herêmî li gorî hiqûqê dît.
Di 22'ê Cotmeha 1993’an de eskerên Fermandariya Cendirmeyan bi ser navçeya Licê de girtibû û navçe şewitandibûn. Di bûyerê de Fermandarê Cendirmeyan ê Heremê Tuggeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Piştre eskeran navçe şewitand û 16 sivîl yek jê esker 17 kes hatin kuştin. 36 kes jî birîndar bûbûn.