‘Cotkar erdê xwe, mal, erse û wesayîyên xwe difiroşin'

img

MÊRSÎN – Serokê Hilberînerên Serayê yên Behra Spî Tansel Îzgî, bal kişand ser rewşa cotkarên serevaniyê dikin û destnîşan kir ku ji ber maliyetên zêde cotkar dixisirin. 

Li herêma Kazanli ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê, cotkarên serevaniyê dikin, îsal tiştek di dest wan de nema. Cotkaran, bilêv kir kir îsal ji ber maliyet zêde bûn zirar kirine. Serokê Hilberînerên Serayê yên Behra Spî Tansel Îzgî, bilêv kir ku cotkarên serayê wan li Kazanliyê ne, îsal nikarin xweşikî paleyiyê bikin û xwest rayedar rojek berî rojekê maliyetan kêm bikin. 
 
‘DÊ COTKAR BIXISIRIN' 
 
Îzgî, anî ziman ku zivistana borî ji ber şert û emrcên hewayê pir mexdûr bûne û niha jî ji ber cotkar nikarin li gor dilê xwe berên xwe bifiroşin, firingî û îsotên xwe berhev nakin. Îzgî, got: "Zivistanê serayên me di bin avê de man. Ji ber vê cotkar xisirîn. Ev jî bû sedema ku li bazaran fiyet biha bibin. Wê çaxê jî cotkar qezenc nekiribûn. Îsal jî ber zêde ne, lê li nav erd fiyetê îsotê bi lîre û lîre û nîvê ye. Em bi vî fiyetî nikarin heqê karkerên xwe jî derxin. Wê di dawiya serdemê de diyar bike ku cotkarên Kazanliyê çi qas xisarîne. Min li nav erdê xwe 20 donim firingî daniye, maliyeta wê 450 hezar lîre ye. Lê heta niha li nav erdê min bi 150 hezar lîreyî firingî şîn hatine. Pir xisirîm. Cardin dibêjim, wê di dawiya serdemê de diyar bibe ku cotkar çi qas xisirîne." 
 
Îzgî, anî ziman ku şert çi dibin bila bibin cotkar dev ji hilberînê berndane, lê belê ji niha û pê ve wê çawa be nediyar e û got: "Çi dibe bila bibe cotkar dîsa hildiberînin. Lê eger li bazarê berê wan bi 4 lîreyan biçe, nexwe di vir de tersiyek heye. Naylon 12 lîre bû, niha 20 lîre ye. Jixwe mazot çûye û hey çûye. Heqê şitlan jî wisa. Lê cotkar nikare nêviyê maliyetê jî bifiroşe. Îsal serê donimê mesref 25-30 hezar bû. Li gor par mesref zêdetir bûne. Ev ne ji ber cotkaran ne jî ji ber mezaxêra ye. Em her sald ibêjin, meqasa di navbera hilberîner û mezaxêran de teng bikin. Wê çaxê wê her tişt baş bibe. Yanî divê navbeynkar ji holê bên rakirin. Êdî divê Şaredariya Mezin a Mêrsînê û şaredariyên navçeyan maliyetan kêm bikin an jî bi kooperatîfan divê rasterast bberên cotkaran bikirin û cihên bazaran tespît bikin û wisa bifiroşin. Yanî divê polîtîkayên çandiniyê ji serî heta binî di ber çav re bên derbaskirin. Navbeynkar bi vî awayî dikarin ji holê bên rakirin. An jê wê cotkar her sal bixisire." 
 
HIN KESAN ERDÊ XWE FIROTIYE 
 
Cotkar Îbrahîm Akbaş, diyar kir ku wekî cotkarên din erdê wî jî di zivistanê de di bin avê de maye. Akbaş, anî ziman ku îsota li nav erd bi lîre û nîvê firotiye û got: "Maliyeta îsotên me pir zêde ye. Bi naylona wê, bi gubre, derman, şitil û bi heqê karkeran mesrefa donimekê 22 hezar lîre ye. Dermanê ku me bi 200 lîreyî dikirî niha bi 400 lîreyî ye. Me mesrefên xwe jî dernexistin. Li vira îsot erzan elê wexta diçe derve biha yeç. Li vira ê mexdûr dibe tim em in. Li vî welatî hilberîner hemû mexdûr in. Kes rê li ber vê nagire. Min jî demekê erdê xwe firotibû. Di vî karî de hin kesan tenê ne erdê xwe mala xwe, wesayîta xwe û her tiştê xwe firotine. Lê ji xeynî vî karî di dest me de karek din jî tune ye. Tenê em dikarin vî karî bikin. Va hûn dibînin, ji bo em betal nemînin em vî karî dikin." 
 
Cotkar Mahmût Yîgît bilêv kir ku xisiriye û got: "Îsal min 80 donim îsot çand. Dîsa xisirîm. Niha îsota min mesrefên xwe jîd ernaxe. Em ê vê serdemê jî deyndar bimînin. Ji xeynî vî karî ji destê me karekî din nayê. Em nekin wê zarok birçî bimînin. Em ê vê carê jî bi deynan biçînin. Em ji mecbûrî vî karî dikin. Divê êdî rê li ber vê bê girtin. Em diçînin lê em nikarin fiyet diyar bikin. Eger em nefiroşin wê di dest me de bimînin û hişk bibin." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/06/2019
09:10 Melayên Kurd ji bo hilbijartina Stenbolê dixebitin
09:09 Jinên HDP'î bang li jinan kirin: Dengê xwe bidin xwe
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2019'AN
19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'
14:06 Li Edenê xwestin ciwan bên berdan
13:42 Hejmara 3’yemîn a fanzîna Biçûkêd Kurmancan derçû
13:26 Birayê Îbrahiîm Layik: Derûniya birayê min baş bû
13:21 Demîrhan ê di greva birçîbûnê de çavekê wî kor bû nehat berdan
13:12 Demîrtaş: Ji bo ku mirov li Tikriyeyê nemirin em têkoşiyan
12:58 Li Midurê Karê Nivîsan a Yenî Yaşamê Akin doz hat vekirin
12:42 Ocalan: Ger ku Kurdan li Mezopotamya xelas bikin wê li Anatoliyê Tirk nemînin
12:07 Hewldana Jiyankirina Heskîfê: Hêj ku dereng nebûye bikevin tevgerê
12:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Walîtiyê jina 90 salî avêt kuçeyê
11:36 Welatiyên Amedê xwest Kurdên Stenbolê dengê xwe bidin Îmamoglu
11:33 Zarokên, dayika xwe di Komkujiya Garê de winda kirin dixwazin bavê wan bê berdan
11:07 Demîrtaş ji bo Stenbolê bang kir: Ez bi bawerim bêbiryarî tune ye
11:00 Hevserokê MED-DER’ê: Lewheyên rakirin sedama hebûna gelê Kurd e
10:40 Nameyên Ocalan nedan girtiyan
10:29 Qeyûmê Amedê 759 milyon deyn li pey xwe hişt
10:22 Danişîna biryara Doza Panzêrê sibê ye: Biyarek adil û bêalî bidin
10:07 Dadgeha Îstinafê beraeta doza komkujiya Licê li gorî hiqûqê dît
09:57 Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence li girtiyên nimêj nakin hat kirin
09:50 Şaredariya Amedê ji bo zarokan dest bi kursên havînê dike
09:50 Walîtiya Colemêrgê mehek din çalakî qedexe kirin
09:08 Hem çanda xwe didomînin hem jî pê debara xwe dikin
09:08 ‘Cotkar erdê xwe, mal, erse û wesayîyên xwe difiroşin'
09:07 Wê li dijî neheqiyê biçin ser sindoqan
09:07 Çalakgerê rojiya mirinê Cengîz: Divê em têkoşînê pêş bixin
09:06 Tekane kolînerê Rihayê ji ber krîza aborî wê dev ji karê xwe berde
09:06 Cotkar êdî maşîneyên xwe difiroşin
09:05 Duzkan: Di azadiya çapemeniyê de em di dema herî xirab de ne
09:05 Nalbûr: Heta atmosfereke ewle çênebe wê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2019'AN
17/06/2019
23:19 Li Agiriyê ji ber lehî û birûskê 4 kes mirin
20:54 Serokomarê xistî yê Misirê Mursî li eywana dadgehê mir
19:23 Li Hezexê şewat dîsa dest pê kir
18:45 Desteya Çandinî û Aboriyê: Şewatê 19 milyar lîre zerar da welatiyan
18:02 Temellî: Bila ne Heskif bila AKP di bin avê de bimîne
17:06 Arslan: Hêza pêşeng a demokrasî û azadiyê kurd in
16:25 35 kes li Edenê dibin çavan dene
16:03 'Agahiya we ji Avşîna 1 salî ya girtî heye?'
15:19 TTB: Em hemû kesên edaletê dixwazin vedixwînin kongreyê
15:16 Hevşaredarê Dêrikê yê berê hat berdan
15:13 Olûç: Hişmendiya 'Biçehimin biçin' û 'Emê rojhilatê Firatê paqij bikin' yeke
15:02 Rojnamegeran binçavkirina hempîşeyen xwe şermezar kirin
14:48 Li navenda Qamişlo teqînek rû da
14:39 Temellî: Em ê di sindoqan de bersiv bidin dijminên kedê
13:02 Şaredariya Geverê ji ber deynê qeyûm nikare kar bike
12:30 Kêştiya penaberan noqî avê bû: 9 kesan jiyan xwe ji dest dan
12:12 Gundiyan şewata piştî pevçûnê rû da vemiranedin