STENBOL - Stenboliyan, diyar kir ku di hilbijartina 31'ê Adarê de neheqî li Namzetê CHP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye kirin, lê ji bo ew rê li ber vê neheqiyê bigirin ew ê di 23'yê Hezîranê de biçin ser sindoqan.
Ji hilbijartina Stenbolê ya hat dubarekirin re çend roj man. Stenboliyan, bertek nîşanî YSK'ê da ku ji ber hilbijartin dubare kiriye. Her wiha hilbijran bal kişand ser girîngiya rola HDP'ê jî û gotin: "Kî bixwaze di hilbijartina Stenbolê de bi ser bikeve, divê ne bi çavê dijmina, bi çavê dosta li kurdan binere. Hilbijartina 31'ê Adarê pratîka vê yekê bû."
‘JI BER NEHEQÎ LÊ HATIYE KIRIN EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM ÎMAMOGLÛ'
Hasan Altay ê 67 salî ku ji Erziromê ye, got: "Ekrem Îmamoglû bi ser ketibû û mazbataya xwe girtibû. Lê YSK'ê mazbata betal kir. A ku YSK'ê kiriye derî qanûnê ye. Neheqî li Îmamoglû hat kirin. AKP-CHP heman tişt in. Lê ji ber neheqî li Îmamoglû hatiye kirin ez ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidim CHP'ê."
Xwendekarê lîsansa bilind Serhat ozdemîr, bal kişand ser daxistina tabeleyaên kurdî yên li bedlîsê û got: "Ez ji Bedlîsê me. Li Bedlîsê tişta ku qeyûm nekir şaredariya AKP'î dike. Şaredar tabeleyên bi kurdî rakir. Loma ez ê dengê xwe nedim AKP'ê. A rast rengê dengê me diyar e. Lê ji ber me namzet nîşan nedaye em ê li gorî biryara partiya xwe tev bigerin. Kî dixwaze di hilbijartina Stenbolê de bi ser bikeve, divê ne bi dijminahiyî bia wayekî dostane nêzî kurdan bibin. Hilbijartina 31'ê Adarê pratîka vê yekê bû. Êdî wext wexta dilxweşkirinê ye. Kî dilê hilbijêrên kurd xweş bike wê di vê hilbijartinê de bi ser bikeve."
‘EM LI DIJÎ NEHEQIYÊ NE'
Yeter Aslan ku ji Rihayê ye lê belê niha li Pendîk a Stenbolê dijî, bilêv kir ku ew HDP'î ye lê belê ew ê di vê hilbijartinê de destekê bidin Îmamoglû. Aslan, got: "Em en CHP'î ne. Parlementerên me ji ber CHP'ê girtîne. Lê em HDP tim li dijî neheqiyê ne. Loma em ê destekê bidin Îmamoglû. Îmamoglû, mafdar e û wê bi ser bikeve."
Emîne Yilmaz ku li Îskeleya Kadikoyê li ber standa CHP'ê ye, bilêv kir ku xebatên wan zêde ne û eleqeyeke zêde ya gel ji bo wan heye û got: "Biryara YSK'ê gel qaneh nekiriye. Loma li hemberî vê neheqiyê bêtir baldar in û eleqeyeke zêde heye. Wê her tişt xweş bibe."
Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDK'ê Mûrat Mihçi ku li ber standa HDP'ê ye û got"Mesele ne serketina Îmamoglû ye, mesele windakirina Bînalî Yildirim e" bilêv kir ku ew ê di vê şahiya demokrasiyê de bi hemû deng û rengê xwe cih bigirin.
‘JI BO AKP BIÇE EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM ÎMAMOGLÛ'
Erdîhan Erol ku li ber Girtîgeha Jina ya Gebzeyê destek dida çalakiya dayikan got: "Wexta em diçûn ber Girtîgeha Gebzeyê ji min re digotin 'Kî te tîne vira, çima tu têyî?' Min jî digot 'Ez bixwe têm.' Ji bo destekê bidim dayikan diçûm. Neheqî li kuderê dibe bila bibe, em ê li dijî wê tev bigerin. Çimkî em kurd aştiyê dixwazin. Em dixwazin her tişt xweş bibe. Ez ji CHP'ê hez nakim, lê ji bo AKP biçe ez ê dengê xwe bidim Îmamoglû."