STENBOL - Rojnamevan Ayşe Duzkan ku ji ber di kampanyaya "Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar" a Ozgur Gundemê de cih girtibû 4 mehan di girtîgehê de ma, got: "Li Tirkiyeyê tu demê rewşa azadiya fikr û ramanê pir baş nebûye. Di warê azadiya çapemeniyê de jî, serdema darbeyê li derveyî vê dihêlim, dikarim bêjim serdema herî xirab e."
Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatiye girtin, wê demê ji bo piştevaniyê kampanyaya "Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar" dabû destpêkirin. Yek ji kesên tev li vê kampanyayê bibû jî rojnamevan Ayşe Duzkan bû. Ji ber vê sal û 6 meh ceza li Duzkanê hatibû birîn û hatibû girtin. Duzkan di 12'ê Hezîranê de ji girtîgehêd erket. Duzkan ku di 29'ê Çileyê de ket Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê, di 23'yê Gulanê de sewqî Girtîgeha Vekirî ya Jina ya Çîfteler a Eskîşehîrê hatibû kirin. Duzkan ku nêzî 4 mehan di girtîgehê de ma, bal kişand ser vê pêvajoyê.
Duzkan, anî ziman ku dem di girtîgehê de bû gelek eksan jê re name şandine. Duzkan, diyar kir ku piştî sê mehan ji bo biçe girtîgeha vekirî daxwazname nivîsandiye û paşê wê şandine Girtîgeha Jina ya Vekirî ya Çîftelerê.
Duzkan, destnîşan kir ku wexta çûye Girtîgeha Çîftelerê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û gef lê xwarine ku wê bişînin girtîgeha girtî. Duzkan, bilêv kir ku li girtîgeha vekirî di qawîşa jinên zarokên wan hebûne de maye û got: "Qawîşeke pir biçûk bû. Wê kar û barê min hefteyekê dewam bikirana. Lê belê bdozger ewraqên min ji Girtîgeha Hendekê re şandibû. Ji ber ewraq bi derengî ketin, pêvajo jî bi derengî ket. Ji ber vê me cejn jî li wir derbas kir. Şertên girtîgeha vekirî ji ya girtî xirabtir bûn. Lê avantajek wê hebû; hûn kengî bixwazin hûn li derve digerin, baxçeyê wê heye. Lê pêkanînên wê pir tund in."
Duzkan, diyar kir ku zext û zorî tenê ne ji bo ên siyasî ne û got: "A rast li ser girtiyên edlî jî pêkanînên pir tund hene. Ezbi kesên bi şideta fizîkî re rû bi rû man re axivîm."
‘LI TIRKIYEYÊ TU DEMÊ AZADIYA FIKR Û RAMANÊ BAŞ NEBÛYE'
Duzkan, destnîşan kir ku li hemberî azadiya çapemeniyêz ext ûz orî tim hene û got: "Me piştevaniya Ozgur Gundemê kir, sedem ev bû. Lê zext ûz orî di salên dawî de pir zêde bûne. Zext ûz orî êdî çapemeniya muxalif derbas kiriye. Li Girtîgeha Bakirkoyê ku lê dimam, jinek ji ber li mala xwe tiştek nivîsandiye, bi heqareta lis erokmar hatiye cezakirin. Du sal in girtiye. Jinek hebû, ne şaş bim di sala 2015'an de twîteke Hakan Şukur ecibandiye. Bi giştî 4 şopînerên jinikê hebûne. Ji bo îfadeyê gazî wê kirine û wê birine girtîgehê. Ev komîk e. Lê belê li Tirkiyeyê tu demê rewşa azadiya fikr û ramanê pir baş nebûye. Di warê azadiya çapemeniyê de jî, serdema darbeyê li derveyî vê dihêlim, dikarim bêjim serdema herî xirab e."
‘GIRTÎGEH TIJE BÛNE'
Duzkan bi bîr xist ku di 12'ê Îlonê û di sala 1989'an de jî hatiye girtin û got: "Bi rihetî tê gotin 'ji serdema 12'ê Îlonê xirabtir e' lê em ne di serdemeke ku ji 12'ê Îlonê xirabtir e de ne. 89 hinekî cudatir e. Mirov hinekî dikaribû bêhnê bistîne û hinek maf hebûn. Wexta em hatibûn girtin grevên birçîbûnê hebûn û li dijî kincên yektîpî yekdengiyek hebû. Niha, şertên fizîkî baştir in. Heta niha bi sedan mirov mirine. Dîroka têkoşînekê heye. Ez jî bi nasnameya xwe ya rojnamevaniyê bûme şahidê wan. Eger niha rihetiyek hebe ev jî bi saya wan e. Lê belê di warê tijebûna girtîgehan de em li lûtkeyê ne. Tioje bûne. Du eks di nav nivînekê de radikevin. Nivîn li qada hevpar hatine raxistin. Kî zevt bike digire. Lê tiştekî wisa jî heye; kesên mirov didarizandin û dişandin girtîgehan jî tên girtin. Dozger û dadger jî tên girtin. Em ketine modeke wisa ku wê roj bê her kes têkeve girtîgehê."
Duzkan, bilêv kir ku bi zor agahî ji girtiyên di greva birçîbûnê de bûne girtiye û got: "Bi piranî me agahiyên der barê hundur de ji derve digirtin. Lê ji meha Adarê ve hew rojnameya Yenî Yaşamê dan me. Digotin 'Girtîgehan dikin nûçe.' Piştî Adarê hew dan me. Li hucreya em lê bûn kesên cezayê muebetê girtibûn hebûn. Bi piranî du kes diman. Ev ji ber cinayetê hatibûn. Dizanibûn tecrîd çî ye. Bi piranî jî hilbijêrên AKP'ê bûn. Dizanibûn tecrîd çî ye. Wexta li derve bûm, ji bo vê çalakiyê hêviya mirovan tune bû. Digotin 'ma ê encam bigire?' Lê encam girt. Divê mirov pêşbîniya Leyla Guven bi bîr bîne. Wexta çalakî bi dawî bû, tenê ne li cem girtiyên siyasî li cem hemûyan heman heyecan hebû."
MA / Yasin Kobulan