Baroya Amedê: Di 10 salên dawî de îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bû

  • rojane
  • 16:17 19 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Baroya Amedê û 10 baroyên herêmê der barê 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de daxuyanî dan. Baroya Amedê diyar kir ku di 10 salên dawî de îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan ji sedî 700 zêde bûye. Baroyê anî ziman ku di 10 salan de 482 hezar û 908 zarok hatin zewicandin. Baroyê anî ziman ku Milyonek û 170 hezar zarok bi destê dewletê wekî çirax tên xebitandin. Balkêşe Baroyên li Kurdistanê daxuyanî dan, cih nedan kuştina zarokan ên bi panzêrên polîs û leşkeran hatin kuştin.  

Baroya Amedê û 10 baroyên herêmê bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokên Cîhanê civîna hevpar pêk anîn. Li ser navê Baroya Amedê Endama Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Amedê Asiye Demir daxuyanî xwend û balkişand ser peymanên navnetewî yên têkildarî mafên zarokan. Demir  diyar kir ku li cihanê û Tirkiyeyê zarokbûn zor û zehmet e û wiha got: "Li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê zarokan tune tê hesabinadin. Zarok di bin wesyîtên zirxî de can didin. Ji bo kiryar werin darizandin hewldanên me tev bê encam dimînin. Rayedarên dewletê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê hewl nadin. Bê cezekirin û ev feraset her roj diçe dibe sedema kuştina zarokan.
 
ÎSTÎSMARA LI DIJÎ ZAROKAN JI SEDÎ 700 ZÊDE BÛ
 
Demir, diyar kir ku di 10 salên dawi de îstîsmara li dijî zarokan zêde bûye û di 10 salên dawi de ji sedî 700 zêde buye. Demîr, da zanîn ku di sala 2016'an de ji ber îstismara li hember zarokan 15 hezar û 51 doz hat vekirin û wiha got: "Di sala 2016'an de ji kesên ku di zewicin ji her sed kesî 18 jê zarokin. Di 10 salan de hejmara zarokên ku hatine zewicandin 482 hezar û 908 e. Di navbera temenê 15-17 salî de 17 hezar û 789 zarok, di temenê 15'an de 244 zarokan ducanî bûn.
 
DEWLET MILYONEK Û 170 HEZAR ZAROKAN DIXEBITÎNE
 
Demîr diyar kir ku hejmara zarokên ku dixebitin her roj diçe zêde dibe û wiha berdewam kir: "Li gorî qeydên SGKyê milyonek û 170 hezar zarok bi destê dewletê tên xebitandin. Di sala 2016'an de 56 zarok di qezeyên kar de jiyana xwe ji dest dane. Kesên ji ber şerê Suriyeyê revîyane ji wan milyonek û 358 hezar û 904 kes zarok in. Ev hejmar jî tevlî bibe hejmara zarokên ku têne xebitandin zêdetir dibe.
 
LI TIRKIYE MILYONEK Û 358 HEZAR Û 904 ZAROK PENABIR IN
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUİK) a 2016'an li Tirkiye 708.hezar zarok kar dikin. Ji ber karkeriya zarokan zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Ji ber şer niha li Tirkiye Milyonek û 358 hezar û 904 zarok penaber in. Zarokên penaber ji mafê xwe yê perwerdehiyê bê par in. 
 
'2 HEZAR Û 106 ZAROK GIRTÎ NE' 
 
Demir, balkişand ser zarokên ku di girtîgehan de ne û wiha got: "Li gorî hejmarên fermî, di sala 2016'an de 2 hezar û 106 zarok ji azadiyê mehrûm hatine hiştin û hatine girtin. Li gelek girtîgehan zarok rastî îşkenceyê tên. Li şûna girtîgehên zarok bigirin, girtîgehên nû çêdikin." 
 
LI GORÎ WEZARETA DADÊ 
 
Li gor daneyên Wezareta Dadê ji sala 2002'yan heta niha hejmara zarokên di girtîgehê de ji sedî 26 hatiye zêdekirin. Di sala 2002'yan de hejmara zarokên hikumxwar 548, lê belê ev hejmar di sala 2017'an de ji sedî 33 zêde bûye û bûye 731 yek. Hejmara zarokên girtî jî ji sedî 23 zêde bûye. Di sala 2002'yan de hejmara zarokên girtî hezar û 497 e. Ev hejmar di sala 2017'an de bûye hezar û 847.
 
ÎHD: DI ŞER DE 45 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Li gor daneyên ÎHD'ê jî di 3 salan de 18 kesan ji ber îşkenceyê serî li wan daye. Ji ber muameleya kirêt û îşkenceyê ya li hemberî zarokên girtî û hikumxwar, di sala 2015'an de 4, di sala 2016'an de 4 û di sala 2017'an de jî 10 zarokan serî li ÎHD'ê daye. 
 
Piştî şer li bajarên herêmê zêde bûn hêjmara zarokên bi teqemeniyan jiyana xwe ji dest dan jî zêde bûn. Di sala 2016'an de li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Amed û Colemêrgê di 20 salên dawî de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 33  zarok jî birîndar bûn. Ji 2008'an heta 2017'an 16 zarok ji aliyê maşîneyên zirxî ku polîs û leşkeran diajotin hatin kuştin. 12 zarok jî birîndar bûn. Li gorî rapora ÎHD'ê ya 2016'an di qedexeya derketina kolanan de 45 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 40 zarok birîndar bûn. Li ser sînor 8 zarok hatin kuştin. 21 zarok birîndar bûn. Di cinayetên kujer nediyar de 5 zarok birîndar bûn. Di ihmalê de 29 zarok mirin. Di teqîna teqemeniyan de 14 zarok hatin kuştin. 37 zarok birîndar bûn. 21 zarok bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 17 zarok hatin revandin û rastî îşkenceyê hatin. 219 zarok di çalakiyan de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin birîndarkirin. 
 
 
 
 

Sernavên din

20/11/2017
09:14 Li girtîgehan 75 jinên nexweş girtî ne
09:14 13 salin li dijî tundiyê têdikoşe
09:13 ‘AKP'ê zarok radestî cemaetan kirin'
09:12 Navenda jinan veguherandin unîteya paqijiyê
09:11 ÎHD: Bi destê dewletê zarok tên kuştin
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2017'AN
19/11/2017
16:17 Baroya Amedê: Di 10 salên dawî de îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bû
15:47 Jin dê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li qadan bin
15:27 Ocalan: Ger pêvajoya çareseriyê biqede dê Tirkiye bibe hedefa operasyonên NATO
14:31 Ewil abîdeya Ehmedê Xanî xerakirin pişt re tabela rakirin
14:01 Hilbijartina serokatiya meclîsê sibê ye: Namzeta HDP'ê girtî ye
13:31 Rastak, dê hatina konserê ji Kirmanşanê re bişîne
13:21 Jinên Îzmîrî li Alsancakê dicivin
12:58 Walîtiya Enqereyê çalakî li LGBTÎ'yan xedexe kir
11:35 Di şerê 2016'an de 45 zarok hatin kuştin
11:24 Di Roja Mafê Zarokên Cîhanê de zarokên Êzîdî
10:02 Şerîn a ji Reqayê: Daxwaz û têkoşîna me azadî bû
10:01 Asîstanê Muhsîn Kizilkaya gef li welatiyê avahiya xwe da DBP'ê xwarin
09:15 ‘Divê piştevaniya ji bo Şirnexê bê xurtkirin'
09:14 Hevserokê HDP'ê Camci: Amed tu caran bêdeng nabe
09:12 Banga Jinan: Li dijî OHAL'ê dakevin qadan
09:10 'Pergala îktîdarê ji tirsan êrîşî pergala hevserokatiyê dike'
09:09 'Îsal li gorî par rewşa narenciyeyê baştir e'
09:08 Kanar: AYM di biryara wekîla HDP'î de xwe înkar kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2017'AN
18/11/2017
22:26 Li Erdîşê mirineke bi guman
17:38 Ayhan Bilgen: Ji bo çareseriyê rol dikeve ser milê sêyemin
16:51 Li Hatayê qeza: 2 karker mirin 28 karker birîndar bûn
16:46 Li Agiriyê zarokek hat kuştin
16:19 'Desthilatdariyê li Dêrsimê komkujî pêk anî'
16:13 Aqûbeta Mordeniz pirsîn: Hêj gora wan nehatiye dîtin
16:12 ‘Bila Aydin Nas serbest bê berdan’
15:31 Seyît Riza û hevalên wî li Mêrsînê hatin bi bîranîn
15:25 Xizmên windayan: Vexwendina Çiller a panelê nayê qebûlkirin
15:09 Dayika 67 salî û kurê wê girtin
15:01 Dozger xwest Yetkîn bi cezayê heta hetayê bê darizandin
14:59 Li Kolana Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
14:34 Îrmez bersiva Serokwezîr da: Ez şahidê her tiştî me
14:20 Dayikên Şemiyê: Îktîdarên faîlan diparêzin şirîkên sûc in
13:42 Daristana Kinzir a Dêrsimê dişewite
12:52 Serokê TAR-VAK'ê: Divê girîngiyê bidin hilberîna genim
11:54 Rejîma Sûriyeyê û Hîzbûllah şer dikin
11:46 Nivîskar nikarin pirtûkên xwe bixwînin
11:33 Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê hat binçavkirin
11:25 Mescîda li goristanê rûxandin qereqol ava kirin!
11:14 Hunera nefes û qamişê: Bilûr
11:01 Pirtûka bi zimanê fransî hatibû nivîsîn, wergerî kurdî kirin
10:45 Bi hinceta 'Ewlehiyê' rezên sûryaniyan birîn
10:19 16 zarok bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
10:12 Fîlmê '14'ê Tîrmehê' li Cenevreyê hat temaşekirin
09:53 Şeker: Li dijî polîtîkaya teslîmgirtinê stûyê xwe netewînin
09:52 Qedexeya derketina derve ya li Farqînê bi dawî bû
09:32 Li Girtîgeha Panosê rêbazên îşkenceyê cuda ne
09:31 ‘Di avakirina civaka demokratîk a Ocalan de jin pêşeng e’
09:30 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:28 Tenê ji bo civakeke xwedî wijdan…
09:27 Hîndekarên kirtasiye vekirin: Em ê pêşeroja bi rûmet ava bikin
09:27 Keça xwe 7 kîlometreyan li ser pişta xwe dibe rehabîlîtasyonê
09:22 Hîndekara hat îxrackirin: Nexwe min ew nerihet kirine
09:21 Jin li dijî koletiyê tora piştevaniyê ava dikin
09:19 Jinên hatin îxracatkirin: Em di 25’ê Mijdarê de bibin yek
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2017'AN
17/11/2017
18:59 Rojnameger Turfent dîsa nehat tehliyekirin
17:46 DAIŞ'ê li Dêra Zorê 20 sivîl qetilkirin
16:51 Selîm Sadak hat berdan
16:26 Li Edeneyê 3 kes hatin binçavkirin
16:02 8 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin serbest in
15:15 Di lêpirsîna Elçî de tu pêşketin tune
14:47 Endamê OHP’ê Parêzer Îsteklî hat binçavkirin
14:46 3 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
14:32 Turfent: Kes nikare rojnamegeran wekî terorîst bibîne
14:30 Wekîlên CHP’ê li Amedê komxebata tenduristiyê li dar dixin
14:29 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence û êrîşa zayendî heye
14:28 ‘Divê prîm nedin qeyûman’
14:16 Dê tuwaleta li ser goristana Ermeniyan çêkirin, rakin
13:36 Parêzerên Ocalan rapora Îmraliyê ji CPT re şandin
13:30 Xebatkarên berê yên Sputnikê: Gefan li me dixwen
12:58 Li gundên Pasûrê qedexeya derketina derve
12:31 Ji bo Serokwezîr Yildirim li Cizîrê anonsên ‘mecbûrî’ tên kirin
12:15 3 kes li Tarsusê hatin binçavkirin
12:15 Gulmen: Ez hemû kesên ku em tenê nehiştin silav dikim
12:08 Rêxistinên kedê ji HDP'ê piştgirî xwestin
12:07 Doza rojnameger Nedim Turfent dest pê kir
11:45 Têkiliya Erdogan-Flynn tê şopandin: Ger ku Zarrab mukir bê...
11:32 Beştaş: AYM ji desthilatdariyê ditirse
11:32 Rojnamegera jin a nûçe dişopand hat kuştin
11:07 Der barê 42 personelên Zanîngeha Marmarayê de biryara binçavkirinê
10:47 'Raza BBC'yê: Mudaxaleya li gorî îngilizan
10:27 Di şerê Bagera Cizîrê de 34 DAIŞ’î hatin kuştin
10:20 Dadgehê kesê 'Serok Apo' parve kir beraat kir
10:13 Heşdî Şehbî û DAIŞ'ê şer kirin: 9 kes hatin kuştin
09:19 21 meh in li benda îdianameyê ne
09:09 Muzîkjenên li kolanan: Muzîka li kolanan watedartir e
09:07 Dengbêj Seyranoglû: Televîzyonên hatin girtin dengê me bûn
09:06 Daxwaza ji bo çayên nebatî zêde bû
09:05 ‘Wê tu şîdet di tariyê de nemîne’
09:04 Jina êzidî Hewlo hovîtiya DAIŞ’ê vegot
09:03 'AKP ji paradîgmaya jinê ya HDP'ê ditirse'
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn