Baroya Amedê: Di 10 salên dawî de îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bû 2017-11-19 16:17:34 AMED - Baroya Amedê û 10 baroyên herêmê der barê 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de daxuyanî dan. Baroya Amedê diyar kir ku di 10 salên dawî de îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan ji sedî 700 zêde bûye. Baroyê anî ziman ku di 10 salan de 482 hezar û 908 zarok hatin zewicandin. Baroyê anî ziman ku Milyonek û 170 hezar zarok bi destê dewletê wekî çirax tên xebitandin. Balkêşe Baroyên li Kurdistanê daxuyanî dan, cih nedan kuştina zarokan ên bi panzêrên polîs û leşkeran hatin kuştin.   Baroya Amedê û 10 baroyên herêmê bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokên Cîhanê civîna hevpar pêk anîn. Li ser navê Baroya Amedê Endama Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Amedê Asiye Demir daxuyanî xwend û balkişand ser peymanên navnetewî yên têkildarî mafên zarokan. Demir  diyar kir ku li cihanê û Tirkiyeyê zarokbûn zor û zehmet e û wiha got: "Li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê zarokan tune tê hesabinadin. Zarok di bin wesyîtên zirxî de can didin. Ji bo kiryar werin darizandin hewldanên me tev bê encam dimînin. Rayedarên dewletê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê hewl nadin. Bê cezekirin û ev feraset her roj diçe dibe sedema kuştina zarokan.   ÎSTÎSMARA LI DIJÎ ZAROKAN JI SEDÎ 700 ZÊDE BÛ   Demir, diyar kir ku di 10 salên dawi de îstîsmara li dijî zarokan zêde bûye û di 10 salên dawi de ji sedî 700 zêde buye. Demîr, da zanîn ku di sala 2016'an de ji ber îstismara li hember zarokan 15 hezar û 51 doz hat vekirin û wiha got: "Di sala 2016'an de ji kesên ku di zewicin ji her sed kesî 18 jê zarokin. Di 10 salan de hejmara zarokên ku hatine zewicandin 482 hezar û 908 e. Di navbera temenê 15-17 salî de 17 hezar û 789 zarok, di temenê 15'an de 244 zarokan ducanî bûn.   DEWLET MILYONEK Û 170 HEZAR ZAROKAN DIXEBITÎNE   Demîr diyar kir ku hejmara zarokên ku dixebitin her roj diçe zêde dibe û wiha berdewam kir: "Li gorî qeydên SGKyê milyonek û 170 hezar zarok bi destê dewletê tên xebitandin. Di sala 2016'an de 56 zarok di qezeyên kar de jiyana xwe ji dest dane. Kesên ji ber şerê Suriyeyê revîyane ji wan milyonek û 358 hezar û 904 kes zarok in. Ev hejmar jî tevlî bibe hejmara zarokên ku têne xebitandin zêdetir dibe.   LI TIRKIYE MILYONEK Û 358 HEZAR Û 904 ZAROK PENABIR IN   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUİK) a 2016'an li Tirkiye 708.hezar zarok kar dikin. Ji ber karkeriya zarokan zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Ji ber şer niha li Tirkiye Milyonek û 358 hezar û 904 zarok penaber in. Zarokên penaber ji mafê xwe yê perwerdehiyê bê par in.    '2 HEZAR Û 106 ZAROK GIRTÎ NE'    Demir, balkişand ser zarokên ku di girtîgehan de ne û wiha got: "Li gorî hejmarên fermî, di sala 2016'an de 2 hezar û 106 zarok ji azadiyê mehrûm hatine hiştin û hatine girtin. Li gelek girtîgehan zarok rastî îşkenceyê tên. Li şûna girtîgehên zarok bigirin, girtîgehên nû çêdikin."    LI GORÎ WEZARETA DADÊ    Li gor daneyên Wezareta Dadê ji sala 2002'yan heta niha hejmara zarokên di girtîgehê de ji sedî 26 hatiye zêdekirin. Di sala 2002'yan de hejmara zarokên hikumxwar 548, lê belê ev hejmar di sala 2017'an de ji sedî 33 zêde bûye û bûye 731 yek. Hejmara zarokên girtî jî ji sedî 23 zêde bûye. Di sala 2002'yan de hejmara zarokên girtî hezar û 497 e. Ev hejmar di sala 2017'an de bûye hezar û 847.   ÎHD: DI ŞER DE 45 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Li gor daneyên ÎHD'ê jî di 3 salan de 18 kesan ji ber îşkenceyê serî li wan daye. Ji ber muameleya kirêt û îşkenceyê ya li hemberî zarokên girtî û hikumxwar, di sala 2015'an de 4, di sala 2016'an de 4 û di sala 2017'an de jî 10 zarokan serî li ÎHD'ê daye.    Piştî şer li bajarên herêmê zêde bûn hêjmara zarokên bi teqemeniyan jiyana xwe ji dest dan jî zêde bûn. Di sala 2016'an de li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Amed û Colemêrgê di 20 salên dawî de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 33  zarok jî birîndar bûn. Ji 2008'an heta 2017'an 16 zarok ji aliyê maşîneyên zirxî ku polîs û leşkeran diajotin hatin kuştin. 12 zarok jî birîndar bûn. Li gorî rapora ÎHD'ê ya 2016'an di qedexeya derketina kolanan de 45 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 40 zarok birîndar bûn. Li ser sînor 8 zarok hatin kuştin. 21 zarok birîndar bûn. Di cinayetên kujer nediyar de 5 zarok birîndar bûn. Di ihmalê de 29 zarok mirin. Di teqîna teqemeniyan de 14 zarok hatin kuştin. 37 zarok birîndar bûn. 21 zarok bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 17 zarok hatin revandin û rastî îşkenceyê hatin. 219 zarok di çalakiyan de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin birîndarkirin.