STENBOL – Beriya hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê ku dubare pêk bê, HDP'ê bi tevlêbûna Meclisa Partiyê, Lijneya Rêveberiya Navendî û parlamenteran xebat da destpêkirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku bijartina gelê wan a 23'ê Hezîranê diyar e û wiha got: "Hûn li ku dibin bibin herin ser sindoqan û dengê xwe bidin."
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, li Otela Taksim Hill a Beyoglu, bi xebatkarê çapemeniyê re hat cem hev. Parlamentere HDP'ê Mehmet Tiryaki û Endamê Meclîsa HDP'ê Aylin Hacaloglu jî di civînê de amade bûn. Temellî, anî ziman ku Hilbijartina Stenbolê wê di 23'ê Hezîranê de dubare bibe û wiha got: "Demek pir kurt ji hilbijartinê re ma. Niqaşên hilbijartinê hêj didomin. Zextên li ser HDP'ê jî didomin. Her kes dizane hemû niqaşên li ser HDP'ê bêyî HDP'ê tên kirin. Li ser HDP'ê ambargoya medya heye. Em dixwazin rê li pêş geşedanên nû vekin. Em dixwazin pergala perwedehiyê nû bikin. Ji ber vê yekê ev hilbijartina weliyan e. Em dixwazin weliyê xwendekaran jî di vê hilbijartinê de kar bidin ser milê xwe. Em di hilbijartina 23'ê Heziranê de karneya îktîdarê bidin wan. Ev hilbijartina demokrasiyê ye. Em ê bi têkoşîna xwe ya li hemû qadan Tirkiye ji nûve ava bikin. Di hilbijartina 23'ê Hezîranê de bijartina gelê me pir zelal e. Em bang li hemû hilbijêr û gelê xwe dikin û dibêjin: "Di 23'ê Hezîrane de hûn li ku dibin bibin biçin ser sindoqan û teqez dengê xwe bidin. Biçin ser sindoqan ku ji sindoqan demokrasî aştî û muzakere derkevin. Ji bo vê yekê em kedek mezin didin. Em li ser berjewendiyê hilbijartinê nêzîk nabin. Em wekî HDP'ê ne li pêy hesabên erzan in. Tu carî em li ser berjewendiyan nêzî hilbijartinê nebûn. Em bi teevahî li mesemeyê dinerin. HDP partiya sereke ya Tirkiye ye. Li dijî partiya me propagandayayek reş heye. Em partiya Tirkiyeyê ne. Bendewariya gelê Tirkiye ji me heye."