MEXMÛR - Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), bi boneya operasyonên TSK'ê yên li herêma Xakurkê şermezar bikin daxuyanî dan.
Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi armanca şermezar kirina operasyonên TSK'ê yên li Xakurkê daxuyanî dan. Girseya kom bû beriya daxuyaniyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Endamê Rêveberiya Meclîsa Gel Sedîq Benek daxuyanî da û wiha got: “Dijmintiya Turkiye ya bi Kurdan re ne ji nihaveye. Ger em li dîrokê binêrin ji demê Osmaniyan heta komarê û heta niha ew serhildanên Kurdan hemû tekoşînên ji bo Azadiya gelê Kurd bû, hemû bi destê wan û bi pîlanên wan hatine tinekirin. Weke tê zanîn dagirkeriya dewleta Tirk di her alî de li ser gelê Kurd tê kirin, lê vê carê ne tenê PKK, mafên hemû gelên herêmê tê bin pê kirin. Li hemû qadên ku dagirkeriya dewleta Tirk lê heyî, tekoşîna gelê Kurd û gêrîla jî lê heye. Ne tenê dewleta Tirk, hevalbendên wî jî li pêşiya azadiya gelan dibe astenk. Em weke gelê wargeha Mexmûr dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê tê kirin û bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê şermezar dikîn.”