ENQERE - Malbatên li Çorluyê di qezaya trênê de xizmên wan jiyana xwe ji dest dan wê di 30'ê hezîranê de li Gara Trênê ya Muratli kom bibin. Îsmaîl Kartal ê dayik û bavê xwe winda kir, diyar kir ku heta berpirsiyar bên darizandin wê têbikoşe.
Di 8'ê Tîrmeha 2018'an de li Navçeya Çorlu ya Tekîrdagê qezaya trênê rûda û 25 rêwiyên trênê jiyana xwe ji dest dan. Xizmên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) serlêdana tekakesî kirin û diyar kirin ku “mafê jiyanê û lêpirsîna bi bandor" hatiye îhlalkirin û xwest berpirsiyarên di asta jor de ku burokrat û rêveberiya TCDD'ê jî dixe nava xwe bên darizandin. Li ser vê daxwazê malbatên ku di 12'ê Hezîranê de kom bûn û xwestin li pêş AYM'ê daxuyaniyê bidin, polîsan mudaxaleyî wan kir û destûr nedan daxuyaniyê bidin. Yek ji kesên rastî mudaxaleya polîsan hat Îsmaîl Kartal ê dayik û bavê wî di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû ye. Kartal, der barê geşedanên rû da û helwesta rayedaran de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Kartal, anî ziman ku roja Facia pêk hat ji bo wan rojek pir bi eş bû û wiha got: "Tarîfa êşa wê rojê nayê vegotin. Dema em çûn cihê bûyerê yekineyên rizgarkirinê di nava aloziyê de bûn. Dayik û bavê min li Muratliyê dijiyan û dihatin Stenbolê. Piştî li Trenê suyar bûn nêzî 6 deqîqe şûnde facîayê rû da. Dayik û bavê min di heman demê de li nêzî hev jiyana xwe ji dest dan. Piştî qezayê rû da em ketin nava lêgerina edaletê. Sedema qezayê ji ber nelirêtî û sersariyê ye. Dozger û kesê pispor jî di nava vê yekê de heye. Ji ber ku xwestin vê meseleyê bavêjin ser stuyê 4 kesan em ketin nava lêgerîna edaletê. Ji bo edalet cihê xwe bibîne me li pêş Qesra Edaletê ya Çorluyê dest bi nobeta edaletê kir. Piştre der barê mijarê de biryara bêşopandinê derxistin. Kesê zana û dozger kesên esil berpirsiyar li dervê lêpirsînê hiştin."
'ME SERÎ LI AYM'Ê DAN'
Kartal, da zanîn ku ji ber encam ji dozê derneket seri li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan û li pêş AYM'ê xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê û wiha got: "Beriya em serlêdan bikin me xwest li peş AYM'ê daxuyanî bidin. Lê polîsan mudaxaleyî me kir. Me xwest mafê xwe yê zagonî bikar bînin. Lê polîsan ev mafê me asteng kir. Em rastî mudaxaleyek pir xerab hatin. Polisê dewletê bi hinceta "Rê girtiye" mudaxale kir. Lê ger ku rêya trênê rast hatiba avakirin niha 25 kesan jiyana xwe ji dest nedida. Hezkirî û zarokên me jiyana xwe ji dest nedidan. Me jî ev çalakî li dar nedixist. Piştî 25 kesan jyana xwe ji dest da heta niha tu kesî pirsa ne nekiriye. Me miriyên xwe xistin bin axê. Lê birînên me hêj ne kewiya ye. Em ê hesabê vê bê edaletiye bipirsin. Em ê di 30'ê Heziranê de li Gara Trênê ya Muratli kom bibin û emê hesab bixwazin. Em bang li her kesî dikin ku dengê xwe tev li dengê me bikin. Heta berpirsiyar bên darizandin emê têkoşîna xwe berdewam bikin."
MA / Zemo Aggoz