AMED - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, wê mal bi mal bigerin û peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji gel re vebêjin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, bi rêya parêzerên xwe û malbata xwe der barê pirsgirêka kurd de peyamên girîng dan.
Parêzer ewilî di 2'yê Gulanê de hevdîtin bi Ocalan re kirin. Ocalan di vê hevdîtinê de bi rêya parêzerên xwe deklerasyoneke 7 xalî bi raya giştî re parve kiribû. Di vê deklerasyonê de bal kişandibû ser çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û herêmê. Piştî vê parêzeran di 22'yê Gulanê û herî dawî jî di 12'ê Hezîranê de hevdîtin bi Ocalan re kir. Ocalan hevdîtina xwe ya dawî de vê xeta xwe wekî "li dijî mirinê siyaseta jiyanê" pênase kir û bi vê peyama xwe careke din diyar kir ku ew ê berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê wê mal bi mal bigerin û peyamên Ocalan ji gel re vebêjin. Endama Meclîsa Ciwana ya HDP'ê Merve Oztep, peyamên Ocalan nirxandin û xebata ku dê di vî warî de bikin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.
Oztep, diyar kir ku piştî bi dawî bûne pêvajoya çareseriyê pêvajoya îmha û înakrê careke din ketiye dewrê û di vê pêvajoyê de herî zêde ciwan hedef hatine girtin û bi vê rê li hemberî ciwana polîtîkayên tiryakê, fuhûş û asîmlasiyonê ketine dewrê. Oztep, got: "Dewlet pêşî berê xwe dide ciwana. Ji ber dizanin dema ciwan rabin ser piya wê gelek tiştan bikin, wê îktîdarê hilweşînin loma zêde berê xwe dide ciwana. Di demên dawî de hevalên me tên revandin û sixurtî li wan tê ferzkirin. Li hemberî jin û ciwana polîtîkayên cuda pêk tên. Her wiha di vê çarçoveyê hewl didin ciwan hepsî kafeyan bikin. Pergal naxwaze ciwan bifikirin û lêpirsînê bikin. Ji ciwana re dibêje 'tu çi dikî bike lê divê tu xwedî li xwe dernekevî.' Eger ciwan bêjin 'em hene', ancax wê çaxê em dikarin bi xwedîderketina li dîroka xwe û li xwe van polîtîkayan pûç bikin."
‘EM Ê JI BO SIYASETEKE DEMOKRATÎK TEV BIGERIN'
Oztep, destnîşan kir ku diê li Tirkiye û herêmê krîza siyasî, alozî û şer rawesta û nexasim jî polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê yên li hemberî kurdan bi adwî bibin. Em ciwan ji bo vê pêk bînin divê em bibin bersiva bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û siyaseta demokratîk pêş bixin. Oztep, diyar kir ku di vî warî de ew Danezana Newroza 2013'an a Ocalan esas digirin û got: "Em ciwan em ê bêtir xwedî li vê danezanê derkevin û em ê helwesta xwe lig or wê diyar bikin. Hem li Tirkiye hem jî li Kurdistanê em ê li dijî faşîzmê bitêkoşin û ji bo siyaseta demokratîk tev bigerin."
Oztep, bilêv kir ku ji bo vê jî em ê hîn bêtir xwe birêxistin bikin û deklerasyona 7 xalî ya Ocalan li nav gel belav bikin û li kuçe û kolana, mal bi mal bigerin û van peyaman ji gel re vebêjin. Herî dawî Ocalan ji bo ji pêvajoya nû re bibin bersiv hemû ciwanan vexwand nav xebatan.