EDENE - Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kurd, ereb, suryanî, tirkmen, çerkesan jiyana li ser asasê xwerêveberiyê û hevkariyê nîşanî tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dan."
Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û operasyona leşkerî ya derî sînor nrixand. Hatîmogûllari, got: "Îktîdara AKP'ê, niha êşa polîtîkayên xwe yên 8 salên dawî ku li Sûriyeyê domand dikişîne. Wê hîn bêtir bikişîne. AKP, bi salan edi navbera DYA û Rûsyayê de cambaziyê dike. Heta niha lîstika xwe bi vî awayî domand."
'WÊ BEDÊLÊN GIRAN BIDE'
Hatîmogûllari, bal kişand ser krîza fuzeyên S-400 û balafirên F-35'an û nameya Wekîlê Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Patrick Shanahan bi bîr xist û got: "Divê Erdogan êdî biryarekê bide. Dawiya osmanîtiy nû ev der e. Belkî polîtîkaya 'Bi şerê bi kurda re demekê li hundur konsolîdasyonek afirandibe' û xizmeta armancên qirêj ên AKP'ê kiribe. Lê niha ne li hundur û ne jî li derve tu tiştekî pê bide qezenckirin tune ye. Tenê rêyek li ber Tirkiyeyê heye; Li herêmê ew û kurdan li hev bikin, li hundur dev ji dîktatoriya faşîst berde û rê li ber demokrasiyê vebike. An jê, wê serdestên Tirkiyeyê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû bimînin."
'EM POZÎSYONA XWE DIPARÊZIN'
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku bi dehan car operasyonên derî sînor hatine kirin lê belê tu encam negirtine. Hatîmogûllari, bilêv kir ku beriya hilbijartina Stenbolê operasyona Xakurkê dest pê kiriye û bi vî awayî îktîdar dixwaze peyamekê bide hilbijêrên netewperest û muhafazakar. Her wiha Hatîmogûllari, bal kişand ser gotinên Bînalî Yildirim ên der barê kurdî û Kurdistanê de û got: "Wekî hûn dizanin namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim li Amedê peyva 'Kurdistanê' telafûz kir. Behsa kursên kurdî kirin. Li hêlekê dixwaze bi awayekî sempatîk xwe nîşanî kurdan bike, li hêla din bi operasyona derî sînor ji alîgirên AKP-MHP'ê re dibêje 'meraq nekin, em pozîsyona xwe ya li hemberî kurdan diparêzin."
'JIYANA BI BIRATIYÎ PÊKAN E'
Hatîmogûllari, bal kişand ser bangawaziyên Ocalan ên der barê aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn de. Hatîmogûllari, bilêv kir ku peyamên Ocalan ên der barê Rojava, Sûriye û herêmê de girîng in û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kurd, ereb, suryanî, tirkmen, çerkesan jiyana li ser asasê xwerêveberiyê û hevakriyê nîşanî tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dan. Dema Sûriye dişewitî û li dijî DAIŞ'ê şerekî eman dihat kirin de jî, jiyaneke azadiya jinê, demokratîkbûyînê û layikbûyînê esas digire pêk hat. Rêgezên li vê herêmê pêk hat, rê li ber Sûriyeyê jî vekir ku veguhere welatekî demokratîk."
‘DÊ AŞTÎ BÊ'
Hatîmogûllari, got: "Birêz Ocalan, di peyama xwe de 'esasgirtina şik û gumanên Tirkiyeyê' destnîşan kir. Ev helwesteke rasteqîn e. Tirkiye, di dema îktîdara AKP'ê de li herêmê polîtîkayên giran û çewt xistin dewrê, şerê li Sûriyeyê gur kir û li hemberî Rojavayê tim û tim polîtîkayeke tehdîtwarî, dagirkeriyî û nehesibandina vîna gelan bi rê ve biriye. Lê çi dibe bila bibe, hêzeke girîng a herêmê ye û di çareserkirina pirgsgirêka Sûriyeyê de xwedî hêzeke erênî an jî neyînî ye. Lê ji bo Tirkiye di çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî bandoreke erênî bie, divê rêz û hurmetê nîşanî vîna gelê kurd û gelên herêmê bide. Wê bi vî awayî ew û kurdên Bakur jî li hev bikin. Em pir bawer dikin ku wê aştî bê vê axê. Wê roj bê li vê xakê çek rawestin, ji bo kêfxweşiya mirovan wê çek bên helandin, wê gel bi awayek birane û azad bijîn, wê ne dengê balafirên şerî û bombeyan, wê dengê zarokan bê bihîstin. Lê wê gel, jin, kedkar û ciwanên vê erdnîgariyê vê yekê bînin."
MA / Hamdullah Kesen