BEDLÎS – Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Bedlîsê, nerazîbûnên xwe yên li hemberî daxistina tabeleyên kurdî ku şaredariya AKP'î ew daxistin anîn ziman û diyar kirin ku divê lêborîn ji gel bê xwestin û demildest tabelayên kurdî ji nû ve bên bicihkirin.
Piştî hilbijartina 31'ê Adarê, şaredariyên AKP'î yên Bedlîs, Tetwan û bajaroka Tatik tabeleyên kurdî ku di dema rêveberiyên şaredariyên DBP'î de hatibûn daliqandin rakirin. Piştî bertek zêde hatin nîşandan şaredariyan gotibû ew ê di demeke kurt de tabeleyan li cihê wan ê berê bi cih bikin, lê belê çend roj derbas bûne hîn jî nehatine bicihkirin. Rêveberên HDP, DBP, ÎHD û Platforma Hiqûqnasên Bedlîsê, diyar kirin ku daxistina tabelayên kurdî heqaret e. Rêveberan, bilêv kir ku divê şaredarên AKP'î lêborînê ji gel bixwazin û cardin tabeleyan bi cih bikin.
EKER: ŞERMA MEZIN
Endamê Platforma Hiqûqnasên Bedlîsê Parêzer Îsmet Eker, diyar kir ku divê îcraata ewil a şaredarekî ne daxistina tabeleyên kurdî be û got: "Ev ne îcraat e. Tişta qeyûm nekir, şaredarekî hat hilbijartin kir. Ev şerma li ser şermê ye." Eker, destnîşan kir ku divê şaredar lêborînê ji gel bixwazin û vê şaşiya xwe rast bikin.
AKDEMÎR: DIVÊ DEV JI VÊ ŞAŞIYÊ BERDIN
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Bedlîsê Cengîz Akdemîr, destnîşan kir ku ew vê bêtehamuliya li hemberî zimanan qebûl nakin. Akdemîr, diyar kir ku şaredarên tabelayên kurdî daxistine zimanê wan ê zikmakî kurdî ye û got: "Ên tabela daxistin û ên deng dane wan piranî kurd in. Bawerim di pêvajoya hilbijartinê de propagandaya xwe jî bi kurdî kirine. Lê piştî hilbijartinê jî wisa dikin. Ev ne rast e. Hêvîdar im kesên tabela rakirin rojek berî rojekê dev ji vê şaşiya xwe berdin."
BALLIOGLÛ: FERASETA WAN A TEKPARÊZ Û NÎJADPEREST DERKET HOLÊ
Hevserokê HDP'a Tetwanê Bûrak Ballioglû jî, destnîşan kir ku bi daxistina tabelayên kurd feraseta tekparêz û nîjadperest a şaredarên AKP'î careke din derketiye holê. Ballioglû, bal kişand ser îdiayên ku dê tabela dîsa bên bicihkirin û diyar kir ku ev ewarekirineke beriya hilbijartina Stenbolê ye. Ballioglû, got: "Kesên di saetekê de tabela daxistine, bi rojan e dalnaqînin. Ev tenê ewarekirin e. Wê bi vî awayî nikaribin ji bo hilbijartina Stenbolê kurdan bixapînin. Wê gelê me li Stenbolê bersiveke mezin bide wan."
ILIK: WÊ GEL WAN EFÛ NEKE
Rêveberê DBP'a Tetwanê Maşallah Ilik jî got: "Dayika evan kesan ji xeynî kurdî bi tu zimanî nizanin. Ev mirov di nav vî gelî de mezin bûne. Ma qey qet fedî nakin? Çawa dibe ku li dijî gelê xwe û zimanê xwe tiştekî wisa dikin. Wê ev gel wan efû neke."