WAN - Serhat Tûganê ku piştî 28 salan hat berdan got: "Herî zêde min bêriya axê kiriye ku bi lingê tazî pêl bikim."
Serhat Tûgan ku ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "Endamtiya PKK'ê" di 22'yê Tîrmeha 1991'ê de hat girtin, îro danê êvarî ji Gitîgeha Wanê derket.
Li ber girtîgehê xizmên wî ew pêşwazî kirin. Dema Tûgan ji girtîgehê derket ewilî got: "28 sal in min pêl axê nekiriye. Herî zêde min bêriya axê kiriye ku bi lingê tazî pêl bikim. Niha dixwazim bi lingê tazî li ser axê bimeşim."