ENQERE – Di danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê de, dadgehê biryara domandina girtina Yuksekdagê da.
Danişîna 12'an a doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê, bi parêziya parêzeran dewam kir. Di danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a 16'an a Enqereyê de ewilî parêzer Îlknûr Alîcan axivî.
Alîcan, di parêziya xwe li ser pêkanînên di dema qedexeya derketina derve de rû dan sekinî û got: "Em şahidê qedexeya derketina derve ne. Raporên me hene. Em ê van raporan berpêşî dosyeya we bikin. Em dixwazin dîmenan jî berpêşî dosyeyê bikin. Piştî parêzî bi dawî bûn em dixwazin ev dîmen bên temaşekirin. Her wiha di nav gel de şahidên me jî hene. Em dixwazin di danişîan bê de bên guhdarkirin. Leşkerên di operasyona Sûrê, di operasyona Cizîrê de cih girtine, em ê yeko yeko berpêşî dosyeya we bikin ku kî ji wan di darbeyê de cih girtiye."
Parêzer Mesût Beştaş jî ji ber heyetê Yuksekdagê bi beşddarbûyîna merasîma cenazeyê Mehmet Tûnç tawanbar dike rexne kir. Beştaş, diyar kir ku di dîroka komarê de sûcekî wisa tune ye û got: "Dewlet cenazeyan etspît dike. Lê çima beşdarbûyîn sûc be. Muwekîla min di 8'ê Adarê Roja Jina de aiviye, lê belê ji axftina wê tenê 4 hevok tên dayîn. Lê di 40 rûpelî de behsa KCK'ê tê kirin. Min heta niha darizandineke wis anediyar nedîtiye. Gotiye 'Divê hêza cewherî ya jina hebe.' Li vî welatî ger jin bi xweparastiniyê tev negerin nikarin bijîn. Ev tiştekî nediyar e û ne li gor hiqûqê ye. Doza berdana muwekîla xwe dikim."
Parêzer Rûken Gulagaci jî, bal kişand ser dosyeyên bi temamî jia xftinên Yuksekdagê pêk tên. Gulagaci, bal kişand ser Reforma Darazê ya Nû û got: "Behsa girtineke domdirêj tê kirin. Di Pakête Darazê ya Nû de dibe ji nişka ve der barê van dozan de rapor bên ber we. Biryara DMME'yê ya der barê Selahattîn Demîrtaş de, hemû HDP'iya dihebîne. Êdî ne hewceye bi awayekî girtî bê darizandin. Divê darizandina muwekîla me di çarçoveya azadiya ramanê de bê nirxandin. Divê li gor biryara DMME'yê ya der barê Demîrtaş de liv û tevgerek hebe û muwekîla me bê berdan. Neberdana wê binpêkirina mafan e."
Piştî parêziya parêzeran heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina Yuksekdagê da û danişîn taloqî 26'ê Tîrmehê kir.