Yuksekdag: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe ev doz naqede

  • rojane
  • 16:57 14 Hezîran 2019
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya dema borî Fîgen Yuksekdag, darbarê fezlekeya bi hinceta tevlî merasîma cenazayên Mehmet û Orhan Tunç ên di jêrzemînên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan bû hat amadekirin de, parastin kir û got: “Heya ku pirsgirêka Kurd û demokrasiyê çareser nebe, ev doz naqede.” 

12’emîn danişîna doza ji 7 fezlekeyan pêk tê ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya dema borî Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin, li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anqerê ya  li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. 
 
Di çarçoveyê dosyeyê de ji 30 salan heya 83 salan cezayê girtîgehê ji bo Yuksekdag tê xwestin. Di îdîanameya 92 rûpel a derbarê Yuksekdag de, ji ber xebatên wê yên siyasî û axaftinên di çalakiyên cur be cur de kirin hatiye amadekirin, bi îdîaya “Rêvebertiya rêxistinê kirin” 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.
 
Yuksekdag bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Jinan tevlî danişînê bû. Parlementerên HDP’ê Mahmût Togrûl, Mûazzez Orhan û Şevîn Coşkûn doz şopandin. Di heman demê de Parlementerê Partiya Çep a Alman Hakan Taş û Parlamentera partiya Karkaran a Îngîlterê Jûlîe Ward beşdarî danişînê bûn. Kesên beşdarî danişînê bûn nasnameya wan di GBT’ê re derbas kirin. 
 
Yuksekdag di danişîna dest pê kir de, têkildarî fezlekeyên derbarê wê de hatibûn amade kirin parastin kir. 
 
Parastina Yuksekdag wiha ye:
 
“Di danişîna din de jî min got. Ez tev li merasîma cenazayên Mehmet û Orhan Tunç ên di jêrzemînên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, bûm. Tevlêbûna merasîma cenazeyan li vî welatî hê jî weke sûc tê dîtin. Em nikarin vî mafê xwe bi kar bînin. Dema tev li dibin jî der barê me de lêpirsînan vedikin. Her kesê ji xwe re dibêje ez mirovim, mafê wan heye ku tev li cenazeyên hemû kesan bibin. Em li gorî pêdiviyan siyasetê nakin. Erka me ya civakî heye. Li gel ku em saziyekê siyasetê bûn jî, dewletê dest danîn ser wesayît û amûrên gel. Em weke siyaseta demokratîk neçarin ku qadên nû ava bikin.
 
‘MERASÎMA CENAZE PIRSGIRÊKEK ÇAWAN DERDIXE?’
 
Di nava civakê de ger cudakarî bikeve nava merasîmên cenazeyan, ev sextekariye. Kes nikare dawiya vê hesab bike. Wê demê ev tê wê wateyê ku normên exlaqî nemane. Em jî weke siyasetmedaran, ligel ku berdêla wê pir giran jî be, divê berpirsiyartiya xwe ya exlaqî bi cih bînin. Tev li merasîma cenazeyekî gelo pirsgirêkeke çawa derdixe? Di feraseta siyasî de astengkirina cenazayan nîne. Dema ku kesek mir, pêwîstiyên ji bo cenaze çi bin ew tên kirin. Ji bo ku bi ser hovîtî û derewên xwe bigirin, serî li rêbazekî wiha didin. Hewl didin bi vê rêbazê vî welatî bi rêve bibin. Ger siyasetek ji çanda civakê qût bû, wê demê ew siyaset qediya ye. Ji ber vê îro naveroka desthilatdariyê vala bûye.
 
‘MIN BI AXAFTINÊN XWE BERPIRSIYARTIYA XWE BI CIH ANÎ'
 
Ji ber ku tev li merasîma cenazeyî bûme, der barê min de 10 fezleke hatine amadekirin. Ev hemû jî wisa bi hincet kirine. Di îdianameyan de tê dîtin, doz vebûye lê li holê delîlek nîne. Dadger pirsa belgeyan dike, ewlekarî jî vê bersivê dide; ‘Me wêne ne negirtin. Ji ber ku rêxistina terorê ew der mayîn kiribû, me nekarî em biçin ser cenazeyî.’ Bi giştî derewe. Tu rewabûnekî vê dosyayê nîne. Bê bingeh e. Min bi axaftinên xwe, berpirsiyartiya xwe ya siyasî pêk anî. Divê hûn êdî vê rastiyê bibînin. Li vî welatî ev 500 salin pirsgirêka kurd dewam dike. Heya ku ev pirsgirêk bi rêya demokrasiyê çareser nebe, ev doz jî dê neqede. Desthilatiyek bi şerê gotinan qet qezenc nake. Lê binihêrin, hemû tişt dubare dubare tên jiyîn. Lê tiştek ne guheriye û heman tişt tên jiyîn.”
 
FEZLEKEYÊN DER BARÊ MERASÎMAN DE 
 
Ji ber ku tev li merasîma cenazeyê Mehmet Tunç û Orhan Tunç ên ku li navçeya Cizîr a Şirnexê de di jêrzemînan de hatine qetilkirin bûme, fezleke hatiye amadekirin. Tirkiye ji ber van mirovên ku rastiya feraseta vê jiyanê nizanin, li êşan biyanî dimîne.Ger ku min bikariya pêşî li mirina bi dehan kesan bigirta, ger ku me pêşî li dorpêçan bigirta. Dema ku mirov di jêrzemînên Cizîrê de bi komkujiyê rû bi rû man, bangî wijdana mirovahiyê kirin. Mehmet Tunç lehengek bû. Kesê di rewşên herî giran ên jiyanê de baweriya xwe diparêzin, lehengin. Bi tiştên ku kirin re ji hemû civakên Tirkiyeyê re ev peyam da; ‘Me çok venedand û venedînin.’ Ev hêvî di dema ku mirovahî neçarî tarîtiyê hatiye kirin de dibe jiyan. Tirkiyeyê ew deng nebihîst.
 
‘JI BER KU KURD BÛN HATIH KUŞTIN'
 
Li ber çavên Tirkiye, Ewropa û cîhanê komkujiyek pêk hat. Di qeydên saziyên navneteweyî de diyare bê ka çend zarok û jin hatine kuştin. Di wê pêvajoyê de, di dema çêkirina barîkatan de welatiyan malên xwe neterikandin. Mirovên sivîl di nava wan barîkatan de hebûn. Yên ku ew der terk nekirin, ên ku nexwestin ji wir veqetin hatin kuştin. Ger ku desthilata siyasî vê fam neke, ew pirsgirêka wê ye. Hêzên ewlekariyê û desthilata siyasî bi awayekî vekirî ji mirovên li wir re got; ‘Em ê we ji wir dernexin.’ Ew tiştên li wir bi serê wan hatin, ji ber kurdbûna wan bû. Desthilata siyasî li hemberî xwe tu hêzên muxalîf naxwaze. Siyasetmedarên bêhal û nekêr dixwaze. Wê demê me li meclisê dişopand. Dixwazî jiyana mirovan rizgar bikî lê tu dikevî rewşeke wisa ku tu nikarî pêşî li mirina mirovan bigirî. Di çalakiyên li kolanan û di çalakiyên demokratîk de me hewl dida pêşî li kuştina mirovan bigirin.
 
‘HÊZÊN EWLEKRIYÊ BI ZANEBÛN HEDEF GIRTIN'
 
Em bi walî, hêzên ku operasyon pêk di anîn û bi wezîrê karên hundir û serokwezîr re di nava têkiliyê de bûn. Ji Cizîrê welatiyan telefon vedikir û di gotin; ‘Ez li felan cihî me.’ Me jî ji hêzên ewlekariyê re radigihand. Lê hêzên ewlekariyê li şûna ku wan rizgar bikin, ew der bombebaran dikirin. Temamiya van tiştan jî weke serkeftineke siyasî hate nîşandan. Tirkiye anîn rewşeke wisa ku nikarin ji nav derkevin. Mafekî desthilata siyasî nîne ku bibêje min îro çi kir. Me ji wan re got ku wisa nekin. Tirkiye winda dike. Bi vê desthilata siyasî re ne mimkûne ku biser bikeve. Li hemberî hemû derdoran, li dijî kurdan ketin nava hewldana tunekirinê.
 
‘TEKANE SÛCÊ ME EW BÛ KU ME NEKARÎ EM PÊŞIYA MIRINAN BIGIRIN'
 
Li Cizîrê ev yek bi awayekî vekirî pêk hat. Wezîrê karên hundir got; ‘Hêzên ewlehiyê yên li wir guh nadin gotinên me.’ Di nava van şert û mercan de mafê jiyanê yê mirovan jê hate stendin. Me dixwest ku beriya mirin çê bibin, pêşî lê bigirin. Me ne xwe ji axaftinên ku kirin û ne jî çalakiyên ku pêk anîn paşve nekişand. Tekane sûcê me ew e ku me nekarî pêşî li tiştên li Cizîrê pêk hatin bigirin. Sûcê me ew e ku me nekarî Cemîleyê, Dayika Taybet rizgar bikin. Tekane êşa me ev e. Xwîn jiyanê dide û ya ku hebûna mirov diafirîne xwîne. Xwîna civakekê ya ku hatiye rijandin di navberê de namîne, dê bimeşe û tev li jiyaneke din bibe. Tu kes pirsa li şûna ku ev welate pir pêş bikeve çima hê jî xwîn diherike? nake. Di kirina wesayîtên zirxî yên leşkerî de em di rêza yekemîn de ne. Yên ku li pey bacanreş û nan ketin ma dê çima haya wî/ê ji guleyê hebe? Em neçarin ku vê rastiyê vebêjin. Me nekarî jiyana mirovan rizgar bikin. Berpirsyarê vê jî desthilata siyasî ye. Di vir de neserkeftîbûna min jî heye. Ez yek ji siyasetmedarên ku ketibûn bajar im.
 
‘LI BAŞÊR BEHNA GOŞTÊ ŞEWITÎ DIHAT'
 
Kesên ew kêlî ne jiyayîn, ne mimkûne ku bikarin wê rewşê fam bikin. Dema ku em ketin bajar bêhna goştê şewitî dihat. Li hêlekê yên ku dişewitin û li hêla din ên ku wan dişewitînin hebûn. Desthilatiya siyasî li Cizîrê li nava çavê me dinihêrî û bi gotinên; ‘pirsgirêka bekayê heye’ dixwest me qanih bike. Dê neyê jibîrkirin! Bêhna xwîn û mirovan a li wir dê neyê jibîrkirin. Li cihên lê dijîn dê derkeve pêşberî wan. Çar rojan nehiştin ku em bikevin bajar. Li wir paqijî kirin. Dema ku astengkirin bi dawî bûy jî tevî me bi sedan kes ketin bajar. Ketibûn taxên ku barîkat lê nebûn jî. Bûyeren weke pevçûn û xespê hebûn. Em li taxên cuda jî geriyan û herî dawî biryar da ku bikevin jêrzemînan. Bombeyên kîmyewî hatibûn bikaranîn. Di raporên ATK’ê de ev yek hatiye destnîşankirin. Dema ku em ketin hundir, ên ku ji Saziya Tipa Edlî hatin li wir lêkolîn dikirin. Tevî wê yekê jî em ketin hundir û lêkolîn didomiya. Tevî ku 4 roj bûn li wir paqijî dikirin, hê jî nekarîbûn odeyan paqij bikin. Nekarîbûn delîlan ji holê rakin. Mehmet ji bo xelaskirin birayê xwe û kesên din ketibû wê jêrzemînê. Her kesî berpirsyariyên xwe yên li hemberî wan pêk ne anîn. Ev îdianameyên ku der barê kesên daxwaza xwe ya dawî pêk anîn de hatine amadekirin, di nava xefleta desthilata siyasî de ne.
 
‘HEMÛ ŞEHÎDÊN DEMOKRASIYÊ NEMIRIN'
 
Hemû şehîdên demokrasiyê nemirin. Em ê bîranînên wan bidin jiyîn. Her çiqas desthilata siyasî hewl bide me bide sekinandin jî, dê nekare. Tu hewcehiya me bi wijdan û merhemeta wan nîne. Em tenê aqil didin wan. Em hê jî li ser xeta xwe ne. Em girtî û di bin zextê de jî bin, desthilata siyasî hê jî nekariye me tune bike.”
 
Danişîna dozê piştê navberê dê bi parastina Yuksekdag bidome.

Sernavên din

17/06/2019
12:12 Gundiyan şewata piştî pevçûnê rû da vemiranedin
11:37 Polîsê ku qeyûm kiribû midur ji kar hat vêtin
11:01 Rêveberekê DBP’ê hat binçavkirin
10:57 Di meha Adarê de rêjeya bêkariyê ji sedî 14.1 zêde bû
09:32 Li Edenê gelek ciwan hatin binçavkirin
09:31 Galaya belgefîlma ‘Sakli Hac’ hat kirin
09:30 Ji bo Bîlgîlî yê êrîşa zayendî kir dîsa bê girtin dê serlêdan bikin
09:30 ‘Pirsgirêka derdorê tuneye, pirsgirêka mirovan heye’
09:29 Li Heskîfê masî di talûkê de ne
09:29 Gergerlîoglu: Îdîayên li navendên girêdayî Wezareta Karê Hûn îşkence zêde bûne hene
09:27 HDP’ê bang li hilbijêrên xwe kir: Deng bidin Îmamoglû
09:26 Bila Ekremên din neyên kuştin
09:26 Li gundên Çinarê çinîna pîvazan dest pê kir
09:09 Li Amedê Muzeya Servekirî ya Mezopotamyayê tê avakirin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2019'AN
16/06/2019
19:16 KKP’ê li Amedê panela qeyrana aborî li dar xist
16:46 Temellî: Rêya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpa re derbas dibe
16:38 Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
15:10 Rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez bên berdan
15:09 TJA: Ji bo azadiya jinê heta dawiyê têkoşîn
14:25 Li Çinarê 70 dolim zevî bûn xwelî
13:40 Derket holê ku qeyûm ketina Rojnameger Kanbal a şaredariyê asteng kiriye
13:28 Li operasyona Şirnexê de eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Qeymeqam destûr neda ku li dijî talankirina Heskifê daxuyanî bidin
12:41 Çalakgerên Mertalên Zindî ji Qendîlê banga piştgiriyê kirin
12:11 Mehabad û Qadî Mihemed: Wê kengî li şûna kindirê gul vedin
11:35 Li Gabarê operasyona eskerî dest pê kir
11:35 Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya: Rojnamegerên di bin çavan de berdin
10:49 Şaredariya AKP'î ku tabelayên Kurdî daxistin perava Golê paqij nake
09:53 Kuçukbalaban: Divê zagona bingehîn a zarokan hebe
09:11 Ji ber debra îsal kêm e, cotkar ji bo berê dudoyan dudilî ne
09:09 Cîhangîr Îslam: Di AKP'ê de jihevqutbûyîneke mezin heye
09:07 Ji 828 serlêdanan tenê 3 serlêdan qebûl kirin
09:05 Piştî 5 salan ji ber çalakiya 25'ê Mijdarê doz li 17 jinan hat vekirin
09:04 Gundê Yorukan ê 450 salî li dijî RES'an li ber xwe dide
09:02 Aborîzan Başer: Ji ber nebaweriya di siyasetê de derzên mezin li aboriyê ketin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2019'AN
15/06/2019
20:41 3 nûçegihanên Rojnameya Ozgur Gelecekê hatin binçavkirin
20:15 Pirtûka helbestvanê girtî Îlhan Çomak îmze kirin
18:28 Polîsan avêt ser ETHA'yê: 6 rojnameger binçav kirin
18:23 Rojnamevan Kaplanoglû hat berdan
17:09 Tevî rapora ATK’ê Aslan ê ji sedî 80 astengdar bernadin
15:44 Eskerên ku kamuflajê pêşmergayan li xwe dikin li Bradostan kontrola rê dikin
15:38 Li aqûbeta 6 welatiyan pirsîn
15:29 ÎHD: Hêzên paramîlîter bi hezaran mirov winda kirin
15:28 ‘Rojnameger Yilmaz ê pişika wî îflas kirî berdin’
14:08 Şaredariya Pirsûsê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin
13:58 Temellî: Hûn li ku dibin bibin di 23'ê Hezîranê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin
13:53 Dayikên Şemiyê yên pirsa faîlên Çelîkbîlek kirin: Bila edalet pêk bê
13:22 Li Amedê sempozyuma çandiniyê: Em li axa xwe xwedî derkevin
13:00 Li Stewrê 3 hezar û 400 donim genim şewitî
12:59 TJA: Bila Nesrîn Sotoudeh bê berdan
12:55 Gelê Mexmûrê operasyona TSK'ê şermezar kir
12:49 Li Xakurkê rewşa dawî: Esker herêmê dişewitînin
12:38 Li Siwêregê pevçûna erdan: 6 kes mirin 5 kes birîndar bûn
11:31 HDP: Me nexşe derxist emê hemû hilbijêran bibin ser sindoqan
11:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê red kirin
10:51 Moody's, puanên krêdiya Tirkiye ya aborî daxist
09:53 Li Dersimê dem dema zozana ye
09:52 Kartal ê li Çorluyê xizmên xwe winda kirin: Têkoşîna me wê bidome
09:51 Pêşî bi balyoz şikand paşê jî 'lêborîn' xwest
09:24 Personelê çopê rijand kolanê ji kar hat derxistin
09:24 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Oztep: Em ê peyamên Ocalan ji gel re vebêjin
09:23 Hatîmogûllari: Li Rojhilata Navîn jiyaneke bi xwişk û bratî pêkan e
09:22 Miftiyê Hezroyê ji ber tecawizê hat darizandin
09:22 Dadgehê dosyeya bavê wî kir hincet û doza wî ya ji bo kar betal kir
09:21 Li Pasaja Pêlîstokan rewşa kar 5 qat kêm bûye
09:17 Her diçe Gola Wanê qirêjtir dibe!
09:16 'Lêborînê ji gel bixwazin û cardin tabeleyan bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2019'AN
14/06/2019
23:01 Serhat Tugan hat berdan
21:19 Agirê li herêma Omeriyan hat tefandin
20:03 Yuksekdag nehat berdan
18:54 Serhat Tûgan ê 28 sal in girtiye wê bê berdan
16:57 Yuksekdag: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe ev doz naqede
16:21 HDP’ê ji Meclisê re faks şand
15:52 HDP: Şaredariya Qersê ya gel ne ya çeteyan e
15:49 Malbat ji bo biçim Îmraliyê serlêdan kirin
15:49 Baroya Amedê: Qedexekirina ziman windakirina mirovahiyê ye
15:22 Rêveberên HDP'ê yên zilam dê ji tûndî û tecawizê re bibêjin raweste
14:51 Temellî ji bo 23'ê Hezîranê bang kir: Ji bo tifaqa demokrasiyê em bên gelhev
14:31 Şenyaşarî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:23 Li Hezoyê zilamê ku hevjîna xwe kuşt întîhar kir
14:23 Berdevkê HDP'ê Kubilay: Xwedîderketina sindoqan erêkirina demokrasiyê ye
14:19 Dilxwaz û gundî mudaxaleyî şewata Omeriya dikin
13:49 Wekîlê HDP'î Ferhat Encu hat berdan
13:25 Abdullah Ocalan: Li ser bingeha dersên pêvajoya rexne û rexnedayînê serkeftinê dixwazim
12:55 Li Dersimê keriyên pezkovî û miyan di nav hev de ne
12:20 'Ji xeynî Tirkî bi zimanê din ên zikmakî jî xizmeta tenduristiyê bidin'
11:38 Ceylan: Kurd wê qedera hilbijartina Stenbolê diyar bikin
11:14 Li herêma Omeriyan şewat belav dibe: Pêdivî bi dildaran heye
11:11 Ji Çavûşoglû daxuyaniya S-400'an: Dev jê berdana me ne pêkan e
10:54 Ji ber gotina 'Serokomarê herî biha yê cîhanê bi mere ye' ceza xwar
10:54 Îran: Angaşta Pompeo bê bingeh e
10:41 Gergerlioglû: Kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin di lîjneya sindoqê de hatine peywirdarkirin
10:30 Ciwanên hatin derbkirin: Emê Heskîfê teslîmî hişmendiya betonbûyî nekin
10:24 Tarik Zîya Ekîncî: Pirsgirêka Kurd kirdeya demokratîkbûna Tirkiye ye
09:18 Midûrê qeyûm wê bi 'êrîşa zayendî ya hêsan' bê darizandin
09:18 Ji kavilê ku bi 5 zarokên xwe re tê de dijî, banga piştgiriyê kir
09:17 'Divê li cotkarên ku pirêzeyê dişewitîne herî kêm 2 sal cezayê nedestekkirinê bê birîn'